Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 11 - Kurmanji Încîl

1 Mêzîna bihîle li ber Xudan kirêt e, Kevirê rast ê giraniyê pê xweş e.

2 Çaxê quretî tê, riswatî jî tê, Lê şehrezayî bi nefsbiçûkan re ye.

3 Kamiliya dilrastan rêberiya wan dike, Lê derewkariya bêbextan wan xerab dike.

4 Di roja xezebê de serwet bi kêrî tiştekî nayê, Lê rastî ji mirinê rizgar dike.

5 Rastiya mirovê kamil riya wî rast dike, Lê kesê xerab bi xerabiya xwe dikeve.

6 Rastiya dilrastan wan rizgar dike, Lê bêbext bi daxwazên xwe tên girtin.

7 Hêviya mirovê xerab bi mirinê tune dibe, Bendewariya hêzdariyê jî pê re.

8 Kesê rast ji tengasiyê rizgar dibe, Kesê xerab dikeve cihê wî.

9 Kesê xwedênenas bi devê xwe cîranê xwe helak dike, Lê kesê rast bi zanabûna xwe rizgar dibe.

10 Ji ber serfiraziya rastan, bajar dilgeş dibe, Ji ber tunebûna xeraban, şahî dibe.

11 Bi bereketa dilrastan bajar bilind dibe, Lê bi devê xeraban hildiweşe.

12 Kesê cîranê xwe kêm dibîne kêmaqil e, Lê mirovê fêmdar hay ji zimanê xwe heye.

13 Kesê fesad digere û siran dibêje, Lê kesê biewle vê yekê vedişêre.

14 Gelê bêrêber dikeve, Lê bi zêdebûna şêwirmendan rizgar dibe.

15 Kesê ji xerîban re dibe kefîl, gelek zirarê dibîne, Lê kesê ji kefîlbûnê nefret dike, di ewlehiyê de ye.

16 Jina keremdar digihîje rûmetê, Lê zordar tenê digihîje dewlemendiyê.

17 Kesê dilovaniyê dike bi canê xwe qenciyê dike, Lê zalim zehmetê dide bedena xwe.

18 Qezenca kesê xerab xapînok e, Lê heqdestê kesê adil ewlehî bi xwe ye.

19 Kesê rast, digihîje jiyanê, Lê kesê li pey xerabiyê, wê bimire.

20 Kesên dilxerab ji bo Xudan kirêt in, Lê ew ji kesên riyên wan kamil in razî ye.

21 Bêguman, kesê xerab bêceza namîne, Lê wê ziriyeta rastan rizgar bibe.

22 Jina bedew a ku ne serwext e, Wekî xeleka zêrîn a pozê berêz e.

23 Daxwaza rastan tenê qencî ye, Lê bendewariya xerab xezeb e.

24 Hebûna kesê comerd her diçe zêde dibe, Kesê heqdestê nade tenê xizan dibe.

25 Comerd wê bigihîje firehiyê, Kesê av dide kesê din, wê avê bistîne.

26 Kesê genim vedişêre, nifira xelkê li ser e, Lê kesê difiroşe, xêr û dua li ser e.

27 Kesê bi dil û can li qenciyê digere, li pey razîbûnê ye, Lê kesê li xerabiyê digere, wê dibîne.

28 Kesê bi dewlemendiya xwe ewle ye dikeve, Lê kesê rast wekî pelê darê şîn dibe.

29 Mîrasa kesê tengasiyê dide mala xwe, ba ye, Lê ehmeq ji dilşehrezayan re dibe xulam.

30 Berê rastan dara jiyanê ye, Şehreza canan qezenc dike.

31 Li vê dinyaya ku kesên rast jî heqê xwe distînin, Helbet wê kesên xerab û gunehkar jî bistînin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan