Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 3 - Kurmanji Încîl


Pêşkêşiya Aştiyê

1 “‘Heke pêşkêşî, qurbana aştiyê ya dewêr be, nêr an mê, divê ew heywanekî bêqisûr li hizûra Xudan pêşkêş bike.

2 Wê destê xwe deyne ser serê pêşkêşiyê û li ber deriyê Konê Hevdîtinê serjê bike. Kurên Harûn ku kahin in wê bên û xwînê bi her aliyên gorîgehê ve bireşînin.

3 Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e. Wê ji qurbana aştiyê tevahiya bezê ûr û roviyan,

4 herdu gurçik, bezê ser gurçikan û perdeya kezeba ku wê ji gurçikan veqetîne, pêşkêş bike.

5 Wê kurên Harûn wan bi qurbana şewitandinê ya li ser êzingên êgir, li ser gorîgehê bişewitînin. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.

6 “‘Heke pêşkêşî, qurbana aştiyê ya ji bo Xudan, pezekî nêr an mê be, divê bêqisûr be.

7 Heke pêşkêşî berx be, wê li hizûra Xudan pêşkêş bike.

8 Wê destê xwe deyne ser serê pêşkêşiyê. Wê li ber deriyê Konê Hevdîtinê bê serjêkirin û wê kurên Harûn xwînê bi her aliyên gorîgehê ve bireşînin.

9 Wê bezê qurbana aştiyê ya ji bo Xudan, bê pêşkêşkirin. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e. Wê dûvê bibez ji binî bê jêkirin, tevahiya bezê ûr û roviyan,

10 herdu gurçik, bezê ser gurçikan û perdeya kezeba ku wê ji gurçikan veqetîne, pêşkêş bike.

11 Paşê wê kahin wan li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandina xwarinê ya ji bo Xudan e.

12 “‘Heke pêşkêşî bizin be, divê li hizûra Xudan bê pêşkêşkirin.

13 Wê destê xwe deyne ser serê pêşkêşiyê. Wê li ber deriyê Konê Hevdîtinê bê serjêkirin û wê kurên Harûn xwînê bi her aliyên gorîgehê ve bireşînin.

14 Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e. Wê ji pêşkêşiyê tevahiya bezê ûr û roviyan,

15 herdu gurçik, bezê ser gurçikan û perdeya kezeba ku wê ji gurçikan veqetîne, pêşkêş bike.

16 Wê kahin hemûyan li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandina xwarinê ye ku bêhna wê xweş e. “‘Hemû bez yê Xudan e.

17 We ev di nav nifşên we de, li her dera ku hûn lê dijîn qanûneke herheyî be. Hûnê bez û xwînê nexwin.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan