Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 21 - Kurmanji Încîl


Pîroziya kahinan

1 Xudan ji Mûsa re got: “Ji kurên Harûn, ji kahinan re wiha bêje:

2 ‘Wê yekî ji kahinan ji bo merivên mirî xwe qirêj neke. Ji xeynî ji bo merivekî xwe yê nêzîk; diya xwe, bavê xwe, kurê xwe, keça xwe, birayên xwe,

3 xwişka xwe ya ku li ba wî dimîne û nezewiciye, ew bi tenê ji bo wan dikare xwe qirêj bike.

4 Lê wê wekî mezinekî nav gel xwe qirêj û mirdar neke.

5 “‘Gava kahin şînê dikin, wê xwe kur nekin, keviyên rihê xwe kur nekin û bedena xwe birîndar nekin.

6 Wê ji bo Xwedayê xwe pîroz bin û navê Xwedayê xwe xerab nekin. Çimkî pêşkêşiyên şewitandinê wekî xwarin pêşkêşî Xwedayê xwe Xudan dikin. Loma wê pîroz bin.

7 Wê kahin bi fahîşeyan re, bi jinên ku hatine qirêjkirin û bi jinên ku ji mêrên xwe berdayî re nezewicin. Çimkî kahin ji bo Xwedayê xwe pîroz in.

8 Hûnê wan pîroz bihesibînin, çimkî wekî xwarin pêşkêşiyan ji Xwedayê we re pêşkêş dikin. Loma wê ji bo we pîroz bin. Çimkî ez pîroz im, Xudanê ku we pîroz dike ez im.

9 Heke keça kahinekî fahîşetiyê bike û xwe mirdar bike, ew bavê xwe jî mirdar dike. Wê bê şewitandin.

10 “‘Serkahinê ku di nav kahinên din de mezin bûye, rûnê kifşkirinê li serê wî hatiye rijandin û kincên taybet li xwe dike, wê porê xwe neyîne xwarê û kincên xwe neçirîne.

11 Wê nêzîkî tu miriyekî nebe. Wê ji bo diya xwe û ji bo bavê xwe jî xwe qirêj neke.

12 Wê ji Pîrozgehê dernekeve û Perestgeha Xwedê mirdar neke. Çimkî rûnê kifşkirinê li ser serê wî ye ku wî vediqetîne. Ez Xudan im.

13 Jina ku wê Serkahin pê re bizewice, divê bakîre be.

14 Wê bi jinebiyekê, jina ku ji mêrên xwe berdayî, jina ku hat qirêjkirin an fahîşe re nezewice. Ew tenê dikare bi keçekê bakîre ya ji gelê xwe re bizewice.

15 Bi vî awayî wê di nav gelê xwe de ziriyeta xwe mirdar neke. Xudanê ku wî pîroz dike ez im.’”

16 Xudan ji Mûsa re got:

17 “Ji Harûn re bêje: ‘Ji ziriyeta te kesê biqisûr be, wê nêzîkî gorîgehê nebe ku nanê Xwedê pêşkêş bike.

18 Çimkî tu kesê biqisûr wê nêzîk nebe; kesê kor, kulek, rûyê derbxwarî, kesê beşekî ji bedena wî zêde mezin bûye,

19 kesê dest an lingê wî şikestî ye,

20 kesê qop e, kesê acûc e, kesê çav biqisûr e, nexweşê gurîtiyê, kesê birîna wî qalik girtiye yan jî gunikê wî hatiye perçiqandin.

21 Kesê ziriyeta Harûnê Kahin ku qisûreke wî heye, wê tu caran nêzîk nebe ku pêşkêşiya Xudan a şewitandinê pêşkêş bike. Ji bo ku ew biqisûr e, wê nêzîkî gorîgehê nebe ku pêşkêşiyên dexlê pêşkêşî Xwedayê xwe bike.

22 Ew dikare ji xwarinên Xwedê yên pîroz û herî pîroz bixwe.

23 Lê wê nêzîkî perdeyê û gorîgehê nebe, ew biqisûr e. Wê derên min ên pîroz mirdar neke. Çimkî ez Xudan im ku min ew pîroz kirine.’”

24 Mûsa ev ji Harûn û kurên wî re û ji hemû gelê Îsraêl re got.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan