Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 13 - Kurmanji Încîl

1 Kurê şehreza guh dide terbiyeya bavê xwe, Lê tinazkar guhdariya erzşikandinê nake.

2 Ji gotinên devê xwe, mirovê qenc qenciyê dixwe, Lê nefesa bêbextan zordarî ye.

3 Kesê devê xwe digire, canê xwe diparêze, Lê kesê devê xwe nagire, helak dibe.

4 Canê kesê tiral çilek e, lê tiştekî nabîne Lê canê kesê zîrek firehiyê dibîne.

5 Kesên rast ji derewan nefret dike, Kirinên xeraban rûreşî û şermezarî ye.

6 Rastî kesê di riya xwe de kamil e, diparêze, Lê xerabî kesê sûcdar serobino dike.

7 Mirov heye tiştekî wî tuneye, Lê xwe maldar nîşan dide. Kesê din jî xwe feqîr nîşan dide, Lê gelekî dewlemend e.

8 Serweta kesekî berdêla canê wî ye, Lê feqîr gefxwarinê nabihîze.

9 Ronahiya kesên rast bi şahî pê dikeve, Lê qendîlên xeraban ditefe.

10 Ji quretiyê tenê pevçûn derdikeve, Lê kesê şêwrê qebûl dike, şehreza ye.

11 Malê bi lez û bez hatiye qezenckirin kêm dibe, Lê kesê ku bi destan dide hev, jê re zêde dibe.

12 Hêviya dereng dimîne, dil diêşîne, Lê daxwaza pêk tê, dara jiyanê ye.

13 Kesê şîretê kêm dibîne helakê tîne serê xwe, Lê kesê ji emran ditirse xelatê distîne.

14 Hînkirina şehrezayan kaniya jiyanê ye, Mirovan ji dafikên mirinê dûr dixe.

15 Serwextiya baş keremê tîne, Lê riya bêbextan helakbûn e.

16 Her aqilmend her kirinên xwe bi zanatî dike, Lê bêaqil ehmeqiya xwe nîşan dide.

17 Bela tê serê qasidê xerab, Lê şandiyê dilsoz şifa ye.

18 Feqîrî û riswatî tê serê kesê terbiyeyê davêje pişt guhê xwe, Lê guhdarê erzşikandinê tê rûmetkirin.

19 Daxwaza pêk tê ji bo can kêf e, Ji xerabiyê dûrketin ji bo kesê bêaqil kirêtî ye.

20 Kesê bi şehrezayan re digere şehreza dibe, Lê hevalê bêaqilan xisarê dibîne.

21 Xerabî dide pey gunehkaran, Lê qencî dibe xelata rastan.

22 Mirovê qenc ji neviyên xwe re mîrasê dihêle, Lê serweta gunehkaran ji bo rastan kom dibe.

23 Dibe ku zeviya feqîran bi têra xwe ber bide, Lê heke edalet tunebe, jê tê standin.

24 Kesê ço ji kurê xwe texsîr dike, jê nefret dike, Lê kesê ji kurê xwe hez dike, wî rêkûpêk terbiye dike.

25 Kesên rast heta têr dibin dixwin, Lê zikê xeraban herdem vala ye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan