Lêwiyî 20 - Kurmanji ÎncîlBerdêla gunehan 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Kesekî ji gelê Îsraêl an ji xerîbên di nav we de dimînin ku zarokekî xwe pêşkêşî Molekê îlah bike, wê esse bê kuştin. Wê gelê welêt wî bide ber keviran. 3 Ezê bi hêrs berê xwe bidim wî û ji nav gel bavêjim. Çimkî wî ji ziriyeta xwe pêşkêşî Molekê îlah kir û bi vî awayî Pîrozgeha min qirêj kir û navê min ê pîroz mirdar kir. 4 Heke gava ew zarokê xwe pêşkêşî Molek bike, gelê welêt jê re çavên xwe bigire û wî nekuje, 5 ezê bi hêrs berê xwe bidim wî kesî û malbata wî. Ezê wî û her kesê li pey wî bi Molek bêbextî bike ji nav gelê xwe bavêjim. 6 “‘Her kesê ku berê xwe bide cinbazan û kesê bi ruhan dişêwire, bi vî awayî bêbextî dike. Ezê bi hêrs berê xwe bidim wan û ji nav gelê xwe bavêjim. 7 Loma xwe pîroz bikin û pîroz bin. Çimkî ez Xwedayê we Xudan im. 8 Hûnê qanûnên min bikin û pêk bînin. Xudanê ku hûn pîroz dikin ez im. 9 “‘Her kesê ku naletê li diya xwe yan li bavê xwe bîne, wê esse bê kuştin. Ji ber ku wî naletê li diya xwe yan li bavê xwe aniye, xwîna wan li ser wan e. 10 “‘Heke zilam bi jina kesekî din re zinayê bike, wê hem ew zilam, hem ew jin esse bên kuştin. 11 Kesê ku bi jina bavê xwe re razê, tazîbûna bavê xwe vekiriye. Loma wê herdu esse bên kuştin. Xwîna wan li ser wan e. 12 Heke zilamek bi bûka xwe re razê, wê herdu esse bên kuştin. Wan kirêtî kiriye, xwîna wan li ser wan e. 13 Heke zilamek, çawa ku bi jinekê re razê bi mêrekî re razê, wan tiştekî kirêt kiriye, wê ew esse bên kuştin. Xwîna wan li ser wan e. 14 Heke zilamek hem bi jinekê û hem jî bi diya wê re bizewice, ev riswatî ye. Ji bo ku riswatiyên wiha di nav we de çênebin, wê her sê bên şewitandin û kuştin. 15 Zilamek ku bi heywanekî re razê, wê esse bê kuştin. Hûnê vî heywanî jî bikujin. 16 Heke jinek, ji bo ku xwe bide heywanekî nêzîkî wî bibe, hûnê haywan û jinê bikujin. Xwîna wan li ser wan e. 17 “‘Heke zilamek xwişka xwe ya ji diya xwe yan ji bavê xwe, ji xwe re bistîne, tazîbûna wê bibîne û jinik jî tazîbûna wî bibîne, ev şerm e. Wê bi eşkereyî ji nav gel bên avêtin, çimkî wî tazîbûna xwişka xwe vekiriye. Wê sûcdar bê hesibandin. 18 Heke zilamek bi jina bi potan ketiye re razê û tazîbûna wê veke, wî dera wê ya ku diherike vekiriye û jinikê jî dera xwe ya ku diherike vekiriye. Wê herdu ji nav gel bên avêtin. 19 “‘Hûnê tazîbûna xaltîka xwe û meta xwe venekin, çimkî ew namûsa merivên we ne. Wê sûcdar bên hesibandin. 20 Kesê ku bi jina apê xwe re razê, wî tazîbûna apê xwe vekiriye. Wê herdu sûcdar bên hesibandin û bêzarok bimirin. 21 Heke zilamek jina birayê xwe bistîne, ev kirêtî ye. Wî tazîbûna birayê xwe vekiriye, wê nebe xweyî zarok. 22 “‘Hûnê hemû qanûnên min û hemû rê û rêbazên min bikin û pêk bînin ku ew welatê hûn lê bijîn ez we dibimê, we venereşe. 23 Hûnê di rê û rêbazên miletên ku ez ji pêş we berdidim wan de rêve neçin. Ji bo ku wan ev tişt kirin, min ji wan nefret kir. 24 Lê min ji we re got: Hûnê axa wan mîras bistînin. Ezê wî welatê ku şîr û hingiv jê diherike bi milkî bidim we. Xwedayê we Xudanê ku hûn ji miletên din veqetandin ez im. 25 “‘Hûnê heywanê qirêj ji heywanê paqij û çivîka qirêj ji çivîka paqij veqetînin. Hûnê xwe bi heywanan, bi çivîkan an bi afirîdên bi erdê ve dişêlin ve kirêt nekin ku min ji bo we qirêj dihesibîne. 26 Hûnê ji bo min pîroz bin, çimkî ez Xudanê pîroz im. Ji bo ku hûn bibin ên min, min hûn ji gelên din veqetandin. 27 “‘Çi zilam çi jî jina cinbaz an bi ruhan dişêwire, wê esse bê kuştin. Wê ew bên kevirkirin, xwîna wan li ser wan e.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey