Lêwiyî 7 - Kurmanji Încîlç) Pêşkêşiya Berdêlê 1 “‘Rê û rêbaza pêşkêşiya berdêlê ev e. Ev gelekî pîroz e. 2 Wê pêşkêşiya berdêlê li dera ku qurbanên şewitandinê tên serjêkirin bê serjêkirin û xwîna wê bi her aliyên gorîgehê ve bê reşandin. 3 Wê tevahiya bezê wê bên pêşkêşkirin; dûvê bibez, bezê ûr û roviyan, 4 herdu gurçik, bezê ser gurçikan û perdeya kezeba ku wê bi gurçikan re veqetîne, pêşkêş bike. 5 Wekî pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan, wê kahin wan li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya berdêlê ye. 6 Her zilamê ji ziriyeta kahinan e dikare ji vê bixwe. Divê li dereke pîroz bê xwarin, çimkî gelekî pîroz e. 7 “‘Pêşkêşiya paqijiyê çi be, pêşkêşiya berdêlê jî ew e. Rê û rêbazên herduyan yek in. Wê para kahin be ku kefaretê dide. 8 Çermê qurbana şewitandinê jî, ji kahin re ye ku wê pêşkêş dike. 9 Her pêşkêşiya dexlê ya ku di tenûrê de hatiye pehtin û di taweyê de yan li ser sêlê tê çêkirin, wê ji kahinê ku wê pêşkêş dike re be. 10 Lê her pêşkêşiya dexlê ya rijî yan bi zeytê hatiye hevîrkirin ji hemû kurên Harûn re ye. Wê bi hevpariyê bê parvekirin. Pêşkêşiya Aştiyê 11 “‘Rê û rêbaza qurbana aştiyê ya ku pêşkêşî Xudan e, ev e: 12 Heke kesek pêşkêşî ji bo spaskirinê pêşkêş bike, wê bi vê qurbana şikirdariyê re kadeyê şikeva yê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin, nanê sêlê yê şikeva ku zeyt li ser hatiye kirin û kadeyên ji arvanê hûr ên ku bi zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêş bike. 13 Wê bi qurbana aştiyê ya ji bo şikirdariyê re kilorên ku bi hevîrtirş hatine çêkirin jî pêşkêş bike. 14 Wê ji her pêşkêşiyan nanek pêşkêş bike û wê ev pêşkêşî ji wî kahinî re be ku xwîna qurbana aştiyê li gorîgehê direşîne. 15 Wê goştê qurbana şikirdariyê ya aştiyê, roja ku pêşkêşî tê dayîn bê xwarin. Wê heta serê sibê nehêle. 16 “‘Heke qurbana tê pêşkêşkirin nedreke sozdanê yan pêşkêşiya dilxwaziyê be, wê goştê wê roja ku hatiye pêşkêşkirin bê xwarin, yê mayî jî dotira rojê bê xwarin. 17 Lê wê goştê qurbanê roja sisêyan bê şewitandin. 18 Heke ji goştê qurbana aştiyê roja sisêyan bê xwarin, wê qebûl nebe û ji kesê ku pêşkêş kir re neyê hesibandin. Çimkî wê qirêj bê hesibandin û kesê ku jê bixwe jî wê sûcdar bê dîtin. 19 “‘Goştê ku bi tiştekî qirêj bibe wê neyê xwarin, wê bê şewitandin. Goştên din jî wê hemû kesên paqij bikaribin jê bixwin. 20 Lê heke kesê ku qirêj tê hesibandin, ji goştê qurbana aştiyê ya ji bo Xudan bixwe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin. 21 Kesê ku destê xwe bi tiştekî qirêj bike –bi qirêjiya ku ji mirov tê, bi heywanekî qirêj an bi hemû tiştekî kirêt– û ji goştê qurbana aştiyê ya ji bo Xudan bixwe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.’” Divê bez û xwîn neyên xwarin 22 Xudan ji Mûsa re got: 23 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Hûnê bezê ga, mî yan bizinan nexwin. 24 Bezê termê heywanê ku ji ber xwe miriye yan ji aliyê heywanên çolê ve hatiye perçekirin dikare ji bo karekî bê xebitandin lê hûnê esse nexwin. 25 Her kesê ku ji bezê heywanekî ku dibe pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan bixwe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin. 26 Hûnê xwînê esse nexwin. Li tu dera ku hûn lê dijîn, hûnê tu xwîna çivîk an heywanekî nexwin. 27 Her kesê xwînê dixwe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.’” Para kahinan 28 Xudan ji Mûsa re got: 29 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Yekî ku dixwaze qurbana aştiyê pêşkêşî Xudan bike, wê perçeyekî qurbana aştiyê pêşkêşî Xudan bike. 30 Wê pêşkêşiya Xudan a şewitandinê bi destê xwe bîne. Wê bezê wê bi singê wê re bîne, sing bilind bike û pêşkêşî Xudan bike. 31 Wê kahin bez li ser gorîgehê bişewitîne, lê wê sing para Harûn û kurên wî be. 32 Hûnê hêta rastê yê qurbana xwe ya aştiyê wekî para wî bidin kahin. 33 Ji kurên Harûn her kî bez û xwîna pêşkêşiya aştiyê pêşkêş dike, wê hêta rastê para wî be. 34 Min ji qurbanên aştiyê yên ku Îsraêlî pêşkêş dikin, singê pêşkêşiya raberkirinê û hêta ku wekî diyarî tê dayîn, wekî para gelê Îsraêl ya herheyî dan Harûnê Kahin û kurên wî.’” 35 Roja ku Harûn û kurên wî bi kahintî hatin tayînkirin, ji pêşkêşiyên şewitandinê yên ji Xudan re, ev para wan ket. 36 Roja ku Xudan ew kifş kirin, wî li gelê Îsraêl emir kir ku ev perçeyên hanê para wan a herheyî ye. 37 Rê û rêbazên qurbanên şewitandinê, pêşkêşiyên dexlê, pêşkêşiyên guneh, pêşkêşiyên sûc, pêşkêşiyên tayînkirî û pêşkêşiyên aştiyê ev in. 38 Xudan ev emrê hanê li Çiyayê Sînayê, çaxê ku ji gelê Îsraêl xwestibû li Beriya Sînayê pêşkêşiyan pêşkêşî wî bikin, li Mûsa kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey