Marqos 15 - Kurmanji ÎncîlÎsa li ber Dîwana Pîlatos ( Metta 27:1-2 , 11-14 ; Lûqa 23:1-5 ; Yûhenna 18:28-38 ) 1 Serê sibê zû serekên kahînan bi rihspî, Şerîetzan û hemû civîna giregiran re şêwirîn. Îsa girêdan û birin, dan destê Pîlatos. 2 Pîlatos ji wî pirsî û got: «Ma tu padîşahê Cihûyan î?» Îsa bersîv da û got: «Erê, wek ku te got.» 3 Serekên kahînan bi gelek tiştan ew sûcdar kirin. 4 Pîlatos dîsa ji wî pirsî û got: «Ma tu qet bersîvê nadî? Binêre ku çiqas giliyê te dikin!» 5 Lê Îsa êdî tu bersîv neda wî, wisa ku Pîlatos şaş ma. Biryara Kuştina Îsa ( Metta 27:15-26 ; Lûqa 23:13-25 ; Yûhenna 18:39–19:16 ) 6 Îcar adet bû ku di her Cejna Derbasbûnê de walî girtiyekî ku gel dixwest berde. 7 Di nav serhildêrên ku di serhildanê de mêr kuştibûn, girtiyek bi navê Barabas hebû. 8 Û elalet derket pêşberî walî, jê xwestin ku li gor adeta xwe ji wan re bike. 9 Pîlatos jî ji wan re got: «Ma hûn dixwazin ku ez ji bo we padîşahê Cihûyan berdim?» 10 Çimkî wî dizanibû ku serekên kahînan ji ber çavnebariyê Îsa dane destê wî. 11 Lê serekên kahînan nav di elaletê dan ku bixwazin Barabas ji bo wan bê berdan. 12 Pîlatos dîsa ji wan pirsî: «Nexwe hûn dixwazin ez çi bi wî kesî bikim ê ku hûn jê re padîşahê Cihûyan dibêjin?» 13 Ew qîriyan û gotin: «Wî xaç bike!» 14 Pîlatos ji wan pirsî: «Çima? Wî çi xerabî kiriye?» Lê ew hê bêtir qîriyan: «Wî xaç bike!» 15 Pîlatos xwest ku elaletê razî bike û Barabas ji wan re berda. Û Îsa da ber qamçiyan û da destê wan, da ku bê xaçkirin. Leşker Tinazên Xwe bi Îsa Dikin ( Metta 27:27-30 ; Yûhenna 19:2-3 ) 16 Hingê leşkeran ew bir hundirê qesrê, yanî hewşa qesra walî û hemû tabûra leşkeran li ser civandin. 17 Xiftanekî binefşî lê kirin û tacek ji stiriyan honandî danîn ser serê wî. 18 Dest pê kirin silav danê û gotin: «Bijî padîşahê Cihûyan!» 19 Bi çîtikekê li serê wî xistin, tif kirin wî, çûn ser çokan û li ber wî xwe tewandin. 20 Piştî ku tinazên xwe pê kirin, cilê binefşî jê kirin, cilên wî lê kirin û birin derve ku wî xaç bikin. Xaçkirina Îsa ( Metta 27:31-44 ; Lûqa 23:27-43 ; Yûhenna 19:17-27 ) 21 Şimûnê ji Kûrênê – ku bavê Skender û Rûfos bû – ji zeviya xwe vedigeriya û di wir re derbas dibû. Leşkeran bi zorê xaça Îsa bi wî dan hilgirtin. 22 Îsa anîn wî cihê ku jê re ‹Golgota› digotin, ku bê wergerandin: «Qoqê Serî». 23 Şerab û mur tevlihevkirî danê, lê wî venexwar. 24 Îsa xaçkirin û cilên wî bi pişk li xwe leva kirin, ka wê kî çi bistîne. 25 Û saet di nehê sibê de ew xaç kirin. 26 Nivîsa ku ew pê sûcdar dikirin weha bû: «PADÎŞAHÊ CIHÛYAN.» 27-28 Bi wî re du rêbir jî xaçkirin; yek li milê wî yê rastê, yê din li milê wî yê çepê. 29 Yên ku di wir re derbas dibûn, serê xwe dihejandin, Îsa şermezar dikirin û digotin: «Ka teyê Perestgeh hilweşanda û di sê rojan de ava bikira! 30 Ji xaçê were xwarê û xwe xilas bike!» 31 Bi vî awayî serekên kahînan û Şerîetzan jî di nav xwe de bi tinaz dipeyivîn û digotin: «Yên din xilas kirin, lê nikare xwe xilas bike! 32 Bila niha padîşahê Îsraêlê Mesîh ji xaçê bê xwarê, da ku em bibînin û bawer bikin.» Yên bi wî re hatibûn xaçkirin jî ew şermezar dikirin. Mirina Îsa ( Metta 27:31-44 ; Lûqa 23:27-43 ; Yûhenna 19:17-27 ) 33 Piştî nîvro saet ji diwanzdehan heta saet sisiyan tarî ket ser seranserê welêt. 34 Û saet di sisiyan de Îsa bi dengekî bilind qîriya: «Êloyî, Êloyî, lama sabaxtanî?» ku bê wergerandin: «Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?» 35 Gava hin ji yên ku li wir bûn ev bihîstin, gotin: «Binêrin, ew gazî Êlyas dike.» 36 Yek ji wan bi lez çû avgirek hilda, bi sihikê tije kir, bi çîtikekê ve danî û dirêjî Îsa kir ku vexwe. Û got: «Bihêlin, em bibînin, ka Êlyas wê bê ku wî bîne xwarê?» 37 Îsa bi dengekî bilind qîriya û ruhê xwe da. 38 Hingê perda Perestgehê ji serî heta binî çiriya û bû du perçe. 39 Sersedê ku li pêşberî Îsa rawesta bû, gava dît ku Îsa çawa ruhê xwe da, got: «Bi rastî jî, ev mirov Kurê Xwedê bû!» 40 Jinên ku ji dûr ve li vê yekê temaşe dikirin hebûn. Meryema Mejdelanî, Meryema diya Yûsês û Aqûbê ciwan û herweha Seloma jî di nav wan de bûn. 41 Dema ku Îsa li Celîlê bû, li pey wî diçûn û jê re xizmet dikirin. Ji van pê ve, gelek jinên din jî li wir hebûn ku bi Îsa re hatibûn Orşelîmê. Veşartina Îsa ( Metta 27:57-61 ; Lûqa 23:50-56 ; Yûhenna 19:38-42 ) 42 Roja Amadekirinê, yanî roja beriya Şemiyê bû. Îcar gava bû êvar, 43 Ûsivê Arîmetyayî hat ê ku endamekî civîna giregiran ê bi rûmet bû. Ew bi xwe jî li hêviya Padîşahiya Xwedê bû. Wî wêrî û çû ba Pîlatos, cesedê Îsa jê xwest. 44 Gava Pîlatos bihîst ku Îsa ji xwe miriye, şaş ma. Gazî sersed kir û jê pirsî: «Ma gelek wext di ser mirina wî re derbas bûye?» 45 Gava ji sersed hîn bû, cesed da Ûsiv. 46 Wî cawekî keten kirrî, cesed anî xwarê, bi caw pêça û di goreke ku di latê de hatibû kolan de veşart. Kevirek gêr kir ser deriyê gorê. 47 Meryema Mejdelanî û Meryema diya Yûsês dîtin ku ew li ku derê hat veşartin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey