Lêwiyî 22 - Kurmanji ÎncîlXwarina pêşkêşiyan 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Ji Harûn û kurên wî re bêje: ‘Bila ji bo pêşkêşiyên pîroz ên ku gelê Îsraêl pêşkêşî min dikin baldar bin ku navê min ê pîroz xerab nebe. Ez Xudan im.’ 3 Ji wan re bêje: ‘Heke kesekî ji ziriyeta we di nav hemû nifşên we de, gava qirêj dibe, nêzîkî pêşkêşiyên pîroz bibe ku gelê Îsraêl pêşkêşî min dike, wê ji hizûra min bê avêtin. Ez Xudan im. 4 “‘Kesê ji ziriyeta Harûn ku bi nexweşiya çerman ketibe yan herikîna wî hebe, heta ku paqij nebe, wê ji pêşkêşiyên pîroz nexwe. Kesê bi tiştekî ku cendek pê bûye bibe û mirdar bûye, kesê menî jê diherike, 5 kesê bi afirîdê ku bi erdê ve dişêle û mirovan mirdar kiriye bibe, qirêjbûna wî ji çi dibe bila be, 6 her kesê ku bi tiştekî wiha dibe, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin û heta ku bedena xwe neşo, wê ji pêşkêşiyên pîroz nexwe. 7 Gava roj çû ava wê paqij bibe û bikaribe pêşkêşiyên pîroz bixwe. Çimkî ev xwarina wî ye. 8 Wê ji laşê heywanên çolê yê ku mirî hatiye dîtin an ji aliyê heywanên din ve hatiye perçekirin nexwe û bi vî awayî xwe qirêj neke. Ez Xudan im. 9 “‘Wê kahin peywirên min pêk bînin. An na wê sûcdar bên hesibandin û ji ber vê yekê bimirin. Xudanê ku ew pîroz kirine ez im. 10 “‘Ji xeynî malbata kahin, wê tu kes ji pêşkêşiya pîroz nexwe, ne xerîbên li ba kahin dijîn û ne jî kesên li ba wan biheq dixebitin. 11 Lê koleyên ku kahin bi pere kirîne û kesên ku li mala wî hatine dinyayê dikarin jê bixwin. 12 Keça kahin a ku bi kesekî ne kahin re zewiciye, wê ji pêşkêşiyên pîroz nexwe. 13 Lê keça kahin a jinebî yan mêrê xwe berdayî ku zarokên wê çênebûne û ziviriye mala bavê xwe ya ku di ciwaniya xwe de lê dima, dikare ji nanê bavê xwe bixwe. Tu kesê ne kahin nikare jê bixwe. 14 “‘Heke kesek bi nezanî ji tiştê pîroz bixwe, wê ji pêncan yekê wî deyne ser û bide kahin. 15 Wê tu kes pêşkêşiyên pîroz ên ku gelê Îsraêl pêşkêşî Xudan dikin mirdar neke. 16 An na, wê ew kes sûcê xwarina van pêşkêşiyên pîroz bîne ser kesên din jî. Çimkî Xudanê ku wan pîroz dike ez im.’” Qurbanên ku nayên qebûlkirin 17 Xudan ji Mûsa re got: 18 “Bi Harûn, kurên wî û tevahiya gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Kesê ji Mala Îsraêl an ji xerîbên li welatê Îsraêl dimînin, gava nedreke sozdanê, pêşkêşiyeke şewitandinê ku pêşkêşiya dilxwaziyê ye, pêşkêşî Xudan bike, 19 ji bo ku ji bo we bê qebûlkirin, pêşkêşiya dewar, mî yan bizin, divê nêr û bêqisûr be. 20 Hûnê tiştê biqisûr pêşkêş nekin, çimkî wê ji bo we neyê qebûlkirin. 21 Her kesê bixwaze qurbana aştiyê wekî nedreke sozdanê yan wekî pêşkêşiyeke dilxwaziyê pêşkêşî Xudan bike, ji pêz an dewêr, ji bo ku ew bê qebûlkirin divê bêqisûr be. Wê tu qisûr tê de tunebe. 22 Hûnê heywanekî kor, seqet, birîndar an birîna wî kêmgirtî, gurî yan bi qalik pêşkêşî Xudan nekin. Hûnê wekî pêşkêşiya şewitandinê, tu heywanekî wiha li ser gorîgehê pêşkêşî Xudan nekin. 23 Hûn dikarin ga yan pezê ku di beşekî ji bedena wî de zêdehî yan kêmahî heye, wekî pêşkêşiya dilxwaziyê pêşkêş bikin. Lê wê wekî nedra sozdanê neyê qebûlkirin. 24 Hûnê heywanekî batîlêdayî, hincirandî, li hev badayî yan jêkirî pêşkêşî Xudan nekin. Hûnê li welatê xwe vê yekê nekin. 25 Hûnê heywanên wiha ji xerîban nestînin û wekî xwarin pêşkêşî Xwedayê xwe nekin. Çimkî ew xerab û biqisûr in, wê ji bo we neyên qebûlkirin.’” 26 Xudan ji Mûsa re got: 27 “Gava golik, berxik an karikek çêbe, wê heft rojan li ba maka xwe bimîne. Ji roja heştan û pêve ew dikare wekî pêşkêşiya şewitandinê ji Xudan re bê pêşkêşkirin û qebûlkirin. 28 Lê çi dewar, çi pez, hûnê heywanekî bi têjikê wî re di heman rojê de serjê nekin. 29 “Gava hûn pêşkêşiya şikirdariyê pêşkêşî Xudan dikin, hûnê wê wisa pêşkêş bikin ku ji bo we bê qebûlkirin. 30 Wê goştê wê di heman rojê de bê xwarin. Hûnê nehêlin dotira rojê. Ez Xudan im. 31 “Hûnê emrên min bikin û pêk bînin. Ez Xudan im. 32 Hûnê navê min ê pîroz xerab nekin. Ezê di nav gelê Îsraêl de pîroz bêm zanîn. Ez Xudan im, ez we pîroz dikim. 33 Ji bo ku ez bibim Xwedayê we min hûn ji welatê Misrê deranîn. Xudan ez im.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey