Lêwiyî 23 - Kurmanji ÎncîlCejnên Xwedê 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Cejnên min, cejnên Xudan ên ku hûnê wekî civînên pîroz diyar bikin, ev in. Roja Septê 3 “‘Hûnê şeş rojan bixebitin. Lê roja heftan Sept e, roja bêhnvedanê û civîna pîroz e. Hûnê tu karekî nekin. Li hemû derên ku hûn dijîn, ev ji Xudan re Sept e. Cejna Derbasbûnê û Cejna Nanê Şikeva ( Derketin 12:15-20 ; Hejmartin 28:16-25 ; Dubarekirina Şerîetê 16:1-8 ) 4 “‘Cejnên Xudan, civînên pîroz ên ku hûnê di rojên kifşkirî de diyar bikin ev in: 5 Ber êvara çardehê meha pêşî, wê bibe Cejna Derbasbûnê ya Xudan. 6 Roja panzdehan a heman mehê jî Cejna Nanê Şikeva ya Xudan e. Hûnê heft rojan nanê şikeva bixwin. 7 Hûnê di roja pêşî de civîneke pîroz çêkin. Hûnê karê xwe yê rojane nekin. 8 Hûnê heft rojan pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin û wê di roja heftan de civîna pîroz be. Hûnê karên xwe yên rojane nekin.’” Berên pêşî 9 Xudan ji Mûsa re got: 10 “Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Gava hûn werin welatê ez didim we û berê wê hilînin, hûnê qevdekî ji berê pêşî bidin kahin. 11 Wê kahin roja piştî Septê wî li hizûra Xudan bihejîne ku hûn bên qebûlkirin. 12 Di roja ku qevd hatiye hejandin de, hûnê wekî pêşkêşiya şewitandinê berxekî bêqisûr ê yeksalî pêşkêşî Xudan bikin. 13 Hûnê bi berx re, wekî pêşkêşiya dexlê ji dehan duduyê efaya arvanê hûr a ku bi zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêşî Xudan bikin. Wê pêşkêşiya şewitandinê ew be ku bêhna wê bi Xudan xweş tê. Bi vê re jî hûnê wekî pêşkêşiya rijandinê çarîka hînekê şerabê pêşkêş bikin. 14 Heta we pêşkêşiya Xwedayê xwe anî, tam heta wê rojê, hûnê nan, genimê qelandî û simbilên teze nexwin. Li her dera ku hûn dijîn, wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be. Cejna Berhilanînê ( Hejmartin 28:26-31 ; Dubarekirina Şerîetê 16:9-12 ) 15 “‘Ji roja piştî Septê, ji roja ku we qevdê hejandinê bir pê ve hûnê destpê bikin û heft hefteyan bijmêrin. 16 Heta roja piştî Septa heftan pêncî rojan bijmêrin û wê rojê pêşkêşiya dexlê ya nû pêşkêşî Xudan bikin. 17 Ji dera hûn lê dijîn, hûnê wekî pêşkêşiya raberkirinê du nanî bînin. Wê nan ji berê pêşî bin û ji dehan duduyê efayeke arvanê hûr hatibin çêkirin. Wê ji bo Xudan bin û bi hevîrtirş hatibin pehtin. 18 Hûnê bi nên re heft berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr, conegayek û du beranan pêşkêş bikin. Wê ev bi pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê re, qurbana şewitandinê ya Xudan be. Wê ev pêşkêşiya şewitandinê bin a ku bêhna wan bi Xudan xweş tê. 19 Hûnê wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî, wekî qurbana aştiyê du berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikin. 20 Wê kahin du berxan, bi nanê ku ji berê pêşî hatiye çêkirin re, li hizûra Xudan bihejîne. Ev pêşkêşiyên ku ji Xudan re pîroz in, ji kahin re ne. 21 Di wê rojê de hûnê civîna pîroz bikin û karên xwe yên rojane nekin. Li her dera ku hûn dijîn, wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be. 22 “‘Gava we berê welatê xwe hilanî, hûnê kujên zeviyên xwe bi tevahî neçinin, simbilên ku dikevin erdê nedin hev. Hûnê wan ji bo bindest û xerîban bihêlin. Xwedayê we Xudan ez im.’” Roja Bîranînê ( Hejmartin 29:1-6 ) 23 Xudan ji Mûsa re got: 24 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Roja pêşî ya meha heftan roja bêhnvedanê ye, wê borî bê lêxistin, civîna pîroz û bîranînê bê çêkirin. 25 Hûnê wê rojê karê xwe yê rojane nekin û pêşkêşiya şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin.’” Roja Kefaretê ( Lêwiyî 16:2-34 ; Hejmartin 29:7-11 ) 26 Xudan ji Mûsa re got: 27 “Roja dehê meha heftan jî roja kefaretê ye. Hûnê civîneke pîroz çêkin û hûnê dev ji nefsa xwe berdin. Hûnê pêşkêşiya şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. 28 Hûnê tevahiya wê rojê tu karekî nekin. Çimkî ew roja kefaretê ye ku ji bo we li hizûra Xudan kefaret bê dayîn. 29 Kesê ku wê rojê dev ji nefsa xwe bernedabe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin. 30 Kesê ku wê rojê karekî bike, ezê ji nav gel tune bikim. 31 Hûnê tu karekî nekin. Li her dera ku hûn dijîn, wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be. 32 Wê ew roj ji bo we roja bêhnvedanê be û hûnê dev ji nefsa xwe berdin. Di roja nehê mehê de, hûnê ji êvarê heta êvara din Septa xwe bigirin.” Cejna Holikan ( Hejmartin 29:12-39 ; Dubarekirina Şerîetê 16:13-17 ) 33 Xudan ji Mûsa re got: 34 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Di panzdehê meha heftan de Cejna Holikan a ji bo Xudan destpê dike û heft rojan dajo. 35 Wê di roja pêşî de civîna pîroz bê çêkirin û hûnê karê xwe yê rojane nekin. 36 Hûnê heft rojan pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. Hûnê di roja heştan de civîneke pîroz çêkin û pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. Ev civîna mezin e, hûnê karê xwe yê rojane nekin. 37 “‘Cejnên Xudan ên ku hûnê wekî civînên pîroz diyar bikin ev in. Hûnê van pêşkêşiyên Xudan ên şewitandinê bikin; qurbanên şewitandinê û qurbanên din, pêşkêşiyên dexlê û pêşkêşiya rijandinê. Hûnê her yekê di roja wê de pêşkêş bikin. 38 Ev ji Septên Xudan, ji diyariyan, ji hemû nedrên sozdanê û ji hemû pêşkêşiyên dilxwaziyê ên ku hûn didin Xudan, cuda ne. 39 “‘Herwiha di panzdehê meha heftan de, gava hûn berên welatê xwe berhev dikin, hûnê heft rojan cejna Xudan bikin. Wê roja pêşî û roja heştan rojên bêhnvedanê bin. 40 Hûnê roja pêşî fêkiyên xweş ên darên we, guliyên xurmeyan, guliyên darên pelgur in û spîndarên geliyan bidin hev û li hizûra Xwedayê xwe Xudan heft rojan şa bibin. 41 Hûnê vê her sal heft rojan wekî cejna Xudan pîroz bikin. Hûnê vê cejnê di meha heftan de, di nav nifşên we de wekî qanûneke herheyî pîroz bikin. 42 Hûnê heft rojan di holikan de rûnin. Wê hemû welatiyên Îsraêlî di holikan de rûnin 43 ku nifşên we bizanibin gava min gelê Îsraêl ji welatê Misrê deranî, min ew di holikan de da rûniştandin. Ez Xwedayê we Xudan im.’” 44 Bi vî awayî Mûsa cejnên Xudan ji gelê Îsraêl re diyar kirin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey