Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Marqos 12 - Kurmanji Încîl


Mesela Rezvanan
( Metta 21:33-46 ; Lûqa 20:9-19 )

1 Îsa bi meselan ji wan re dest bi peyivînê kir: «Mirovekî rez danî, hawirdora wî sênc kir; mahserek kola û birca nobedaran çêkir. Piştre wî rez bi kirê da rezvanan û çû welatekî din.

2 Di demsala rêz de xulamek şand ba rezvanan, da ku ji berê rêz ji wan bistîne.

3 Lê wan ew girt, li wî xistin û ew destvala şandin.

4 Û dîsa wî xulamekî din şand ba wan, lê wan serê wî şikand û ew riswa kirin.

5 Wî yekî din şand, ew jî kuştin. Wî gelek kesên din şandin, li hinekan xistin û hinek jî kuştin.

6 Ji bo şandinê tenê kesek mabû, kurê wî yê delal. Di pey re rabû, kurê xwe şand û got: ‹Ewê siyaneta kurê min bigirin.›

7 Lê rezvan bi hev şêwirîn û gotin: ‹Ev wêris e! De werin, em wî bikujin, mîras wê ji me re bimîne.›

8 Hingê wan ew girt, kuştin û avêtin derveyî rêz.

9 Îcar xwediyê rêz wê çi bike? Ewê bê, rezvanan helak bike û rêz bide hinekên din.

10 Ma we ew nivîsar nexwendiye? ‹Ew kevirê ku hostayan red kir Bû kevirê serê rikin.

11 Ev ji aliyê Xudan ve çêbû. Û ev li ber çavê me karekî ecêb e!› »

12 Wan xwest ku Îsa bigirin, lê ji elaletê tirsiyan. Çimkî wan fêm kir ku wî ev mesele di ber wan de anî. Îcar dev ji wî berdan û çûn.


Baca Qeyser
( Metta 22:15-22 ; Lûqa 20:20-26 )

13 Bi armanca ku Îsa bi gotina wî bixin xefikê, wan hinek ji Fêrisî û alîgirên Hêrodês şandin ba wî.

14 Ew hatin û jê re gotin: «Mamoste! Em dizanin ku tu mirovekî rast î. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, çimkî tu li rûyê mirovan nanêrî, lê tu riya Xwedê rast hîn dikî. Ma dibe ku em bacê bidin Qeyser an na? Ma em bidin, an em nedin?»

15 Lê Îsa bi durûtiya wan dizanibû û got: «Çima hûn min diceribînin? Ji min re zîvekî bînin ku ez bibînim.»

16 Wan jê re zîvek anî. Wî ji wan pirsî: «Ev resm û nivîsîn ên kê ne?» Wan got: «Yên Qeyser in.»

17 Îsa ji wan re got: «Tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.» Û ew li wî ecêbmayî man.


Pirsa Rabûna Miriyan
( Metta 22:23-33 ; Lûqa 20:27-40 )

18 Hinek Sadûqiyên ku digotin vejîna miriyan tune, hatin ba Îsa û jê pirsîn:

19 «Mamoste, Mûsa ji bo me nivîsiye: ‹Eger birayê yekî bimire, zarokên wî nebin û jina xwe li pey xwe bihêle, divê birayê wî jina wî bistîne û dûndanê ji birayê xwe re rake.›

20 Îcar heft bira hebûn. Yê pêşî jinek anî û bê dûndan mir.

21 Yê diduyan ew jin anî. Ew jî bê dûndan mir. Ev tişt hat serê yê sisiyan jî.

22 Bi vî awayî ji her heftan re jî zarok çênebûn. Piştî hemûyan jî jin mir.

23 Îcar, Roja Vejînê çaxê mirî rabin, ev jin wê jina kîjanî be? Çimkî her heftan jî ew anîbû.»

24 Îsa ji wan re got: «Ma sedemê şaşbûna we ne ev e ku hûn bi Nivîsarên Pîroz û bi hêza Xwedê nizanin?

25 Gava yên mirî ji nav miriyan radibin, ne jinê tînin û ne jî mêr dikin, çimkî ew wek milyaketên ezmanan in.

26 Ma li ser rabûna miriyan we di Kitêba Mûsa de, di serhatiya deviyê de nexwendiye ku çawa Xwedê jê re dibêje: ‹Ez Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im.›?

27 Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e. Hûn gelek şaş in!»


Emrê Herî Mezin
( Metta 22:34-40 ; Lûqa 10:25-28 )

28 Dema ku Şerîetzanekî munaqeşa wan bihîst û dît ku Îsa qenc bersîva wan da, nêzîkî wî bû û jê pirsî: «Di nav hemû emran de yê herî mezin kîjan e?»

29 Îsa lê vegerand: «Emrê herî mezin ev e: ‹Bibihîze, ya Îsraêl! Xudan Xwedayê me yek e.

30 Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû fêmdariya xwe û bi hemû hêza xwe hez bike.›

31 Yê diduyan jî ev e: ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.› Ji van mezintir tu emir tunin.»

32 Îcar Şerîetzan ji wî re got: «Rast e, Mamoste! Te ya rast got, ku ‹Xudan yek e û jê pê ve, yekî din tune.›

33 Û ‹hezkirina ji wî bi hemû dil, bi hemû fêmdariyê, bi hemû hêzê û hezkirina ji cîranê xwe wek xwe, di ser her goriyên şewitandinê û qurbanan re ye.› »

34 Gava Îsa dît ku wî bi aqilmendî bersîv da, jê re got: «Tu ji Padîşahiya Xwedê ne dûr î.» Piştî vê yekê, êdî tu kesî newêribû ku tiştekî ji wî bipirse.


Mesîh Kurê Kê Ye?
( Metta 22:41-46 ; Lûqa 20:41-44 )

35 Gava ku Îsa di Perestgehê de hîn dikir, got: «Şerîetzan çawa dibêjin ku Mesîh kurê Dawid e?

36 Dawid bi xwe bi saya Ruhê Pîroz dibêje: ‹Xudan ji Xudanê min re got: Li milê min ê rastê rûne, Heta ku ez dijminên te bikim bin lingên te.›

37 Dawid bi xwe ji wî re dibêje ‹Xudan›. Îcar ew çawa dibe kurê Dawid?» Elaleteke mezin bi dilxweşî guhdariya Îsa dikir.


Şerîetzanên Durû
( Metta 23:1-36 ; Lûqa 20:45-47 )

38 Wî di hînkirina xwe de digot: «Xwe ji wan Şerîetzanan biparêzin, yên ku hez dikin bi xiftanên dirêj bigerin, di sûkan de silav li wan bê kirin,

39 di kinîştan de li ser kursiyên pêşî û di ziyafetan de li cihên jorîn rûnin.

40 Ew malên jinebiyan dadiqurtînin û ji bo ku bên dîtin duayên dirêj dikin. Dîwana wan wê hê girantir be.»


Diyariya Jinebiya Belengaz
( Lûqa 21:1-4 )

41 Îsa li pêşberî peredanka Perestgehê rûnişt û nêrî ku elalet çawa peran davêjin peredankê. Gelek kesên dewlemend pirr pere avêtinê.

42 Jinebiyeke belengaz jî hat û du polên ku dikirin qurişek avêtê.

43 Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, vê jinebiya belengaz ji wan hemûyan bêtir avêt peredankê,

44 çimkî wan hemûyên din ji zêdehiya malê xwe avêtinê. Lê vê jinikê ji belengaziya xwe çi tiştê wê hebû, hemû abora xwe avêtê.»

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan