Methelokên 17 - Kurmanji Încîl1 Pariyekî nanê ziwa bi aramî, Ji maleke tije pevçûn çêtir e. 2 Koleyê biaqil, ji kurê dişermîne re dibe serwer Û di nav birayan de ji mîrasê par distîne. 3 Agirdank ji bo zîv, êtûn ji bo zêr e, Lê yê ku dilan diceribîne Xudan e. 4 Kesê xerab guhdariya lêvên xerabkar dike, Derewkar guh dide zimanê belayê. 5 Kesê henekê xwe bi feqîran dike, Tinazê xwe bi Afirînerê wan dike, Kesê bi felaketê şa dibe, bêceza namîne. 6 Nevî taca serê pîran in, Rûmeta kuran bavan e. 7 Çawa ku gotinên çê li ser lêvên ehmeqan çênabe, Lêvên derewîn jî qet li mîran nayê. 8 Bertîl di çavê xweyê xwe de kevirekî biqedir e, Berê xwe bi kîjan alî ve bide, bi ser dikeve. 9 Kesê neheqiyan dibexişîne, hevaltiyê xurt dike, Lê kesê behsa meseleyan dike, dostan ji hev vediqetîne. 10 Erzê mirovê fêmdar carekê bê şikandin, Ji sed derbên ku li bêaqilan dikevin, girantir e. 11 Kesê li xerabiyê digere herdem serî hildide, Loma wê qasidê zalim bişînin ser wî. 12 Rasthatina hirça ji ferxikên xwe hatiye kirin, Ji rasthatina bêaqilekî gava ehmeqiya xwe dike, çêtir e. 13 Kî beramberê qenciyê xerabî dike, Xerabî ji mala wî dernakeve. 14 Destpêka pevçûnê wekî berdana avê ye, Loma beriya ku pevçûn derkeve, dev jê berde. 15 Kesê xeraban bêsûc dertîne, Kesê rastan sûcdar derdixe, Herdu jî li ber Xudan kirêt in. 16 Kesê bêaqil çima ji bo şehrezayiyê pere xerc bike? Ew ji xwe ji fêmdariyê dûr e. 17 Heval herdem hez dike, Bira jî, ji bo tengasiyê çêbûye. 18 Kêmaqil dest diguvêşe Û ji cîranê xwe re dibe kefîl. 19 Kesê ji pevçûnê hez dike, hezkirê neheqiyê ye, Kesê dergehê xwe bilind çêdike, li wêranbûna xwe digere. 20 Kesê dilxerab qenciyê nabîne, Kesê gotina xwe diguhere jî dikeve belayê. 21 Bavê kurê bêaqil dilkeder e, Şahiya bavê kurê ehmeq tuneye. 22 Dilê şa derman e, Lê ruhê şikestî hestiyan ziwa dike. 23 Kesê xerab bi dizî bertîlê distîne Ku riyên edaletê şaş bike. 24 Çavê mirovê fêmdar li şehrezayiyê ye, Lê çavê kesê bêaqil li her derê dinyayê ye. 25 Kurê bêaqil kedera bavê xwe, Kula dilê dayika xwe ye. 26 Cezakirina rastan ne qenc e, Ne jî lêxistina camêran, ji bo dirustiya wan. 27 Kesê zana hay ji zimanê xwe heye, Ruhê kesê fêmdar bêhnfireh e. 28 Ehmeqê bêdeng, şehreza, Devê xwe bigire jî fêmdar tê dîtin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey