Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 24 - Kurmanji Încîl


Ronahiya li hizûra Xwedê
( Derketin 27:20-21 )

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Li gelê Îsraêl emir bike, bila rûnê xas ê zeytê ji te re bîne ku ronahiya qendîlê hergav pêxistî bimîne.

3 Wê Harûn ji êvarê heta serê sibê, li hizûra min qendîlê herdem pêxistî bihêle ku li Konê Hevdîtinê, li derveyî perdeya li ber Sindoqa Şahidiyê ye. Wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.

4 Wê bike ku qendîlên li ser şamdanka zêrê xas li hizûra Xudan hergav pêxistî bin.


Nanê ku ji Xudan re tê pêşkêşkirin

5 “Tê ji arvanê hûr duwanzdeh kiloran bipêjî. Wê her yek ji wan, ji dehan duduyê efayekê be.

6 Hûnê wan li ser sifreyeke ji zêrê xas, li hizûra Xudan şeş bi şeş li ser hev rêz bikin.

7 Tê guniya xas deynî ber rêzikên nên ku bibe para diyarkirî ya dikeve cihê nên. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.

8 Wê ev nan, her Roja Septê, hergav li hizûra Xudan bêne rêzkirin. Wê ji bo gelê Îsraêl bibe peymaneke herheyî.

9 Wê ev para Harûn û kurên wî be û wê wî li dereke pîroz bixwin. Çimkî ev ji pêşkêşiyên şewitandinê yên ji bo Xudan e û gelekî pîroz e. Wê herdem para wan be.”


Cezayên nalet, kuştin û zirardayînê

10 Di nav gelê Îsraêl de zilamek hebû ku diya wî Îsraêlî, bavê wî jî Misrî bû. Li artêşgehê di navbera wî û yekî Îsraêlî de şer derket.

11 Kurê jinika Îsraêlî çêrî navê Xudan kir û nalet anî. Ew anîn ba Mûsa. Diya wî ji eşîra Dan, Şelomîta keça Dîvrî bû.

12 Ew avêtin girtîgehê û li benda fermana devê Xudan man.

13 Xudan ji Mûsa re got:

14 “Kesê nalet aniye derxe derveyî artêşgehê û hemû kesên ew bihîstine bila destên xwe deynin ser serê wî û tevahiya civakê wî bide ber keviran.

15 Tê ji gelê Îsraêl re bêjî: ‘Her kesê ku naletê li Xwedê bîne, wê cezayê gunehê xwe bikişîne.

16 Kesê çêrî navê Xudan bike wê esse bê kuştin. Wê tevahiya civakê esse wî bide ber keviran. Çi xerîb, çi welatî, her kesê çêrî navê Xudan bike wê bê kuştin.

17 “‘Kesê zilamekî bikuje, wê esse bê kuştin.

18 Kesê heywanê yekî din bikuje, wê ji bo wî bergîdanê bide û aştiyê bike, di ber jiyanê de jiyan.

19 Kesê zirarê bide cîranê xwe, wê eynî tişt pê jî bê kirin,

20 di ber şikandinê de şikandin, di ber çav de çav, di ber diran de diran. Çi kes bi çi awayî zirar kiribe, wê eynî tişt pê jî bê kirin.

21 Kesê heywanekî kuştibe wê bergîdana wî bide lê kesê mirovekî kuştiye wê bê kuştin.

22 Çi xerîb, çi welatî, wê ji bo we rê û rêbaz yek be. Çimkî ez Xwedayê we Xudan im.’”

23 Mûsa ev ji gelê Îsraêl re got. Wan kesê nalet aniye derxist derveyî artêşgehê, da ber keviran û ew kuşt. Gelê Îsraêl çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, kir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan