Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 26 - Kurmanji Încîl


Xelata dilsoziya bi Xwedê re

1 “‘Hûnê ji bo xwe pûtan çênekin, kevirbel an pûtên qewirandî daneyînin û li welatê xwe kevirên qewartî çênekin ku hûn li ber wan herin ser çokan. Çimkî ez Xwedayê we Xudan im.

2 Hûnê rojên min ên Septê bigirin û ji Pîrozgeha min re hurmetê nîşan bidin. Xudan ez im.

3 “‘Heke hûn li gorî qanûnên min rêve herin û emrên min bikin û pêk bînin,

4 ezê baranê di wextê wê de bibarînim ku ax berê xwe û darên zeviyan fêkiyê xwe bidin.

5 Wê hilanîna bênderên we heta çinîna rezan û çinîna rezên we heta dema tovavêtinê bikişîne. Heta hûn têr bibin hûnê bixwin û bi ewlehî li welatê xwe rûnin.

6 “‘Ezê aştiyê bidim welatê we. Gava hûn razin, hûnê netirsin. Ezê heywanên hov ji welatê we derînim û wê şûr di nav welatê we re derbas nebe.

7 Hûnê dijminên xwe biqewitînin. Wê bi şûran li pêş we bikevin.

8 Wê pênc kesên we sed kesan, sed kesên we deh hezar kesan biqewitîne. Wê dijminên we bi şûran li pêş we bikevin.

9 Ezê berê xwe bidim we û we berdar û zêde bikim. Ezê peymana ku min bi we re kiriye berdewam bikim.

10 Hûnê xwarina hilanînên xwe yên berê ya ku di embaran de ye bixwin. Piştre jî hûnê xwarina maye derxin ku ji xwarina nû re cih çêkin.

11 Ezê meskenê xwe li nav we ava bikim û we nefret nekim.

12 Ezê di nav we de bim. Ezê bibim Xwedayê we, hûnê jî bibin gelê min.

13 Ez Xwedayê we Xudan im ku min hûn ji koletiya ji welatê Misrê deranîn. Min darên nîrê li ser stûyê we şikandin û hûn bi serbilindî da meşandin.


Cezayê nedilsoziya bi Xwedê re

14 “‘Lê heke hûn li min guhdarî nekin û tevahiya emrên min pêk neyînin,

15 heke hûn qanûnên min nefret bikin, nefretê ji rê û rêbazên min bikin, emrên min nekin û peymana min bişikênin,

16 ezê we wiha ceza bikim: Ezê sawê bînim ser we. Ezê ta û werema ku ronahiya çavan ditefîne û canê we dixwe bînim ser we. Hûnê tovên xwe beredayî biçînin, çimkî wê dijminên we berê wan bixwin.

17 Ezê bi hêrs berê xwe bidim we ku dijminên we, we têk bibin. Kesên ku ji we nefret dikin wê li ser serê we bibin serwer. Kesek li pey we nekeve jî hûnê birevin.

18 “‘Herwiha heke hûn piştî vê yekê jî guhdariya min nekin, ezê ji bo gunehên we cezayê we heft caran zêdetir bikim.

19 Ezê quretiya hêza we bişikênim, ezmanên we bikim wekî hesin û axa we bikim wekî tûnc.

20 Wê hêza we beredayî here, wê welatê we ber, darên we fêkî nedin.

21 “‘Heke hûn li dijî min rabin û guhdariya min nekin, ezê li gorî gunehên we, heft qat belayên din bînim serê we.

22 Ezê heywanên çolê bişînim nav we ku wê we bêzarok bihêlin û heywanên we bikujin. Hejmara we kêm bikin. Wê riyên we vala bimînin.

23 “‘Heke piştî van hemûyan jî hûn careke din guhdariya min nekin û li dijî min rabin,

24 ezê jî li dijî we derkevim û ji ber gunehên we, ezê we heft qat ceza bikim.

25 Ezê şûr bişînim ser we ku heyfa peymanê bistîne. Heke birevin bajarên xwe jî, ezê kulê bixim nav we û hûnê bikevin destê dijmin.

26 Gava min nanê we birî, wê deh jin nanê we bi tenê li firinekê bipêjin. Wê nanê we bi kişandin bi şûn de bidin we. Hûnê bixwin lê têr nebin.

27 “‘Heke hûn bi vê yekê jî guhdariya min nekin û dîsa li dijî min rabin,

28 ezê bi xezeba xwe li dijî we derkevim û ji ber gunehên we, ezê we heft qat ceza bikim.

29 Hûnê goştê kurên xwe, goştê keçên xwe bixwin.

30 Ezê bilindciyên we yên perizînê tune bikim û gorîgehên we yên bixûrê bînim xwarê. Ezê cendekên we bavêjim ser cendekên pûtên we, ezê ji we nefretê bikim.

31 Ezê bajarên we bikim wêrane. Ezê pîrozgehên we bikim xirbe û bêhnên we yên xweş bêhn nekim.

32 Ezê welatê we ewqas wêran bikim ku dijminên we yên lê rûnin wê şaş û metel bimînin.

33 Ezê we di nav miletên din de belav bikim û li dijî we şûrê xwe ji kalanê wê derxim. Wê welatê we bibe wêrane û bajarên we bibin xerabe.

34 Gava hûn li welatê dijminên xwe ne, wê welatê we di rojên wêranbûna xwe de salên xwe yên Septê qebûl bike. Wê gavê wê welat bêhna xwe vede û salên xwe yên Septê qebûl bike.

35 Di salên wêranbûnê de wê bêhna xwe vede ku di salên Septê yên hûn li ser bûn de wê bêhnvedanê nedît.

36 “‘Herwiha kesên ji we ku sax mane, ezê tirsê bixim dilê dijminan. Gava dengê pela bayê bibihîzin, çawa ku ji ber şûr direvin, wê birevin û bikevin. Lê tu kes li pey wan neketiye.

37 Bêyî ku kes li pey wan ketibe, çawa ku ji ber şûr direvin, wê bi ser hev de bikevin. Hêza we ya ku hûn li ber dijminên xwe bisekinin, wê tunebe.

38 Hûnê di nav miletan de tune bibin. Wê welatê dijmin we daqurtîne.

39 Kesên ji we ku sax mane, çi ji ber sûcê xwe, çi jî, ji ber sûcê bav û kalên xwe, wê li welatê dijminên we birizin.

40 “‘Lê heke li sûcên xwe û sûcên bav û kalên xwe mikur werin ku nedilsozî û dijminatiyê li min kirine

41 û ji ber vê yekê min dijminatî kir û ew birin welatê dijminên wan, heke wê demê dilên xwe yên bêsinet nizim bikin û bi cezayê gunehê ku kirine qebûl bikin,

42 wê gavê ezê peymana xwe ya ku min bi Aqûb re çêkiriye bi bîr bînim. Erê, ezê peymana ku min bi Îshaq û Îbrahîm re çêkiriye û welêt bi bîr bînim.

43 Gava ew cezayê sûcên xwe qebûl bikin û bikişînin, wê welat ji wan re bê terikandin. Di wê dema ku welat wêran dibe de, wê rihetiya salên xwe yên Septê bikin. Çimkî wan rê û rêbazên min red kirin û ji qanûnên min nefret kirin.

44 Bi ser vê yekê jî, gava ew li welatê dijminan in, ezê wan red nekim. Ezê nefretê nekim ku wan telef bikim û peymana xwe ya ku min bi wan re çêkiriye bişikênim. Çimkî ez Xwedayê wan Xudan im.

45 Lê ezê ji bo xatirê wan, peymana ku min bi bav û kalên wan ên min ew ji welatê Misrê deranîn re çêkiriye bi bîr bînim ku ezê Xwedayê wan bim. Xudan ez im.’”

46 Qanûn, şerîet û rê û rêbazên ku Xudan li Çiyayê Sînayê, bi riya Mûsa di navbera xwe û gelê Îsraêl de danîn, ev in.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan