Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 4 - Kurmanji Încîl


Pêşkêşiya Paqijiyê

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Gava kesek bi nezanî guneh bike û tiştekî Xudan nekirina wî emir kiriye bike, wê wiha bike:

3 Heke kahinê ku bi rûnkirinê hatiye kifşkirin guneh bike û bi vî awayî gel gunehkar bike, divê ji ber sûcê kiriye, wê wekî pêşkêşiya paqijiyê conegayekî bêqisûr pêşkêşî Xudan bike.

4 Wê conegê bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê, li hizûra Xudan, destê xwe deyne ser serê conegê û li hizûra Xudan conegê serjê bike.

5 Wê kahinê kifşkirî hinek xwîna conegê hilde û bîne Konê Hevdîtinê.

6 Wê tiliya xwe di nav xwînê re bike, li ber perdeya Cihê Herî Pîroz, li hizûra Xudan heft caran bireşîne.

7 Piştre wê kahin li Konê Hevdîtinê, li hizûra Xudan xwînê li qiloçên gorîgehê bixûra bêhnxweş bixe. Wê xwîna mayî ya conegê li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê ya li ber deriyê Konê Hevdîtinê birijîne.

8 Wê tevahiya bezê conegê hilîne ku wekî pêşkêşiya paqijiyê tê dayîn. Wê tevahiya bezê ûr û roviyan,

9 herdu gurçik, bezê ser gurçikan û perdeya kezebê pêşkêş bike ku wê ji gurçikan veqetîne.

10 Çawa ku ji gayê qurbana aştiyê hatiye veqetandin, wê kahin wan li ser gorîgeha qurbana şewitandinê bişewitîne.

11 Wê ser û piyên conegê, eyarê wî, hemû goştê wî, ûr û rovî û rêxa wî,

12 derîne dereke paqij a derveyî artêşgehê, dera xwelî lê tê rêtin û li ser êzingan bişewitîne. Wê li dera xwelî lê tê rêtin bên şewitandin.

13 “‘Heke tevahiya civaka Îsraêl bi nezanî gunehekî ku Xudan nekirina wî emir kiriye, bêyî ku haya civakê jê hebe jî bike, wê sûcdar bê hesibandin.

14 Gava gunehê wan hat bihîstin, wê civak wekî pêşkêşiya paqijiyê conegayekî pêşkêş bike û wî bînin ber deriyê Konê Hevdîtinê.

15 Wê li hizûra Xudan, rîspiyên civakê destê xwe deynin ser serê conegê û wî li hizûra Xudan serjê bikin.

16 Wê kahinê kifşkirî xwîna conegê bîne Konê Hevdîtinê.

17 Wê kahin tiliya xwe di nav xwînê re bike û li hizûra Xudan, li ber perdeyê heft caran bireşîne.

18 Wê xwînê li kon, li qiloçên gorîgeha hizûra Xudan bixe. Wê xwîna mayî ya conegê li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê ya li ber deriyê Konê Hevdîtinê birijîne.

19 Wê tevahiya bezê conegê hilîne û li ser gorîgehê bişewitîne.

20 Çawa ku wî bi conegayê ku bi awayê pêşkêşiya paqijiyê hat dayîn kir, wê bi vî jî bike. Bi vî awayî wê kahin ji bo wan kefaretê bide û wê ew bên bexişandin.

21 Wê conegê derîne derveyî artêşgehê û çawa ku bi conegayê pêşî kiribû wê wî jî bişewitîne. Ev pêşkêşiya paqijiyê ya ji bo civakê ye.

22 “‘Heke kesek ji serekan bi nezanî guneh bike û tiştekî ku Xwedayê wî Xudan nekirina wî emir kiriye bike, ew sûcdar tê hesibandin.

23 Gava haya wî ji gunehê kiriye hebe, wê nêriyekî bêqisûr pêşkêş bike.

24 Wê destê xwe deyne ser serê nêrî û li dera ku qurbanên şewitandinê tên serjêkirin, li hizûra Xudan wî serjê bike. Ev pêşkêşiya paqijiyê ye.

25 Wê kahin bi tiliya xwe ji pêşkêşiya paqijiyê hilîne û li qiloçên gorîgeha qurbana şewitandinê bixe. Wê xwîna mayî li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê birijîne.

26 Wê tevahiya bezê wê, wekî bezê pêşkêşiyên qurbana aştiyê li ser gorîgehê bişewitîne. Wê kahin vê ji bo gunehên wî kefaretê bide û wê bê bexişandin.

27 “‘Heke kesekî ji gel, tiştekî ku Xudan nekirina wî emir kiriye bike û bi nezanî guneh bike, ew sûcdar tê hesibandin.

28 Gava haya wî ji gunehê kiriye hebe, ji bo gunehê ku kiriye, wê bizineke bêqisûr pêşkêş bike.

29 Wê destê xwe deyne ser serê pêşkêşiya paqijiyê û li dera ku qurbanên şewitandinê tên serjêkirin, serjê bike.

30 Wê kahin bi tiliya xwe ji xwîna pêşkêşiya paqijiyê hilîne û li qiloçên gorîgeha qurbana şewitandinê bixe. Wê xwîna mayî li erdê gorîgehê birijîne.

31 Çawa ku bezê ser qurbana aştiyê hilanî, wê tevahiya bezê wê jê biqetîne. Wê kahin li ser gorîgehê bişewitîne ku bêhna wê bi Xudan xweş tê. Bi vî awayî wê kahin ji bo wî kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.

32 “‘Heke kesek wekî pêşkêşiya paqijiyê berxekê pêşkêş bike, divê mê û bêqisûr be.

33 Wê destê xwe deyne ser serê pêşkêşiya paqijiyê û wekî pêşkêşiya paqijiyê, li dera ku qurbanên şewitandinê tên serjêkirin, serjê bike.

34 Wê kahin bi tiliya xwe ji xwîna pêşkêşiya paqijiyê hilîne û li qiloçên gorîgeha qurbana şewitandinê bixe. Wê xwîna mayî li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê birijîne.

35 Çawa ku bezê ser miya qurbana aştiyê hilanî, wê tevahiya bezê wê jê biqetîne. Wê kahin vê bezê li ser pêşkêşiyên şewitandinê, li ser gorîgehê bişewitîne. Bi vî awayî wê kahin ji bo gunehê wî kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan