Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 18 - Kurmanji Încîl


Têkiliyên qedexe

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Ez Xwedayê we Xudan im.

3 Hûnê li gorî kirinên welatê Misrê nekin ku hûn li wir diman. Hûnê li gorî kirinên welatê Kenanê jî nekin ku ez we dibim wir. Hûnê li gorî qanûnên wan tevnegerin.

4 Li gorî rê û rêbazên min, hûnê tevbigerin. Hûnê qanûnên min pêk bînin. Ez Xwedayê we Xudan im.

5 Hûnê qanûn û rêbazên min pêk bînin. Kesê ku van tiştan bike, wê bi saya wan bijî. Xudan ez im.

6 “‘Wê tu kes ji bo ku tazîbûna merivekî xwe veke, nêzîk nebe. Ez Xudan im.

7 Tê tazîbûna diya xwe venekî ku namûsa bavê te ye. Ew diya te ye. Tê tazîbûna wê venekî.

8 Tê tazîbûna jina bavê xwe venekî. Ew namûsa bavê te ye.

9 Tê tazîbûna xwişkên xwe yên ji diya xwe yan ji bavê xwe, çi heq çi jî dêmarî venekî.

10 Tê tazîbûna keça keça xwe yan keça kurê xwe venekî. Çimkî namûsa wan namûsa te ye.

11 Tê tazîbûna keça jina bavê xwe venekî. Ew ji bavê te ye û xwişka te ye.

12 Tê tazîbûna xwişka bavê xwe venekî. Ew namûsa bavê te ye.

13 Tê tazîbûna xaltîka xwe venekî. Ew namûsa diya te ye.

14 Tê tazîbûna jina apê xwe venekî, tê nêzîkî wê nebî. Ew jinapa te ye.

15 Tê tazîbûna bûka xwe venekî. Ew jina kurê te ye. Tê tazîbûna wê venekî.

16 Tê tazîbûna jina birayê xwe venekî. Ew namûsa birayê te ye.

17 Tê tazîbûna jinekê û keça wê venekî. Tê tazîbûna keça keça wê yan keça kurê wê jî venekî. Ew merivên wê ne. Nêzîkbûna wan riswatî ye.

18 Heta ku jina te dijî, tê xwişka wê ji xwe re nestînî û tazîbûna wê venekî.

19 “‘Tê xwe nêzîkî jina bi potan ketiye û qirêj bûye nekî. Tê tazîbûna wê venekî.

20 Tê bi jina cîranê xwe re ranezî. Tê xwe pê qirêj nekî.

21 Ji bo ku ji Molekê îlah re di êgir de bê qurbankirin, tê tu kes ji ziriyeta xwe nedî. Tê bi vî awayî navê Xwedê xerab nekî. Xudan ez im.

22 Çawa ku mêrek bi jinekê re radize, tê bi mêrekî re ranezî. Ev kirêt e.

23 Tê bi heywanan re ranezî. Tê bi vî awayî xwe qirêj nekî. Wê tu jin jî nêzîkî heywanekî nebe ku pê re razê. Ev kirêtî ye.

24 “‘Bi van kirinan xwe qirêj nekin. Çimkî miletên ku ezê ji ber we biqewitînim, xwe bi wan qirêj kirin.

25 Loma welat qirêj bû. Ji ber neheqiya wî, min welat ceza kir û welat jî şêniyên xwe vedireşe.

26 Welatî û xerîbên di nav we de dimînin, hûnê qanûn û rêbazên min pêk bînin û van tiştên kirêt nekin.

27 Çimkî tevahiya kesên beriya we li welêt rûdiniştin, ev tiştên kirêt kirin û welat qirêj bû.

28 Heke hûn jî welêt qirêj bikin, wê welat, çawa ku kesên beriya we vereşandin, we jî vereşîne.

29 “‘Her kesê ji van tiştên kirêt bike, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.

30 Peywirên min pêk bînin û van tiştên kirêt nekin ku hûn qirêj nebin. Xwedayê we Xudan ez im.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan