Lûqa 5 - Kurmanji ÎncîlÎsa Şagirtên Xwe Yên Pêşî Hildibijêre ( Metta 4:18-22 ; Marqos 1:16-20 ) 1 Rojekê gava Îsa li ber perê Gola Cênîsartê sekinîbû, elalet li wî teng dikir, da ku gotina Xwedê bibihîzin. 2 Îsa du qeyik li devê golê dîtin. Masîgir ji wan peya bûbûn û torên xwe dişuştin. 3 Îsa li qeyikekê ji wan siwar bû. Ew jî ya Şimûn bû û ji wî hêvî kir ku qeyikê piçekê ji bejê dûr bixe. Û rûniştî ji qeyikê elalet hîn dikir. 4 Piştî ku wî gotinên xwe xilas kirin, ji Şimûn re got: «Qeyika xwe ber bi kûrahiyê ve bajo, torên xwe bavêjin nêçîra masiyan.» 5 Şimûn lê vegerand û got: «Ya Hosta! Tevahiya şevê me kir û nekir, me tu tişt negirt. Lê li ser gotina te, ezê toran bavêjim.» 6 Gava wan wisa kir, wan ewqas masî girtin ku hindik mabû, torên wan bidirin. 7 Wan bi îşaret kirin şirîkên xwe yên ku di qeyika din de bûn, da ku bên û alîkariya wan bikin. Ew jî hatin û herdu qeyik ewqas dagirtin ku hindik ma bû, ew bin av bibin. 8 Gava Şimûn-Petrûs ev dît, wî xwe avêt ber çokên Îsa û got: «Ya Xudan, ji min dûr keve, çimkî ez mirovekî gunehkar im.» 9 Çimkî ew û hemû yên ku pê re bûn ji pirrbûna masiyên ku girtibûn, heyirî diman û ditirsiyan, 10 wisa jî Aqûb û Yûhenna, kurên Zebedî, yên ku şirîkên Şimûn bûn heyirîn. Hingê Îsa ji Şimûn re got: «Netirse! Ji niha û pê ve, tê bibî nêçîrvanê mirovan.» 11 Wan qeyikên xwe kişandin bejê, dev ji her tiştî berdan û li pey wî çûn. Qenckirina Mirovekî Kotî ( Metta 8:1-4 ; Marqos 1:40-45 ) 12 Gava ku ew li nav bajarekî ji bajaran bû, li wir mirovek hebû ku bedena wî hemû kotî bû. Gava wî Îsa dît, xwe deverû avêt erdê, jê lava kir û got: «Ya Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.» 13 Îsa destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: «Ez dixwazim. Paqij bibe!» Û di cih de kotîbûn jê çû. 14 Û Îsa tembîh li wî kir, ku ew vê yekê ji kesî re nebêje, lê jê re got: «Here xwe nîşanî kahîn bide û wek ku Mûsa emir kiriye, pêşkêşekê bide, da ji wan re bibe şahidî, ku tu paqij bûyî.» 15 Dîsa jî nav û dengê Îsa hê bêtir belav dibû û elaleteke mezin li hev kom dibû, da ku guhdariya wî bikin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin. 16 Lê wî xwe dida çolê û dua dikir. Qenckirin û Lêbihûrtina Mirovê Şil û Şeht ( Metta 9:1-8 ; Marqos 2:1-12 ) 17 Rojekê, çaxê wî hîn dikir, Fêrisî û Şerîetzan jî li wir rûniştibûn. Ew ji her gundên Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Hêza Xudan ji bo qenckirina nexweşiyên wan pê re bû. 18 Hingê hin zilaman yekî felcî di nav nivînan de anî û dixebitîn ku wî bînin hundir û deynin ber Îsa. 19 Lê gava wan ji ber elaletê tu rê nedît ku wî bînin hundir, ew hilkişiyan ser bên, keremîtik rakirin û ew tevî nivînên wî daxistin navendê ber Îsa. 20 Gava wî baweriya wan dît, ji yê felcî re got: «Ey mirovo! Li gunehên te hat bihûrtin.» 21 Şerîetzan û Fêrisiyan dest pê kir, fikirîn û gotin: «Ma evê ku çêrî Xwedê dike kî ye? Ma ji Xwedê pê ve, kî dikare li gunehan bibihûre?» 22 Îsa bi fikrên wan hesiya, wî bersîv da û ji wan re got: «Ma hûn çima tiştên weha di dilê xwe de dibêjin? 23 Ma kîjan hêsanîtir e? Ez bêjim: ‹Gunehên te li te hatin bihûrtin!› an ku ez bêjim: ‹Rabe û rêve here!› 24 Lê ji bo ku hûn bizanin desthilatiya Kurê Mirov heye ku li ser erdê li gunehan bibihûre», ji yê felcî re got: «Ez ji te re dibêjim, rabe nivînên xwe hilîne û here mala xwe.» 25 Ew jî di cih de li pêş wan rabû ser xwe, rahişt wan nivînên ku ew di nav wan de bû, çû mala xwe û pesnê Xwedê da. 26 Hemû li vê yekê heyirî man, pesnê Xwedê dan, dilê wan tije tirs bû û gotin: «Îro me tiştên ecêb dîtin.» Îsa Gazî Lêwî Dike ( Metta 9:1-8 ; Marqos 2:1-12 ) 27 Piştî vê yekê Îsa derket derve û bacgirekî rûniştî di bacxanê de dît, ku navê wî Lêwî bû. Wî jê re got: «Li pey min were.» 28 Wî jî dev ji her tiştî berda, rabû ser xwe û li pey wî çû. 29 Lêwî jê re di mala xwe de ziyafetek da. Li ser sifrê bi wan re hejmareke mezin ji bacgiran û hinekên din rûniştibûn. 30 Îcar Fêrisiyan û zaneyên wan ên Şerîetê di serê şagirtên wî de kirin pitepit û gotin: «Çima hûn bi bacgir û gunehkaran re dixwin û vedixwin?» 31 Îsa li wan vegerand û got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm in. 32 Ez nehatime, ku ji bo tobekirinê gazî rastan bikim, lê ez hatim ku gazî gunehkaran bikim.» Pirsa Rojîgirtinê ( Metta 9:14-17 ; Marqos 2:18-22 ) 33 Îcar wan ji Îsa re got: «Şagirtên Yûhenna gelek rojiyê digirin û dua dikin û yên Fêrisiyan jî wisa dikin, lê yên te dixwin û vedixwin.» 34 Îsa ji wan re got: «Heta ku zava bi wan re ye, ma hûn dikarin ji xelkê dawetê re bêjin: ‹Rojiyê bigirin!› 35 Lê rojên ku zava wê ji nav wan bê standin wê bên. Hingê di wan rojan de ewê rojiyê bigirin.» 36 Wî meselek jî ji wan re got: «Tu kes perçeyekî ji cilekî nû jê nake, ku cilekî kevin pê pîne bike. Eger bike, hem wê cilê nû bidirîne, hem jî ew perçê ji cilê nû bi cilê kevin re li hev nayê. 37 Û tu kes şeraba nû naxe meşkên kevin. Eger weha bike, şeraba nû wê meşkan bidirîne, şerab wê birije û meşk wê ziyan bibin. 38 Lê belê divê şeraba nû bikeve meşkên nû. 39 Û kesek tune ku piştî şeraba kevin vexwe, ya nû bixwaze, çimkî ew dibêje: ‹Ya kevin xweş e.›» |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey