Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 14 - Kurmanji Încîl

1 Jina şehreza mala xwe ava dike, Lê jina ehmeq wê bi destê xwe xera dike.

2 Kesê di riya rast de diçe, ji Xudan ditirse, Lê kesê riya wî hîlekarî ye, wî kêm dibîne.

3 Devê ehmeqan şiva li ser piştê ye. Lê lêvên şehrezayan wan diparêzin.

4 Li dera ga lê tuneye, afir paqij e, Lê berên zêde bi hêza gê ye.

5 Şahidê ewledar derewan nabêje, Lê şahidê derewîn bi nefesa xwe derewan dike.

6 Tinazkar li şehrezayiyê bigere jî nabîne, Lê ji bo kesê fêmdar zanîn hêsan e.

7 Ji mirovê bêaqil dûr be, Çimkî tu lêvên zana nabînî.

8 Şehrezayiya aqilmendan ew e ku riya xwe dizanin, Lê ehmeqiya bêaqilan hîlekarî ye.

9 Kesên ehmeq tinazên xwe bi qurbana berdêlê dikin, Lê niyeta dilrastan qencî ye.

10 Dil kula xwe dizane, Kesê xerîb şahiya wî hevpar nake.

11 Mala xeraban helak dibe, Lê konê dilrastan ava dibe.

12 Rê heye li ber mirovan rast xuya dike, Lê dawiya wê dibe mirinê.

13 Di dema kenê de jî dil dikare bi kul be Û dawiya şahiyê keder e.

14 Dilê averê bi riyên xwe, Mirovê qenc bi kirinên xwe jî têr dibe.

15 Kesê sexik baweriya xwe bi her tiştî tîne, Lê aqilmend hay ji gavên xwe heye.

16 Şehreza bi tedbîr e û dev ji xerabiyê berdide, Lê bêaqil qure ye û bi xwe ewle ye.

17 Kesê hêrsok ehmeqiyê dike Û hîlekar tê nefretkirin.

18 Kesên sexik bêaqiliyê mîras distînin, Lê taca zanînê datînin ser serê aqilmendan.

19 Kesên xerab li ber qencan ditewin, Belê, xerab li ber dergehên rastan xwe ditewînin.

20 Feqîr li ber çavê cîranê xwe jî reş e, Lê hevalên dewlemendan gelek in.

21 Kesê cîranê xwe kêm dibîne guneh dike, Lê kesê li ber bindestan dikeve bextewar e.

22 Ma kesên xerabiyê saz dikin riya xwe şaş nakin? Lê ji kesên qenciyê saz dikin re dilsozî û dilovanî heye.

23 Di her kedê de qezenc heye, Lê gotina vala tenê xizaniyê tîne.

24 Taca şehrezayan dewlemendiya wan e, Lê ehmeqiya bêaqilan ehmeqiyê tîne.

25 Şahidê rastîn canan rizgar dike, Lê şahidê derewîn hîleyê tîne.

26 Kesê ji Xudan ditirse di ewlehiya qewîn de ye, Wê sitargeha kurên wî be.

27 Tirsa Xudan kaniya jiyanê ye, Mirovan ji dafikên mirinê dûr dixe.

28 Rûmeta padîşah, zêdebûna gelê wî ye, Lê bi tunebûna netewe, serwer jî helak dibe.

29 Kesê zû hêrs nabe gelek fêmdar e, Lê kesê hêrsok ehmeqiyê birûmet dike.

30 Dilê rihet jiyana bedenê ye, Lê hesûdî rizîbûna hestiyan e.

31 Kesê zorê li belengazan dike, Bi Afirandarê wan tinazan dike, Lê kesê li ber hejaran dikeve, Afirîner birûmet dike.

32 Kesê xerab bi xerabiya xwe xera dibe, Lê di mirinê de jî sitargeha rastan heye.

33 Şehrezayî di dilê mirovê fêmdar de rihet rûdine, Di nav bêaqilan de jî tê zanîn.

34 Edalet miletekî bilind dike, Lê guneh ji bo miletan şermezarî ye.

35 Padîşah ji xulamê biaqil razî ye, Lê ew li kesê şermê tîne hêrs dibe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan