Melaxî 1 - Kurmanji Încîl1 Peyam: Gotina Xudan a bi riya Melaxî ji gelê Îsraêl re hatibû, ev e. Xwedê ji gelê Îsraêl hez dike 2 Xudan dibêje: “Min ji we hez kir. “Lê hûn dibêjin: ‘Te çawa ji me hez kir?’” Gotina Xudan ev e: “Qey Esaw ne birayê Aqûb bû? Min ji Aqûb hez kir, 3 lê ji Esaw nefret kir. Min herêma wî ya çiyayî wêran kir û mîrasa wî da çeqelên beriyê.” 4 Heke gelê Edomê bibêje: “Em hatin perçiqandin, lê emê dîsa wêraneyên xwe ava bikin,” wê gavê Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bila ava bikin, lê ezê hilweşînim. Wê ji wan re ‘Welatê xerab û gelê ku xezeba Xudan heta hetayê li ser wan e’ bê gotin. 5 Gava çavê we vê yekê bibîne, hûnê bibêjin: ‘Xudan li derveyî sînorê gelê Îsraêl jî mezin e.’ Hişyarkirina kahinan 6 “Kur bavê xwe, xulam jî xweyê xwe birûmet dike. Madem ez bav im, ka rûmeta min?! Madem ez xweyî me, ka qedrê min?!” Xudanê Karîndar dibêje. “Kahinno! Kesên ku navê min nizim dikin! Hûn dibêjin: ‘Me navê te çawa nizim kiriye?’ 7 “Hûn hem xwarina mirdar tînin ser gorîgeha min, hem jî dibêjin: ‘Me çawa ew mirdar kir?’ “We sifreya Xudan nizim kiriye. 8 Gava hûn heywanên kor pêşkêş dikin, gelo ev ne xerabî ye? Dema hûn heywanên kulek û nexweş pêşkêş dikin, gelo ev ne xerabî ye?! De ka wan pêşkêşî waliyê xwe bikin! Gelo wê ji te razî bibe?! Wê bi te re keremdar be?!” Xudanê Karîndar wiha dibêje. 9 “Rabin ji Xwedê lava bikin ku li me were rehmê! Ev xerabî karê destê we ye. Gelo wê bi we re keremdar be?!” Xudanê Karîndar dibêje. 10 “Xwezî kesek ji we hebûya ku deriyên Pîrozgehê bi ser we de bigirta û we li ser gorîgeha min beredayî agir pênexista!” Xudanê Karîndar dibêje: “Ez ji we ne razî me û diyariyên destê we jî qebûl nakim! 11 Ji rojhilat heta rojava wê navê min li nav miletan mezin be! Wê li her derî li ser navê min bixûr were pêxistin û diyariyên paqij werin pêşkêşkirin. Çimkî wê navê min li nav miletan mezin be!” Xudanê Karîndar dibêje. 12 “Bi gotina hûn dibêjin: ‘Sifreya Reb mirdar e û xwarina tê ser bêqedir e,’ hûn navê min xera dikin. 13 Bi ser de hûn dibêjin: ‘Ev çiqas zehmet e!’ û pozbilindiyê dikin” Xudanê Karîndar dibêje. “Gava hûn wekî qurbanê heywanên diziyê, heywanên kulek û nexweş tînin, ez ji destê we qebûl bikim? 14 Nalet li wî kesê xapînok be ku soza heywanê ji keriyê xwe daye, lê ji heywanê biqisûr pêşkêşî Reb dike! Çimkî ez padîşahê mezin im û wê milet ji navê min bitirsin” Xudanê Karîndar dibêje. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey