Lêwiyî 8 - Kurmanji ÎncîlTayînkirina Harûnê Kahin û kurên wî ( Derketin 29:1-37 ) 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Harûn û kurên wî, kincên kahintiyê, rûnê kifşkirinê, conegayê pêşkêşiya paqijiyê, herdu beranan û selika nanê şikeva hilde 3 û tevahiya civakê li ber deriyê Konê Hevdîtinê bicivîne.” 4 Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wisa kir. Gava civak li ber deriyê Konê Hevdîtinê civand, 5 Mûsa ji wan re got: “Emrê Xudan ev e.” 6 Mûsa Harûn û kurên wî anîn ba xwe ku wan bişo. 7 Wî mîntan li Harûn kir, şûtik li pişta wî girê da, xiftan lê kir û êfod da ser. Bi şerîda êfodê ya ku bi hosteyî hatiye honandin girê da. 8 Bersing danî ser û Ûrîm û Tûmmîm kir hundirê bersing. 9 Wî şaşik danî serê wî û lewheya zêrîn, ango taca pîroz da pêşiya şaşikê. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir. 10 Paşê Mûsa rûnê kifşkirinê hilda, meskên û her tiştê hundir rûn kir û ew pîroz kir. 11 Wî rûn heft caran bi ser gorîgehê de reşand û gorîgeh û hemû taximên gorîgehê –teştê tevî lingên wê– rûn kir û ew pîroz kir. 12 Wî rûnê kifşkirinê bi serê Harûn de rijand. Bi vî awayî wî ew kifş û pîroz kir. 13 Mûsa kurên Harûn jî anîn, mîntan li wan kirin. Şûtik li pişta wan girê dan û kum danîn ser serê wan. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir. 14 Paşê wî conegayê pêşkêşiya paqijiyê anî. Harûn û kurên wî destê xwe danîn ser serê conegê 15 û Mûsa ew serjê kir. Ji bo ku gorîgehê paqij bike, wî bi tiliyên xwe xwîn li derdora qiloçên gorîgehê xist û xwîna mayî rijand erdê gorîgehê. Bi vî awayî wî paqijî û kefareta gorîgehê kir. 16 Tevahiya bezê ûr û roviyan, perdeya kezebê, herdu gurçik û bezê ser wan li ser gorîgehê şewitandin. 17 Wî ji bermayiya conegê; eyar, goşt û rêxa wî, li derveyê artêşgehê şewitandin. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir. 18 Paşê wî beranê qurbana şewitandinê anî. Harûn û kurên xwe destê xwe danîn ser serê berên 19 û Mûsa ew serjê kir. Xwîna wî bi her aliyên gorîgehê ve reşand. 20 Wî beran perçe kir û serê berên, bezê wî yên hundir û perçeyên wî şewitandin. 21 Wî ûr û rovî û pepikên wî bi avê şûştin û tevahiya berên li ser gorîgehê şewitand. Ev qurbana şewitandinê bû ku bêhna xweş bide. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan bû. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir. 22 Paşê beranê din, beranê tayînkirinê pêşkêş kir. Harûn û kurên wî destê xwe danîn ser serê berên 23 û Mûsa ew serjê kir. Wî hinekî xwîna wî li nermika guhê rastê yê Harûn, li tiliya wî ya mezin a destê rastê û li tiliya wî ya mezin a lingê rastê da. 24 Gava kurên Harûn anîn, wî xwîn li nermika guhên wan ê rastê, li tiliyên wan ên mezin ên destê rastê û lingê rastê da. Xwîna mayî bi her aliyên gorîgehê ve reşand. 25 Wî bez –dûvê bibez yê wî, bezê ûr û roviyên wî, perdeya kezebê, herdu gurçik, bezê gurçikan– û hêta rastê hildan. 26 Wî ji selika nanê şikeva yê ku li hizûra Xudan e nanekî, kadeyê bi rûn û nanê sêlê hilda û danî ser bêz û hêta rastê. 27 Wî tev xistin nav kulmên Harûn û kurên wî. Wî ev li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê, raber kirin. 28 Mûsa ew ji kulmên wan hilda û bi qurbana şewitandinê li ser gorîgehê şewitandin. Ev pêşkêşiya tayînkirinê bû ku bêhna xweş bide. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e. 29 Piştre Mûsa sing hilda û wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan raber kir. Ev para Mûsa ya beranê pêşkêşiya tayînkirinê bû. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir. 30 Mûsa rûnê kifşkirinê û ji xwîna ser gorîgehê hilda, bi kincên Harûn û yên kurên wî ve reşand. Bi vî awayî wî Harûn, kurên wî û kincên wan pîroz kirin. 31 Mûsa ji Harûn û kurên wî re got: “Goşt li ber deriyê Konê Hevdîtinê bikelînin û wî li wê derê bi nanê ku di selikên pêşkêşiyên tayînkirinê de ye bixwin. Wekî min emir kir û got: ‘Wê Harûn û kurên wî bixwin.’ 32 Ya ku ji ber goşt û nan dimîne bişewitînin. 33 Heft rojan ji deriyê Konê Hevdîtinê dernekevin, heta ku rojên we yên tayînkirinê temam dibin. Çimkî ji bo tayînkirina we, heft roj dixwaze. 34 Hemû tiştên ku îro hatin kirin, ji bo ku gunehên we bên bexişandin Xudan emir kir. 35 Hûnê li ber deriyê Konê Hevdîtinê heft rojan bi şev û roj bisekinin û peywirên Xudan pêk bînin ku hûn nemirin. Çimkî wiha li min hat emirkirin.” 36 Harûn û kurên wî hemû tiştên ku Xudan bi riya Mûsa emir kiriye bi cih anîn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey