Marqos 3 - Kurmanji ÎncîlQenckirina Mirovekî Desthişkbûyî ( Metta 12:9-14 ; Lûqa 6:6-11 ) 1 Îcar Îsa careke din ket kinîştê. Li wê derê mirovek hebû ku destê wî hişk bûbû. 2 Çavên wan li Îsa bûn, ka ewê roja Şemiyê wî qenc bike, da ku wî sûcdar bikin. 3 Îsa ji mirovê ku destê wî hişk bûbû re got: «Ka rabe, li navendê raweste!» 4 Piştre ji wan re got: «Ma di roja Şemiyê de qencîkirin an xerabîkirin, xilaskirina jiyana mirovekî an kuştin cayîz e?» Lê wan devê xwe girt. 5 Îsa bi hêrs li wan ên ku li hawirdora wî bûn nêrî, ji ber serhişkiya wan xemgîn bû û ji zilam re got: «Destê xwe dirêj bike.» Wî jî dirêj kir û destê wî qenc bû. 6 Fêrisî derketin derve û di cih de bi alîgirên Hêrodês re şêwirîn, ka ewê çawa Îsa bidin kuştin. Civata li Perê Golê 7 Îsa bi şagirtên xwe ve xwe da perê golê. Ji Celîlê elaleteke mezin li pey wî hat. 8 Gava ku wan kirinên wî bihîstin, ji Cihûstanê, ji Orşelîmê, ji Îdûmeyê û ji aliyê Urdunê, ji herêma Sûr û Saydayê gelek mirov hatin ba wî. 9 Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got ku ji wî re qeyikekê amade bikin, da ku di nav elaletê de neyê dehfandin. 10 Çimkî wî gelek kes qenc kiribûn, wisa ku yên êşên wan hebûn, ji bo ku destê xwe li wî bidin, li wî teng dikirin. 11 Dema ku ruhên nepak ew didîtin, li ber wî deverû xwe davêtin erdê, diqîriyan û digotin: «Tu Kurê Xwedê yî!» 12 Lê Îsa hişk li wan emir dikir, da ji kesî re nebêjin ku ew kî ye. Hilbijartina Her Diwanzdeh Şagirtan ( Metta 10:1-4 ; Lûqa 6:12-16 ) 13 Îsa hilkişiya çiyê û kesên ku wî dixwestin gazî ba xwe kirin. Ew jî hatin ba wî. 14 Wî diwanzdeh kes hilbijartin ku bi wî re bimînin û wan bişîne ku Mizgîniyê bidin, navê wan kir Şandî 15 û wî desthilatî da wan ku cinan derxin. 16 Diwanzdeh kesên hilbijartî ev in: Şimûn – ku navê wî kir Petrûs – 17 Aqûbê Zebedî û birayê wî Yûhenna – wî navê Boanerces li wan kir, ku tê mana «Kurên Gurîna Ezmên» – 18 Endrawis, Filîpos, Bertolomeyos, Metta, Tûma, Aqûbê kurê Halfayos, Tedayos, Şimûnê welatparêz 19 û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku Îsa da dest. Îsa û Belzebûl ( Metta 12:22-32 ; Lûqa 11:14-23 ; 12:10 ) 20 Paşê Îsa çû malekê. Dîsa ewqas elalet civiya, wisa ku nikaribûn xwarinê jî bixwin. 21 Dema mirovên wî ev yek bihîstin, derketin ku wî bigirin, çimkî wan digot: «Wî hişê xwe winda kiriye!» 22 Û Şerîetzanên ku ji Orşelîmê daketibûn, digotin: «Belzebûl bi wî re ye. Ew bi destê mîrê cinan, cinan derdixe!» 23 Îsa jî ew gazî ba xwe kirin û bi meselan ji wan re got: «Îblîs çawa dikare Îblîs derxe? 24 Eger di nav padîşahiyekê de dubendî hebe, ew padîşahî nikare bimîne. 25 Û eger di nav malekê de dubendî hebe, ew mal nikare bimîne. 26 Û eger Îblîs li hember xwe rabe û bi xwe re bikeve dubendiyê, nikare bimîne û êdî dawiya wî hatiye. 27 Lê belê tu kes nikare bikeve mala mêrxasekî û talan bike. Divê pêşî wî mêrxasî girêde û piştre mala wî talan bike. 28 «Bi rastî ez ji we re dibêjim, hemû guneh û çêrên kurên mirovan wê li wan bên bihûrtin, 29 lê belê kî ku çêrî Ruhê Pîroz bike, tu caran lê nayê bihûrtin; ew bi gunehê herheyî sûcdar e.» 30 Îsa weha peyivî, çimkî wan digot: «Ruhê nepak bi wî re heye.» Dê û Birayên Îsa ( Metta 12:46-50 ; Lûqa 8:19-21 ) 31 Dê û birayên Îsa hatin, li derve rawestan, yek şandin pey wî û gazî wî kirin. 32 Elalet li dora wî rûdinişt, îcar jê re gotin: «Va ye, diya te û birayên te li derve ne, li te digerin.» 33 Îsa li wan vegerand û got: «Diya min û birayên min kî ne?» 34 Hingê li kesên li dora xwe rûniştî nêrî û got: «Va ne, diya min û birayên min! 35 Kî ku daxwaza Xwedê bîne cih, birayê min, xwişka min û diya min ew e.» |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey