Lêwiyî 9 - Kurmanji ÎncîlKahin dest bi karên xwe dikin 1 Di roja heştan de Mûsa gazî Harûn, kurên wî û rîspiyên gelê Îsraêl kir. 2 Wî ji Harûn re got: “Ji bo pêşkêşiya paqijiyê golikekî bêqisûr û ji bo qurbana şewitandinê beranekî bêqisûr hilîne û pêşkêşî Xudan bike. 3 Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Ji bo pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî û ji bo qurbana şewitandinê golikek û berxekî yeksalî yê bêqisûr bînin. 4 Ji bo pêşkêşiya aştiyê ya ji bo Xudan ga û beranekî, tevî pêşkêşiyeke dexlê ya ku bi zeytê hatiye hevîrkirin bînin. Çimkî wê Xudan îro li we xuya bibe.’” 5 Tiştên ku Mûsa emir kiribû anîn ber deriyê Konê Hevdîtinê. Tevahiya civakê nêzîk bû li hizûra Xudan sekinîn. 6 Mûsa got: “Ya ku Xudan li we emir kiriye ev e ku rûmeta wî li we xuya bibe.” 7 Wî ji Harûn re got: “Nêzîkî gorîgehê bibe, pêşkêşiya xwe ya paqijiyê û qurbana xwe ya şewitandinê pêşkêş bike û ji bo xwe û gel kefaretê bide. Çawa ku Xudan emir kiriye, pêşkêşiya gel jî pêşkêş bike û kefaretê bide.” 8 Harûn nêzîkî gorîgehê bû û golikê pêşkêşiya paqijiyê yê ji bo xwe serjê kir. 9 Kurên wî xwîna wî jê re anî. Harûn tiliya xwe xist nav xwînê û li qiloçên gorîgehê xist. Xwîna mayî jî rijand erdê gorîgehê. 10 Lê çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû, wî bezê pêşkêşiya paqijiyê, gurçikên wî û perdeya kezebê li ser gorîgehê şewitandin. 11 Wî goşt û eyarê wî li derveyî artêşgehê şewitandin. 12 Paşê wî qurbana şewitandinê serjê kir. Kurên Harûn xwînê jê re anî û wî jî xwîn bi her aliyên gorîgehê ve reşand. 13 Wan hemû perçeyên pêşkêşiyê û serê wî jî da Harûn. Harûn ew li ser gorîgehê şewitandin. 14 Wî ûr û rovî û pepikên wî şûştin û bi qurbana şewitandinê li ser gorîgehê şewitandin. 15 Paşê Harûn pêşkêşiya gel pêşkêş kir. Wî nêriyê pêşkêşiya paqijiyê ya ji ber gel hilda, serjê kir û wekî ya pêşî, ev jî wekî pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş kir. 16 Paşê wî qurbana şewitandinê li gorî rê û rêbazan pêşkêş kir. 17 Wî pêşkêşiya dexlê jî pêşkêş kir. Wî kulmekî jê hilda û bi qurbana şewitandinê ya ku her sibe tê pêşkêşkirin li ser gorîgehê şewitand. 18 Wî ga û beranê qurbanên aştiyê ya ji ber gel serjê kirin. Kurên wî xwîna wan jê re anîn û wî jî xwîn bi her aliyên gorîgehê ve reşand. 19 Kurên wî bezê gê û berên, dûvê bibez, bezê ûr û roviyan, herdu gurçik, bezê ser gurçikan perdeya kezebê, 20 danîn ser singan. Paşê Harûn bez li ser gorîgehê şewitand. 21 Çawa ku Mûsa emir kiriye, wî sing û hêta rastê wekî pêşkêşiya raberkirinê li ber Xudan raber kirin. 22 Harûn destên xwe ber bi gel ve hildan, ew pîroz û bereket kir. Piştre pêşkêşiya paqijiyê, qurbana şewitandinê û pêşkêşiya aştiyê pêşkêş kirin û berjêr bû. 23 Mûsa û Harûn ketin Konê Hevdîtinê. Gava derketin, wan gel pîroz û bereket kir. Wî çaxî rûmeta Xudan li tevahiya gel xuya bû. 24 Agirek ji hizûra Xudan rabû û bez û qurbana şewitandinê ya ku li ser gorîgehê ye daqurtand. Gava tevahiya gel ev dît, ji kêf qîriya û deverû çû erdê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey