Melaxî 4 - Kurmanji ÎncîlRoja Xudan 1 Xudanê Karîndar dibêje: “Va ye ew roj tê, wekî tenûrê dişewite. Wê tevahiya qure û xeraban bibin pûş. Wê rojê wê wan bişewitîne. Wê ne kok ne jî çiqil bihêle. 2 Hûn kesên ku ji navê min ditirsin! Wê tava rastiyê li ser we derkeve ku bi tîrêjên xwe şifayê tîne. Çawa ku golikê ji axurê dipengizin, hûnê rabin herin. 3 Hûnê xeraban biperçiqînin. Erê, di roja ku min ev kirin de, wê di binê lingên we de toz bibin” Xudanê Karîndar dibêje. 4 “Şerîeta Mûsayê xulamê min bi bîr bînin. Qanûn û rêbazên ku min ji bo tevahiya gelê Îsraêl, li Horêvê lê emir kirin bi bîr bînin. 5 “Va ye beriya ku roja Xudan a mezin û tirsdar were, ezê Êlyasê Pêxember ji we re bişînim. 6 Wê dilê bavan li kuran û dilê kuran li bavan bizivirîne ku ez neyêm û welêt bi naletê tune nekim.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey