Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 25 - Kurmanji Încîl


Sala Heftan

1 Xudan li Çiyayê Sînayê bi Mûsa re peyivî û got:

2 “Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Gava hûn çûn welatê ez didim we, wê welat ji bo Xudan Septa bêhnvedanê bigire.

3 Hûnê şeş salan zeviya xwe biçînin, rezê xwe şeş salan bikesixînin û berê xwe berhev bikin

4 lê di sala heftan de, wê ji bo welêt Septa bi tevahî bêhnvedanê be. Wê Septa ji bo Xudan be, hûnê zeviya xwe neçinin û rezê xwe nekesixînin.

5 Hûnê berhemê ji ber xwe çêbûye neçinin û tiriyê dêliya ku nehatiye kesaxtin nexin embaran. Wê ji bo welêt saleke bi tevahî bêhnvedanê be.

6 Di Sala Heftan de welat çi berî bide, wê ji bo we, xulam û xadimên we, kesên li ba we biheq dixebitin û xerîbên di nav we de dimînin, bibe xwarin.

7 Wê ev ji bo heywanên we yên kedî û heywanên çolê jî bibe xwarin.


Sala Azadiyê

8 “‘Hûnê heft Salên Septê bijmêrin ku heft carên demên heft salan bên jimartin. Wê çil û neh sal bikin.

9 Di roja dehê meha heftan a wê salê de, di Roja Kefaretê de, wê li tevahiya welêt bi dengê bilind li boriyê bê xistin.

10 Hûnê sala pênciyan pîroz bihesibînin û wê ji bo hemû şêniyên welêt azadî bê diyarkirin. Wê ew sal ji bo we bibe Sala Azadiyê. Wê herkes ji we vegere ser milkê xwe û ba malbata xwe.

11 Wê sala pênciyî ji bo we bibe Sala Azadiyê, hûnê wê salê çandiniyê nekin, berhemê ji ber xwe çêbûye hilneyînin û tiriyê ku dêliya wî nehatiye kesaxtin nedin hev.

12 Çimkî Sala Azadiyê ji bo we pîroz e. Hûnê tenê ya ku li zeviyê ji ber xwe çêbûye bixwin.

13 “‘Di Sala Azadiyê de wê herkes ji we vegere ser milkê xwe.

14 Heke hûn tiştekî bifiroşin cîranê xwe yan tiştekî ji destê cîranê xwe bikirin, neheqiyê li hev nekin.

15 Gava hûn tiştek ji cîranê xwe bikirin, hûnê tenê li gorî hejmara salên hilanînê bikirin ku ji Sala Azadiyê maye. Wê jî tenê li gorî berên salan bifiroşe we.

16 Heke hejmara salan zêde be wê berdêl zêde be, heke hejmara salan kêm be wê berdêl bê daxistin. Çimkî ew hemû berên xwe yên salan difiroşe te.

17 Hûnê neheqiyê li hev nekin lê hûnê ji Xwedayê xwe bitirsin. Çimkî ez Xwedayê we Xudan im.

18 “‘Hûnê qanûnên min bikin. Miqate bin ku hûn rê û rêbazên min pêk bînin û li welêt di ewlehiyê de rûnin.

19 Wê welat fêkiyê xwe bide û heta hûn têr bibin hûnê jê bixwin û di ewlehiyê de rûnin.

20 Dibe ku hûn bêjin: Heke emê neçînin û berê xwe nedin hev, emê di sala heftan de çi bixwin?

21 Wê gavê ezê emir bikim ku di sala şeşan de bereketa min were ser we û wê welat berê sê salan bide.

22 Hûnê di sala heştan de axa xwe biçînin û heta sala nehan ji hatina berê wê bixwin. Heta berê nû, hûnê ji yê kevin bixwin.

23 “‘Wê tu perçeyê welêt tu caran heta hetayê neyê firotin, çimkî ya min e û hûn xerîb û mêvanên li ba min in.

24 Li vî welatê ku milkê we ye, hûnê destûrê bidin ku xweyê esil careke din bikire.

25 Heke kesek ji birayên we feqîr bibe û bixwaze ji axa xwe bifiroşe, wê merivê wî yê herî nêzîk here û axa ku wî firotibû bikire.

26 Gava kesek di ber wî de bikire tunebe, lê piştre hêza wî çêbe û têra standina wî bike,

27 wê salên di ser firotinê re derbas bûne jî bihesibîne û pereyê mayî bide kesê ku milkê xwe firotiyê û axa xwe jî jê bikire.

28 Lê heke hêza wî têra standina axa wî neke, axa ku firotiye wê heta Sala Azadiyê di destê kesê kiriye de bimîne. Di Sala Azadiyê de wê axê ji destê xwe derxe û kesê firotiye jî wê vegere ser axa xwe.

29 “‘Heke kesek xaniyekî li bajarekî bisûr bifiroşe, mafê wî heye ku heta salekê dîsa xaniyê xwe bikire. Mafê jinûvekirîna xênî salek e.

30 Heke di salekê de xênî dîsa neyê kirîn, xaniyê li bajarê sûran, wê heta hetayê di destê kesê kiriye de bimîne. Di Sala Azadiyê de jî wê xanî ji xweyê wê neyê kirîn.

31 Lê xaniyên gundan ên ku bi sûran nehatine pêçan, wê wekî zeviyan bêne hesibandin. Xweyê esil dikare dîsa bikire û wê ew xanî di Sala Azadiyê de dîsa bêne kirîn.

32 “‘Lê li bajarên Lêwiyiyan, Lêwî hergav dikarin xaniyên ku wan firotine dîsa bikirin.

33 Heke Lêwî nikare xaniyê xwe yê li bajarekî dîsa bikire, wê xanî di Sala Azadiyê de lê bê vegerandin. Çimkî xaniyên li bajarên Lêwiyiyan, milkê wan ên li nav gelê Îsraêl in.

34 Lê zeviyên ku li dora bajaran in nayên firotin, çimkî ew milkê wan ên herheyî ne.

35 “‘Heke birayekî te feqîr bibe û hewcedarî te bibe, tê jê re bibî alîkar. Wê li ba te wekî xerîb an mêvanekî bimîne.

36 Tê kar an faîz jê nestînî. Tê ji Xwedayê xwe bitirsî û destûr bidî ku ew li ba te bijî.

37 Tê bi faîz pereyê xwe nediyê û ji xwarina ku tu didî kar nekî.

38 Ez Xwedayê we Xudan im. Min hûn ji welatê Misrê deranîn ku ez welatê Kenanê bidim we û ji we re bibim Xwedê.

39 “‘Heke birayekî te li ba te feqîr bibe û xwe bifiroşe te, tê nekî ku wê wekî kole xulamiyê bike.

40 Wê li ba te wekî kesê bi destmiza xwe dixebite yan mêvanekî be. Wê heta Sala Azadiyê li ba te xulamiyê bike.

41 Wê ew tevî zarokên wî, ji ba te rabin vegerin malbata xwe û milkê bav û kalên xwe.

42 Çimkî ew xulamên min in. Min ew ji welatê Misrê deranîn, wê bi koletî neyên firotin.

43 Tê ji wan re xweyiyekî zordar nebî. Tê ji Xwedayê xwe bitirsî.

44 “‘Xulam û xadimên we wê ji miletên derdora te bin. Xulam û xadimên we ji wan bin.

45 Herwiha hûn dikarin zarokên xerîbên di nav we de dimînin, li welatê we hatibin dinyayê yan jî li dereke din çêbûbin, bikirin û bibin xweyî.

46 Hûn dikarin wan bi milkî ji zarokên xwe re jî bihêlin. Hûnê koleyên xwe ji nav wan bikirin. Lê hûn li birayên xwe, li gelê Îsraêl xweyitiyê û zordariyê nekin.

47 “‘Heke xerîb an mêvanekî di nav we de dijî dewlemend bibe û birayekî we feqîr bibe û xwe bifiroşe yê xerîb an mêvanekî ku di nav we de dijî yan jî zarokên yê xerîb,

48 piştî ku hatin firotin, berdêla wî dikare bê dayîn. Birayekî wî,

49 mamê wî, pismamê wî an merivekî wî yê nêzîk dikare di ber wî de berdêl bide. Heke ew bi xwe bikaribe, ew jî dikare ji bo azadiya xwe berdêl bide.

50 Wê bi kesê ku ew kiriye re, ji sala ku xwe firotiyê heta Sala Azadiyê hesab bike. Wê berdêla firotina wî, li gorî salan, wekî destmiza karkerê ku dixebite bê hesibandin.

51 Heke hê gelek sal mabin, wê li gorî wan salan berdêla azadiya xwe, li gorî pereyê ku pê hatiye kirîn bide.

52 Heke heta Sala Azadiyê tenê çend sal mabin, wê li gorî wê bihesibîne û berdêla azadiya xwe bide.

53 Wê li ba xweyê xwe wekî karkerê ku salewext hatiye girtin bijî. Wê xweyê wî li ber çavê we bi zordarî xweyitiyê lê neke.

54 “‘Heke bi vî awayî ji bo azadiya wî berdêl neyê dayîn, wî çaxî ew û zarokên wî, wê di Sala Azadiyê de azad bibin.

55 Çimkî gelê Îsraêl xulamên min in. Ew xulamên min ên ku min ew ji welatê Misrê deranîn. Ez Xwedayê we Xudan im.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan