Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 19 - Kurmanji Încîl


Edalet û qanûnên exlaqî

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Bi tevahiya civaka Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Pîroz bin, çimkî ez Xwedayê we Xudan pîroz im.

3 “‘Hûnê ji dê û bavê xwe re hurmetê nîşan bidin û rojên min ên Septê bigirin. Xwedayê we Xudan ez im.

4 “‘Berê xwe nedin pûtan û ji xwe re îlahên rijandî çênekin. Xwedayê we Xudan ez im.

5 “‘Gava hûn qurbana aştiyê pêşkêşî Xudan dikin, bi awayekî ku ji bo xatirê we bê qebûlkirin pêşkêş bikin.

6 Wê goştê qurbana we, roja ku we serjê kiriye yan dotira rojê bê xwarin. Goştê ku heta roja sisêyan bimîne wê bê şewitandin.

7 Heke roja sisêyan perçeyek jî bê xwarin, wê qirêj bê hesibandin. Wê neyê qebûlkirin.

8 Kesê jê bixwe, wê sûcdar bê hesibandin. Çimkî wî tiştê ku ji Xudan re pîroz e, mirdar kir. Wê ew kes ji nav gelê xwe bê avêtin.

9 “‘Gava hûn berê li welatê xwe hildin, hûnê hemû kujên zeviyê bi tevahî nedin hev û simbilên ji dexil mayî necivînin.

10 Di çûna ser rezan de hûnê hemûyan nedin hev û tiriyê ketine erdê berhev nekin. Hûnê wan ji bo bindest û xerîban bihêlin. Xwedayê we Xudan ez im.

11 “‘Hûnê nedizin, hîle nekin û ji hev re derewan nekin.

12 Hûnê bi navê min bi derewan sond nexwin û navê Xwedayê xwe mirdar nekin. Xudan ez im.

13 “‘Tê neheqiyê li cîranê xwe nekî û wî neşelînî. Tê heqdestê karkeran nehêlî serê sibê.

14 Tê naletê li kesê ker neyînî û tiştekî terpilînê daneyînî ser riya kesê kor. Tê ji Xwedayê xwe bitirsî. Xudan ez im.

15 “‘Di dadbarkirinê de tê neheqiyê nekî. Tê ferq û meyliya belengaz û hêzdaran nekî. Tê ji cîranê xwe re rast bî.

16 Tê di nav gel de fesadiyê nekî. Tê bi vî awayî zirarê nedî cîranê xwe. Xudan ez im.

17 “‘Tê di dilê xwe de ji birayê xwe nefretê nekî. Gava cîranê te guneh kir, tê wî hişyar bikî. Yan na tê jî sûcdar bê hesibandin.

18 Tê heyfê nestînî û ji nav gel kîna kesî negirî. Tê wekî xwe ji cîranê xwe hez bikî. Xudan ez im.

19 “‘Qanûnên min pêk bînin. Du heywanên ku cureyên wan cuda ne, ranekin ser hev. Du tovên cuda li zeviya xwe neçînin. Kincên ji du tayên cuda hatine çêkirin li xwe nekin.

20 “‘Heke zilamek bi cariyeyekê re razê û ew bi dergistî be, lê berdêla wê nehatibe dayîn an nehatibe azadkirin, wê herdu jî bên cezakirin lê neyên kuştin. Çimkî jinik ne azad e.

21 Wê zilam ji Xudan re wekî pêşkêşiya berdêlê, beranekî bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê.

22 Wê kahin, ji bo wî beranê pêşkêşiya paqijiyê li hizûra Xudan wekî kefaretê bide û gunehê ku kiriye jê re bê bexişandin.

23 “‘Gava hûn çûn welatê Kenanê û we darên fêkiyan danîn, hûnê sê salên pêşî fêkiyên wan qirêj bihesibînin. Ew ji bo we qirêj tên hesibandin û wê neyên xwarin.

24 Lê di sala çaran de hemû fêkiyên darê, wê wekî pêşkêşiya spasiyê ya ji bo Xudan, pîroz bên hesibandin.

25 Di sala pêncan de hûnê fêkiyên wan bixwin. Bi vî awayî wê dar hê bêtir fêkî bidin. Ez Xwedayê we Xudan im.

26 “‘Hûnê tu tiştekî bi xwîn nexwin. Hûnê sêrbazî û remildariyê nekin.

27 Hûnê porê xwe yê li kêleka serê xwe nekusînin û dest nedin keviyên rihê xwe.

28 Hûnê ji bo miriyan di bedena xwe de birînan venekin, di çermê xwe de deqan çênekin. Xudan ez im.

29 “‘Tê keça xwe nekî fahîşe. Tê bi vî awayî wê mirdar nekî. Yan na wê welat jî fahîşetiyê bike û tê de riswatî tije bibe.

30 Hûnê rojên min ên Septê bigirin û rûmetê ji Pîrozgeha min re nîşan bidin. Xudan ez im.

31 “‘Berê xwe nedin cinbazan û kesên bi ruhan dişêwirin. Li wan negerin. Bila ew we qirêj nekin. Xwedayê we Xudan ez im.

32 “‘Hûnê li ber rîspiyan rabin ser xwe û ji kesên kal re hurmetê nîşan bidin. Hûnê ji Xwedayê xwe bitirsin. Xudan ez im.

33 “‘Heke li welatê we xerîbek di nav we de bimîne, hûnê zordariya wî nekin.

34 Wê xerîbê di nav we de dimîne wekî welatî be. Hûnê wekî xwe ji xerîban hez bikin, çimkî hûn jî li welatê Misrê xerîb bûn. Xwedayê we Xudan ez im.

35 “‘Dema hûn dadbar dikin, dema hûn dipîvin, dijmêrin û dikişînin neheqiyê nekin.

36 Hûnê mêzîna rast, kevirên rast, efa û hîna rast bixebitînin. Xwedayê we Xudanê ku hûn ji welatê Misrê deranî ez im.

37 Hûnê hemû qanûnên min, hemû rê û rêbazên min bikin û pêk bînin. Xudan ez im.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan