Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 19 - Kurmanji Încîl

1 Feqîrê ku riya wî kamil e, Ji bêaqilê ku li ser lêvên wî derew hene, çêtir e.

2 Hewesa bêzanebûn ne qenc e Û kesê lingên lezgîn riya xwe şaş dike.

3 Ehmeqiya mirovan riya wan serobino dike, Lê dîsa jî, ji Xudan dixeyidin.

4 Serwet hevalan zêde dike, Lê dostê kesê belengaz jê diqete.

5 Şahidê derewîn bêceza namîne, Kesê bi nefesa xwe derew dike wê nefilite.

6 Gelek kes dixwazin bikevin çavê camêran, Her kes dixwaze bibe hevalê comerdan.

7 Heke birayên kesê feqîr jê nefretê bikin, Helbet wê dostên wî jî jê dûr bikevin. Çiqas jî li pey wan lava dike, Lê belê ew çûne.

8 Kesê şehrezayiyê bidest dixe ji canê xwe hez dike, Kesê fêmdariyê diparêze, qenciyê dibîne.

9 Şahidê derewîn bêceza namîne, Kesê bi nefesa xwe derew dike wê tune bibe.

10 Çawa jiyana kêf û şahiyê li bêaqilan nakeve, Serweriya mîran jî wê qet li koleyan nekeve.

11 Mirovê aqilmend zû hêrs nabe, Bexişandina sûcan wî rûmetdar dike.

12 Hêrsa padîşah wekî himîna şêrê ciwan e, Lê razîbûna wî wekî xunava ser giyê ye.

13 Kurê bêaqil bela serê bavê xwe ye, Jina şerûd dilopa berdewam e.

14 Mal û milk ji mîrasa bavan e, Lê jina serwext diyariya Xudan e.

15 Bêkêrî mirovan dixe xewa giran, Tiral birçî dimîne.

16 Kesê emrê Xwedê diparêze, canê xwe diparêze, Lê kesê riya wî kêm dibîne, dimire.

17 Kesê li ber belengazan dikeve, bi deyn dide Xudan, Ew bergîdana kirina wî dide.

18 Hê ku hêvî heye kurê xwe terbiye bike, Nebe sedema helakbûna wî.

19 Kesê hêrsok wê cezayê xwe bibîne, Tu wî rizgar jî bikî, neçar î dîsa bikî.

20 Guh bide şêwrê û terbiyeyê qebûl bike Ku tu di rojên xwe yên mayî de şehreza bî.

21 Mirov di dilê xwe de gelek tiştan difikire, Lê ya ku dibe, armanca Xudan e.

22 Ji mirovan dilsozî tê xwestin, Feqîrî ji derewkariyê çêtir e.

23 Tirsa Xudan jiyanê tîne, Pê mirov şevê têr diborîne Û xerabî nayê serê wî.

24 Tiral destê xwe dirêjî tasê dike, Lê naxwaze bibe devê xwe jî.

25 Li tinazkar bixe, wê sexik serwextiyê hîn bibe, Erzê kesê fêmdar bişikêne, wê zanabûnê bi dest bixe.

26 Kurê ku zorê li bavê xwe dike û diya xwe diqewitîne, Rûreşî û şermezariyê tîne.

27 Lawo, heke tu guhdariya şîretê bihêlî, Tê ji gotinên zanînê bixapî.

28 Şahidê beredayî tinazên xwe bi edaletê dike, Devê xeraban neheqiyê dadiqurtîne.

29 Ji tinazkaran re ceza, Ji pişta bêaqilan re jî lêdan amade ye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan