Methelokên 15 - Kurmanji Încîl1 Bersiva nerm hêrsê datîne, Lê gotina hişk kela xezebê radike. 2 Zimanê şehrezayan zanînê baş kifş dike, Lê ji devê bêaqilan ehmeqî diherike. 3 Çavê Xudan li her derê ye, Ew qenc û xeraban dibîne. 4 Zimanê şifayê dara jiyanê ye, Lê zimanê derewîn ruhan birîndar dike. 5 Ehmeq terbiyeya bavê xwe kêm dibîne, Lê kesê guh dide erzşikandinê, jîr e. 6 Li mala rastan xezîneyeke mezin heye, Lê di debara xeraban de zehmetî heye. 7 Lêvên şehrezayan zanînê belav dike, Lê dilê bêaqilan ne wisa ye. 8 Qurbana xeraban li ber Xudan kirêt e, Lê ew ji duaya dilrastan razî ye. 9 Riya xeraban li ber Xudan kirêt e, Lê ew ji kesên li pey edaletê, hez dike. 10 Terbiyeya zor ji kesê averê re ye, Lê kesê ji erzşikandinê nefret dike, wê bimire. 11 Warê helakê û diyarê miriyan jî li ber çavê Xudan vekirî ye, Nexasim dilê mirovan! 12 Tinazkar ji erzşikandinê hez nake, Ew naçe ba şehrezayan. 13 Dilê şa beşera xweş e, Lê dilê kul rih diperçiqîne. 14 Dilê kesê fêmdar li zanabûnê digere, Lê devê bêaqilan ehmeqiyê diçêre. 15 Hemû rojên bindestan xerab in, Lê dilekî şa herdem ziyafetê dike. 16 Hebûna biçûk a bi tirsa Xudan, Ji xezîneya mezin a bi xem û xofan çêtir e. 17 Xwarina pincarê ya li dera ku hezkirin heye, Ji goştê gayê dermalekirî yê bi nefretê çêtir e. 18 Mirovê hêrsok pevçûnê dertîne, Lê kesê zû hêrs nabe, şer radiwestîne. 19 Riya tiralan sinca bi dirî ye, Lê rêçika dilrastan kolana fireh e. 20 Kurê şehreza bavê xwe şa dike, Lê bêaqil diya xwe kêm dibîne. 21 Ji kesê kêmaqil re ehmeqî şahî ye, Lê mirovê fêmdar riya xwe rast dike. 22 Gava şêwir nabe, pîlan vala derdikevin, Lê zêdebûna şêwirmendan serketinê tîne. 23 Mirov bi bersiva maqûl şa dibe, Gotina di cih de tê gotin, çiqas xweş e! 24 Ji bo biaqil, riya jiyanê ber bi jor ve diçe Ku nekeve diyarê miriyan. 25 Xudan mala qureyan xera dike, Lê sînorê jinebiyan zexim dike. 26 Fikrên xerab li ber Xudan kirêt in, Lê gotinên keremê pak in. 27 Kesê çavê wî li qezenca neheq e, Tengasiyê dide mala xwe, Lê kesê ji bertîlê nefret dike, wê bijî. 28 Dilê kesê rast ji bo bersivê kûr difikire, Lê ji devê xeraban xerabî diherike. 29 Xudan ji xeraban dûr e, Lê duaya rastan dibihîze. 30 Ronahiya çavan şahiyê dide dilan, Xebera baş hestiyan dişidîne. 31 Kesê guh dide erzşikandina ku jiyanê tîne, Di nav şehrezayan de rûdine. 32 Kesê terbiyeyê davêje pişt guh, xwe jî red dike, Lê kesê guh dide erzşikandinê, şehrezayiyê bidest dixe. 33 Tirsa Xudan şîreta şehrezayiyê ye, Nefsbiçûkî şertê pêşî yê rûmetê ye. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey