Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Melaxî 3 - Kurmanji Încîl

1 “Va ye ez qasidê xwe dişînim. Wê rê li pêşiya min amade bike. Rebê ku hûn lê digerin, wê jinişkave bê Perestgeha xwe. Qasidê peymana ku dilê we pê xweş e, wê bê” Xudanê Karîndar dibêje.

2 Lê wê kî bikaribe li ber roja hatina wî li ber xwe bide? Gava xuya bike, kî dikare li ber bisekine? Çimkî wê bibe wekî agirê zêrkerekî û ava xweliya şûştinê.

3 Wê bibe wekî hosteyekî ku zîv safî û paqij dike. Çawa ku zêr û zîv paqij dike, wê Lêwiyiyan paqij bike ku ew bi rastiyê diyariyan bidin Xudan.

4 Wekî rojên berê û salên borî, wê diyariyên Cihûda û Orşelîmê bi Xudan xweş bê.

5 “Ji bo dîwanê ezê nêzîkî we bibim. Ezê li dijî sêrbazan, zinakaran, sondxwarên derewîn, li dijî kesên ku zordariyê li karker, jinebî û sêwiyan dikin, kesên neheqiyê li dijî xerîban dikin û li dijî kesên ji min natirsin, yekser bibim şahid” Xudanê Karîndar dibêje.


Diziya dehyekan

6 “Çimkî ez Xudan im, ez naguherim. Ya gelê Aqûb! Ji ber vê yekê hûn telef nebûne.

7 Ji rojên bav û kalên xwe ve we herdem xwe ji qanûnên min da alî û ew pêk neanîn. Li min vegerin, ezê jî li we vegerim.” Xudanê Karîndar dibêje. “Lê hûn dibêjin: ‘Em çawa li te vegerin?’

8 “Gelo mirov diziya Xwedê dike? Lê hûn diziya min dikin. “Paşê jî hûn dibêjin: ‘Me çi yê te diziye?’ “Hûn dehyek û pêşkêşiyan didizin.

9 Nalet li we dibare. Çimkî hûn, tevahiya milet, ji min didizin!”

10 Xudanê Karîndar dibêje: “Tevahiya dehyekên xwe bînin embarê ku xwarin li mala min hebe û bi vî awayî min biceribînin. Binêrin ka ezê pencereyên ezmanan ji we re vekim an na? Ezê bi ser we de, bi têra we bereketê bibarînim an na?

11 Ezê nehêlim kulî zadên we bixwin ku berê axê xera nebe. Wê mêwên we yên çolê êdî bêber nebin” Xudanê Karîndar dibêje.

12 “Wê hemû milet bibêjin xwezî bi we. Çimkî wê welatê we bê xwestin” Xudanê Karîndar dibêje.

13 Xudan dibêje: “We li dijî min gotinên hişk gotin. Lê hûn dibêjin: ‘Me li dijî te çi got?’

14 “We gotiye: ‘Xulamiya ji Xwedê re tiştekî beredayî ye. Pêkanîna peywira wî, şîna li hizûra Xudanê Karîndar, çi bi me da qezenckirin?!

15 Niha em ji qureyan re dibêjin xwezî bi wan. Kesên xerabiyê dikin tenê bi ser dikevin, gava ew Xwedê diceribînin jî, ji cezayan rizgar dibin!’”

16 Li ser vê yekê kesên ji Xudan ditirsiyan bi hev re axivîn. Xudan bihîst û guhdarî kir. Ji bo kesên ji Xudan ditirsin û qedrê navê wî digirin, li ber wî nivîseke bîranînê hate nivîsandin.

17 Xudanê Karîndar dibêje: “Di roja ezê kifş bikim de, wê bibin milkê min bi xwe. Çawa ku mirov kurê xwe yê jê re xizmetê dike diparêze, ezê jî wan biparêzim.

18 Hûnê dîsa ferqa di navbera kesên rast û xerab de fêm bikin. Hûnê hay ji wan kesan hebin ku xulamiya Xwedê dikin an na.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan