Lûqa 23 - Kurmanji ÎncîlÎsa li ber Pîlatosê Walî ( Metta 27:1-2 , 11-14 ; Marqos 15:1-5 ; Yûhenna 18:28-38 ) 1 Tevahiya civînê rabû ser xwe û Îsa birin ber Pîlatos. 2 Wan dest bi giliyê wî kir û gotin: «Me dît ku evê ha miletê me ji rê derdixe. Nahêle ku baca Qeyser bê dayîn û ji bo xwe dibêje ku ew Mesîh e, yanî padîşah e.» 3 Pîlatos jê pirsî û got: «Ma tu padîşahê Cihûyan î?» Îsa lê vegerand û got: «Wek ku te got.» 4 Pîlatos ji serekên kahînan re û ji elaleta milet re got: «Ez tu sedemê sûcdarkirina vî mirovî nabînim!» 5 Lê ew li ser ya xwe man û gotin: «Vî mirovî milet li seranserê Cihûstanê, ji Celîlê û heta vir bi hînkirina xwe rakiriye ser lingan.» Îsa li ber Hêrodês 6 Gava Pîlatos ev bihîst, wî pirsî û got: «Ma ev mirov ji Celîlê ye?» 7 Gava ew hîn bû ku ew ji wê dera ku di bin hukumdariya Hêrodês de ye, wî ew şand ba Hêrodês. Hêrodês bi xwe jî di wan rojan de li Orşelîmê bû. 8 Gava Hêrodês Îsa dît, ew gelek şa bû. Hê ji mêj ve wî dixwest ku wî bibîne, çimkî wî gelek tişt li ser Îsa bihîstibûn û hêvî dikir, ku Îsa li ber wî kerametekê bike. 9 Wî jî gelek pirs li ber Îsa danîn, lê Îsa qet bersîva wî neda. 10 Serekên kahînan û Şerîetzan li ser piyan rawestan û giliyê xwe li hember Îsa giran kirin. 11 Hêrodês û leşkerên wî jî ew kêm dîtin û tinazên xwe pê kirin. Wan cilekî spehî yê ku diçirise lê kir û careke din ew vegerandin ba Pîlatos. 12 Di wê rojê de Pîlatos û Hêrodês, yên ku beriya hingê dijminahî bi hev re dikirin, dostanî bi hev re danîn. Îsa Cezayê Mirinê Distîne ( Metta 27:15-26 ; Marqos 15:6-15 ; Yûhenna 18:39–19:16 ) 13 Pîlatos gazî serekên kahînan, serweran û xelkê kir 14 û ji wan re got: «We ev mirovê ha anî ber min û we got ku ew gel ji rê derdixe. Min jî ew li ber we kişand pirsyariyê û min tu sûcê ku we dixistin stûyê wî, li ser wî nedîtin. 15 Hêrodês jî nedît. Ji ber vê yekê wî ew li me vegerand. Û binêrin, vî mirovî tiştek nekiriye ku bê kuştin. 16-17 Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.» 18 Lê koma elaletê bi dengekî kire qîrîn û got: «Vî ji ber çavê me rake, Barabas ji me re berde!» 19 Heçî Barabas bû, ew ji ber serhildaneke di bajêr de û ji ber mêrkujiyê ketibû zîndanê. 20 Pîlatos careke din bi wan re peyivî, çimkî wî dixwest Îsa berde. 21 Lê wan kir qîrîn û gotin: «Wî xaç bike, wî xaç bike!» 22 Hingê wî cara sisiyan ji wan re got: «Ka vî mirovî çi xerabî kiriye? Min tu sedemê kuştina wî nedîtiye. Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.» 23 Lê dîsa ew li ser ya xwe diman û bi qîrîneke bilind dixwestin ku ew bê xaçkirin û dengê wan bi ser ket. 24 Pîlatos biryar da, ku daxwaza wan bê cih. 25 Wî ewê ku ji ber serhildan û mêrkujiyê girtî bû û wan berdana wî dixwest, ji zîndanê berda û Îsa bi hêviya daxwaza wan ve hişt. Xaçkirina Îsa ( Metta 27:31-44 ; Marqos 15:21-32 ; Yûhenna 19:17-27 ) 26 Û gava ew dibirin, wan Şimûnê ku ji Kûrênê bû û ji zeviyê vedigeriya, girtin. Xaç danîn ser pişta wî ku ew wê li pey Îsa bibe. 27 Elaleteke mezin ji xelkê li pey Îsa diçû, di nav wan de pîrek jî hebûn ku li singê xwe dixistin û li ser Îsa digirîn. 28 Îsa li wan zivirî û got: «Ya keçên Orşelîmê, li ser min negirîn! Li ser xwe û zarokên xwe bigirîn! 29 Va ye, roj wê bên ku mirov wê bêjin: ‹Xwezî bi yên ku bê ber in û xwezî bi wan zikên ku zarok neanîne û bi wan çiçikên ku nemêjandine!› 30 Hingê mirov wê dest pê bikin û ji çiyan re bêjin: ‹Çiyano, bi ser me de bikevin! Û ji giran re bêjin: Girno, me veşêrin!› 31 Eger weha bi dara ter bikin, ma halê dara hişk wê bibe çi?» 32 Û du mirovên din ên sûcdar jî dibirin, da ku ew jî bi Îsa re bên kuştin. 33 Û çaxê ew gihîştin wî cihê ku Qoq jê re digotin, wan ew û herdu sûcdar xaç kirin, yek li milê wî yê rastê û yê din li milê wî yê çepê. 34 Hingê Îsa got: «Ya Bavê min, li wan bibihûre, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin!» Wan jî pişk avêtin ser cilên wî û li xwe leva kirin. 35 Xelk jî li wê derê rawestabû û temaşe dikir. Serwerên Cihûyan jî henekên xwe bi Îsa dikirin û digotin: «Wî kesên din xilas kirin; eger ew Mesîhê bijartiyê Xwedê be, de bila xwe xilas bike!» 36 Leşkeran jî tinazên xwe pê dikirin, ew nêzîkî wî bûn û sihik jê re anîn 37 û gotin: «Eger tu padîşahê Cihûyan bî, de xwe xilas bike!» 38 Û li ser depika ser serê wî weha hatibû nivîsîn: EV PADÎŞAHÊ CIHÛYAN E. 39 Yekî ji wan sûcdarên daleqandî jî, Îsa şermezar kir û jê re got: «Ka, ma tu ne Mesîh î? De ka xwe û me xilas bike!» 40 Lê yê din lê hilat û got: «Ma tu ji Xwedê natirsî? Ma ne va ye, tu bi xwe jî di bin eynî cezayî de yî? 41 Hema heçî em in, ev heqê me ye, çimkî em bergîdana wan tiştên xerab ên ku me kirine, distînin. Lê wî tiştekî nerast nekiriye!» 42 Û ji Îsa re got: «Ya Îsa, çaxê tu gihîştî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe!» 43 Îsa jî lê vegerand û got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim ku tê îro bi min re di bihiştê de bî!» Mirina Îsa ( Metta 27:45-56 ; Marqos 15:33-41 ; Yûhenna 19:28-30 ) 44-45 Gava dibû nêzîkî saet diwanzdehê nîvro, rojê tarîtî girt û tarî heta saet sisiyan ket ser seranserê welêt û perda Perestgehê di nîvî re çiriya 46 û Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û got: «Ya Bavê min, ‹ez ruhê xwe didim destên te!› » Piştî ku wî ev gotina xwe got, wî ruhê xwe da. 47 Gava sersedê leşkeran tiştê çêbûyî dît, wî pesnê Xwedê da û got: «Bi rastî ev mirovê ha, mirovekî rast bû.» 48 Ew hemû xelkê ku ji bo dîtina van tiştan civiyabû, gava dît ku çi dibû, li singê xwe xist û vegeriya. 49 Hemû nasên Îsa û ew jinên ku ji Celîlê li pey wî hatibûn, ji dûr ve rawestabûn û ev tiştên ha temaşe dikirin. Veşartina Îsa ( Metta 27:57-61 ; Marqos 15:42-47 ; Yûhenna 19:38-42 ) 50 Îcar zilamek bi navê Ûsiv hebû; ew endamekî civîna giregiran û mirovekî qenc û rast bû. 51 Ev mirov bi xwestin û kirina civîna giregiran razî nebûbû. Ew ji bajarekî Cihûyan, ji Arîmetyayê bû û li hêviya hatina Padîşahiya Xwedê bû. 52 Ew çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. 53 Gava cesed ji xaçê anî xwarê, wî ew di nav cawekî de pêça û ew xist goreke ku di latê de hatibû kolan. Hê kesek tê de nehatibû veşartin. 54 Ew roj roja Amadekirinê bû û roja Şemiyê dest pê dikir. 55 Ew jinên ku ji Celîlê bi Îsa re hatibûn, li pey Ûsiv çûn, wan gor û çawa cesedê Îsa tê de hat danîn, dîtin. 56 Hingê ew vegeriyan, wan rûn û giyayên bîhnxweş amade kirin. Û roja Şemiyê li gor Şerîetê tu kar nekirin û bîhna xwe vedan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey