Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Melaxî 2 - Kurmanji Încîl

1 Kahinno! Ev emir ji bo we ye.

2 Xudanê Karîndar dibêje: “Heke hûn guhdar nekin, heke dilê we tuneye ku hûn navê min birûmet bikin, ezê naletê bi ser we de bişînim. Ezê bereketên xwe bikim nalet. Va ye min êdî ew nalet kirin. Çimkî dilê we tuneye ku hûn navê min birûmet bikin.

3 “Ezê ziriyeta we bişikênim û rêxa pêşkêşiyên cejnên we bavêjim ser rûyê we. Ezê we ji hizûra xwe bavêjim.

4 Baş bizanibin, min ev emir li we kiriye ku peymana min a bi Lêwî re bidome” Xudanê Karîndar dibêje.

5 “Peymana min a bi Lêwî re peymana jiyan û aştiyê ye ku min da wî. Peymanê xwest ku ew ji min bitirse û ew tirsiya jî. Wî qedrê navê min girt.

6 Hînkirina rastiyê di devê wî de bû. Li ser lêvên wî neheqî nehat dîtin. Bi min re bi aştî û dirustiyê meşiya. Wî gelek kes ji riya neheqiyê vegerandin.

7 “Divê lêvên kahin zanînê biparêze. Divê mirov li hînkirina devê wî bigerin. Çimkî ew qasidê Xudanê Karîndar e.

8 Lê hûn ji rê derketin. We gelek kes bi hînkirina xwe terpilandin. We peymana min a bi Lêwî re xera kir” Xudanê Karîndar dibêje.

9 “Loma jî min li ber tevahiya gel hûn kêm û nizim kirin. Çimkî we neda ser riya min. We di hînkirinê de ferq û meylî kir.”


Gelê Cihûdayê peymanê xera dike

10 Qey bavê me hemûyan ne yek e? Gelo Xwedayê ku em afirandine ne tekane ye? Madem wisa ye, çima em bêbextiya birayê xwe dikin û peymana bav û kalên xwe xera dikin?

11 Gelê Cihûdayê bêbextî kir. Li Îsraêlê û li Orşelîmê tiştên kirêt hatin kirin. Cihûda Pîrozgeha ku Xudan jê hez dike mirdar kir. Ew bi keça îlahekî re zewicî.

12 Her kesê ev kiribe, ji Xudanê Karîndar re diyariyan jî pêşkêş bike, bila Xudan wî ji nav konên Aqûb bavêje!

13 Hûn tiştekî din jî dikin: Hûn gorîgeha Xudan bi hêsiran, bi girîn û nalînan tije dikin. Çimkî êdî Xudan diyariyên we nabîne. Ew ji tiştên destê we ne razî ye.

14 Hûn dibêjin: “Çima?” Çimkî Xudan di navbera te û jina ciwaniya te de şahid bû. Lê tevî ku ew hevala te û jina ku te pê re peyman çêkir û zewicî, te pê re bêbextî kir.

15 Qey Xwedê hûn herdu nekiribû ruh û bedenek? Çima yek? Çimkî ew ji xwe re li ziriyetekê digeriya. Loma jî hay ji xwe hebin ku tu kes bêbextiyê li jina ciwaniya xwe neke.

16 Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan dibêje: “Ez ji jinberdanê û ji xiftanê ku bi vê zordariyê tije ye nefret dikim” Xudanê Karîndar dibêje. Loma hay jê hebin, bêbextiyê nekin!


Roja dîwanê û qasidê Xwedê

17 We bi gotinên xwe Xudan aciz kir. Lê hûn dibêjin: “Me çawa ew aciz kir?” We bi van gotinan aciz kir: “Her kesê xerabiyê dike di çavê Xudan de qenc e. Dilê wî bi wî kesî xweş e.” Bi ser de we ev jî got: “Ka Xwedayê edaletê?”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan