Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 12 - Kurmanji Încîl

1 Kesê ji terbiyeyê hez dike, ji zanînê hez dike, Lê kesê ji erzşikandinê nefret dike, sexik e.

2 Xudan ji mirovê qenc razî ye, Lê ew mirovê hîlekar sûcdar dike.

3 Mirov bi xerabiyê nakeve ewlehiyê, Lê koka kesê rast qet naleqe.

4 Jina çê taca serê mêrê xwe ye, Lê jina şermê tîne, rizîbûna hestiyê wî ye.

5 Fikrên kesên rast adil in, Lê rêberiya xeraban bihîle ye.

6 Gotina xeraban kemîna xwînê ye, Lê devê dilrastan wan rizgar dike.

7 Xerab hildiweşin û tune dibin, Lê mala rastan ava ye.

8 Mirov li gorî serwextiya xwe tê pesindan, Lê dilxerab tê kêmdîtin.

9 Kesê xweyî xulam ê kêmketî, Ji kesê qure yê birçî çêtir e.

10 Rast hewcedariya heywanê xwe dizane, Lê rehma xeraban jî zordarî ye.

11 Kesê axa xwe dajo, bi nên têr dibe, Kesê dide pey tiştên vala, kêmaqil e.

12 Xerab li pey qezenca neheq e, Lê koka rastan bereketê dide.

13 Xerab bi neheqiya lêvên xwe dikevin dafikê, Lê rast ji tengasiyê rizgar dibin.

14 Mirov bi berê devê xwe ji qenciyê têr dibe, Bi karê destê xwe jî heqê xwe distîne.

15 Riya kesê ehmeq di çavê wî de rast e, Lê şehreza guhdariya şîretê dike.

16 Ehmeq yekser hêrsa xwe kifş dikin, Lê aqilmend guh nadin tinazan.

17 Kesê bi nefesa xwe rastiyê dibêje, edaletê tîne, Lê şahidê derewîn jî hîlekar e.

18 Gotinên bêfikar wekî birîna şûr e, Lê zimanê şehrezayan şifa ye.

19 Lêvên dilsoz heta hetayê dimînin, Lê zimanê derewîn demdemî ye.

20 Di dilê kesê xerabiyê pîlan dike de hîlekarî, Lê li ba şêwirmendên aştiyê şabûn heye.

21 Tu xerabî nayê serê rastan, Lê kesên xerab bi belayê têr in.

22 Lêvên derewîn ji bo Xudan kirêt in, Lê ew ji kesên dilsoz razî ye.

23 Aqilmend zanabûna xwe nîşan nade, Lê dilê bêaqilan ehmeqiyê radigihîne.

24 Destê zîrekan serweriyê dike, Lê tiral dibin sûxrevan.

25 Xema di dil de mirovan ditewîne, Lê gotineke baş wan dilşa dike.

26 Rast rê nîşanê hevalê xwe jî dide, Lê riya xeraban wan averê dike.

27 Tiral karê xwe nabe serî, Lê zîrek dibin xweyê serweteke mezin.

28 Riya rastiyê jiyan e, Tê de mirin tuneye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan