Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 17 - Kurmanji Încîl


Serjêkirina heywanan

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Bi Harûn, kurên wî û bi tevahiya gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Ya ku Xudan emir kiriye ev e:

3 Her kesê ji Mala Îsraêl ku li artêşgehê yan li derveyî artêşgehê, gayek, miyek an bizinekî serjê bike

4 û wekî pêşkêşiya ji Xudan re neyîne ber deriyê Konê Hevdîtinê, ber Meskenê Xudan, wê li ser wî zilamî xwîn bê hesibandin. Ji bo ku wî xwîn rijandiye, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.

5 Ev wisa ye ku wê gelê Îsraêl qurbanên ku li çolê serjê dikin, li hizûra Xudan bidin kahin, li ber deriyê Konê Hevdîtinê û wekî qurbana aştiyê pêşkêşî Xudan bikin.

6 Wê kahin xwînê li ber deriyê Konê Hevdîtinê, bi ser gorîgeha Xudan ve bireşîne û bezê wê bişewitîne ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.

7 Bi vî awayî wê gelê Îsraêl êdî qurbanên xwe pêşkêşî nêriyên cinoyî neke. Wê ev ji bo hemû nifşên wan qanûneke herheyî be.’

8 “Ji wan re bêje: ‘Kesê ji Mala Îsraêl an ji xerîbên di nav wan de dijîn ku qurbana şewitandinê yan qurbaneke din pêşkêş bike

9 û ji bo ku wê pêşkêşî Xudan bike, neyîne ber deriyê Konê Hevdîtinê, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.

10 “‘Heke kesê ji Mala Îsraêl an ji xerîbên di nav wan de dijîn, çi cure xwînê daqurtîne, ezê bi hêrs berê xwe bidim wî û ji nav gel bavêjim.

11 Çimkî canê goşt di xwînê de ye û min ew da we ku hûn li ser gorîgehê ji bo canên xwe kefaretê bidin. Ya ku ji bo can dibe kefaret, xwîn e.

12 Loma min ji gelê Îsraêl re got: Wê tu kesek ji nav we xwînê nexwe, wê tu xerîbê di nav we de dimîne jî xwînê nexwin.

13 “‘Kesê ji gelê Îsraêl û ji xerîbên di nav we de dimînin ku çivîk an heywanekî goştê wî tê xwarin nêçîr bike, wê xwîna wî birijîne û bi axê veşêre.

14 Çimkî canê goşt di xwînê de ye. Loma min ji gelê Îsraêl re got: Hûnê xwîna tu goştî nexwin. Canê hemû goştî di xwîna wî de ye. Kesê xwînê bixwe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.

15 “‘Çi welatî çi jî xerîb, hemû kesên ji we ku ji termê heywanê bi xwe miriye yan ji aliyê heywanekî çolê ve hatiye perçekirin bixwe, wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin. Piştre wê paqij bibe.

16 Heke ew kincên xwe û serê xwe neşo, wê bê cezakirin.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan