Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 5 - Kurmanji Încîl

1 “‘Heke kesek li ser naletkirina tiştekî şahidî kiribe, dîtibe yan zanibe lê tu tiştî nebêje, wê ew kes gunehkar bê hesibandin û divê bê cezakirin.

2 “‘An heke kesek bêyî ku hay jê hebe bi tiştekî qirêj bibe –bi termê heywanekî qirêj, kovî yan kedî yan bi termê heywanekî qirêj ê ku bi erdê ve dişêle bibe jî– ew qirêj bûye û sûcdar tê hesibandin.

3 “‘An heke kesek bi nezanî bi mirovekî ku qirêj tê hesibandin an her tiştekî ku mirov qirêj dike bibe, gava haya wî ji vê yekê çêbe, wê sûcdar bê hesibandin.

4 “‘An heke kesek sonda kirina tiştekî baş an xerab bike lê li ser wê baş nafikire, bi tenê lêvên xwe bilebitîne û vê yekê bi nezanî bike, gava haya wî jê hebe, wê sûcdar bê hesibandin.

5 “‘Gava kesek ji van sûcan yekî kiribe, divê li sûcê xwe mikûr bê.

6 Wê wekî pêşkêşiya berdêlê, pêşkêşiya paqijiyê pêşkêşî Xudan bike. Wê ev ji pêz, mî yan bizina mê be. Wê kahin ji bo gunehê wî kefaretê bide.

7 “‘Heke hêza wî têra dayîna mî yan bizinekê neke, wê wekî pêşkêşiya berdêlê du qumrî yan du kevokan pêşkêşî Xudan bike. Wê yekî wekî pêşkêşiya paqijiyê û yê din jî wekî qurbana şewitandinê bîne.

8 Wê wan bîne ba kahin û wê yê pêşî wekî pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş bike. Wê serê çivîkê jêke lê ji laşê wê veneqetîne.

9 Wê hinek ji xwîna pêşkêşiya paqijiyê bi ser kêlekên gorîgehê ve bireşîne û xwîna mayî biherikîne erdê gorîgehê. Ev pêşkêşiya paqijiyê ye.

10 Wê kahin a diduyan wekî qurbana şewitandinê li gorî rê û rêbazên wê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin ji bo gunehê wî kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.

11 “‘Heke hêza wî têra dayîna du qumrî yan du kevokan neke, wê ji ber sûcê xwe wekî pêşkêşiya paqijiyê, dehyeka efaya arvanê hûr bîne. Wê zeytê nerijîne ser û guniyê bi ser de neke. Çimkî ev pêşkêşiya paqijiyê ye.

12 Wê ew ji kahin re bîne û wê kahin wekî para diyarkirî kulmekê jê hilîne û li ser gorîgehê, ser pêşkêşiyên şewitandinê ya ji bo Xudan bişewitîne. Ev pêşkêşiya paqijiyê ye.

13 Bi vî awayî wê kahin ji bo gunehê ku wî kiriye kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin. Wekî pêşkêşiya dexlê, ya mayî wê ji kahin re be.’”


Pêşkêşiya Berdêlê

14 Xudan ji Mûsa re got:

15 “Heke kesek li ser tiştên pîroz ên Xudan bi nezanî guneh û nedilsoziyê bike, wê wekî pêşkêşiya berdêlê, beranekî bêqisûr pêşkêşî Xudan bike. Wê bihayê wî bi şekelê zîvîn, bi şekelê Pîrozgehê bê pîvan.

16 Wê bergîdana tiştê pîroz ê ku li ser wî guneh kiriye bide. Wê ji pêncan yekî jî deyne ser û bide kahin. Wê kahin beranê pêşkêşiya berdêlê ji bo wî kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.

17 “Heke kesek bi nezanî tiştekî ku Xudan nekirina wî emir kiriye bike û guneh bike, wê sûcdar bê hesibandin û bê cezakirin.

18 Wê wekî pêşkêşiya berdêlê ji pêz beranekî bêqisûr yan heywanekî ku bihayekî wî heye, ji kahin re bîne. Wê kahin ji bo gunehê ku wî bi nezanî kiriye kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.

19 Ev pêşkêşiya berdêlê ye. Wî kesî li dijî Xudan sûc kiriye.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan