Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 16 - Kurmanji Încîl


Roja Kefaretê
( Lêwiyî 23:26-32 ; Hejmartin 29:7-11 )

1 Piştî mirina herdu kurên Harûn ên ku nêzîkî Xudan bûbûn û miribûn,

2 Xudan ji Mûsa re got: “Ji kekê xwe Harûn re bêje bila herdem neçe Cihê Herî Pîroz. Heke herdem pişt perdeyê û nêzîkî derxûnê ku li ser Sindoqa Peymanê ye biçe, wê bimire. Çimkî ez li ser derxûn, di nav ewran de xuya dibim.

3 Wê Harûn bi conegayekî pêşkêşiya paqijiyê û beranekî qurbana şewitandinê bikeve Cihê Herî Pîroz.

4 Wê mîntanê kitan û derpiyên kitan li xwe bike, şûtikê kitan li nava xwe girê bide û şaşika kitan li serê xwe bipêçe. Ev kincên pîroz in. Wê bedena xwe bi avê bişo û wan li xwe bike.

5 Wê civaka Îsraêl, wekî pêşkêşiya paqijiyê du nêrî û wekî qurbana şewitandinê jî beranekî bide Harûn.

6 “Wê Harûn wekî pêşkêşiya paqijiyê conegayek ji bo xwe pêşkêş bike. Wê ji bo xwe û mala xwe kefaretê bide.

7 Piştre wê herdu nêriyan hilde û bibe hizûra Xudan, ber deriyê Konê Hevdîtinê.

8 Wê Harûn pişkan li ser herduyan bavêje. Wê yek ji Xudan re, yek ji Ezazel re bikeve.

9 Wê Harûn nêriyê ku bi pişk ji Xudan re ketiye bîne û wekî pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş bike.

10 Lê wê nêriyê ku bi pişk ji Ezazel re ketiye, wekî kefareta ji bo gel, bi saxî pêşkêşî Xudan bike. Wê wî berde çolê û bişîne ba Ezazel.

11 “Wê Harûn ji bo xwe, wekî pêşkêşiya paqijiyê conegê bîne, ji bo xwe û mala xwe kefaretê bide. Wê wî wekî pêşkêşiya paqijiyê ji bo xwe serjê bike.

12 Wê bixûrdankek ku bi perengên êgir ên ji ser gorîgehê tije kiriye û du destên ku bi bixûra bêhnxweş a ku hûr hatiye tijekirin, hilde derbasî pişt perdeyê bibe.

13 Wê li hizûra Xudan bixûrê bavêje ser perengên êgir ku dûyê bixûrê wekî ewran derxûnê li ser Sindoqa Şahidiyê ye, binixême. Yan na wê ew bimire.

14 Wê ji xwîna conegê jî hilde û bi tiliya xwe bi ser derxûn ve û bi ser pêşiya derxûn ve bireşîne. Wê bi tiliya xwe heft caran li pêş derxûn xwînê bireşîne.

15 “Piştre wê ji bo gel nêriyê pêşkêşiya paqijiyê serjê bike, xwîna wî bibe pişt perdeyê û çawa ku bi xwîna conegê kir, wê xwîna nêrî jî bi ser derxûn ve û bi pêşiya derxûn ve bireşîne.

16 Bi vî awayî wê di ber qirêjiyên gelê Îsraêl de, di ber guneh û neheqiyên wan de, ji bo Cihê Herî Pîroz kefaretê bide. Wê ji bo Konê Hevdîtinê vê bike, çimkî di nava qirêjiyên mirovan de dimîne.

17 Di dema Harûn diçe Cihê Herî Pîroz û ji bo xwe, mala xwe û tevahiya civaka Îsraêl kefaretê dide de, heta ku ew derkeve derve, wê tu kes li Konê Hevdîtinê nemîne.

18 Paşê wê Harûn derkeve here gorîgeha ku li hizûra Xudan e û ji bo wê kefaretê bide. Wê ji xwîna conegê û ji xwîna nêrî hilde û seredor di qiloçên gorîgehê de bide.

19 Wê bi tiliya xwe xwînê heft caran bi ser gorîgehê ve bireşîne. Bi vî awayî wê gorîgehê ji qirêjiyên gelê Îsraêl paqij û pîroz bike.

20 “Piştî ku Harûn paqijî û kefareta Cihê Herî Pîroz, Konê Hevdîtinê û gorîgehê qedand, wê nêrî bi saxî bîne.

21 Wê Harûn herdu destên xwe deyne ser serê nêriyê sax û li hemû neheqî, serhildan û gunehên gelê Îsraêl mikur bê. Bi vî awayî wê van bide ser serê nêrî û bi zilamekî ku ji bo vî karî hatiye tayînkirin, nêrî berde çolê.

22 Wê nêrî, hemû sûcên gelê Îsraêl lê barkirî here diyarekî bêber. Wê zilam nêrî berde çolê.

23 “Piştre wê Harûn bikeve Konê Hevdîtinê. Gava bikeve Cihê Herî Pîroz, wê cilên kitan ên li xwe kirine derîne û li wir bihêle.

24 Wê li dereke pîroz bedena xwe bi avê bişo û kincên xwe li xwe bike. Piştre wê derkeve, qurbanên şewitandinê yên ku ji bo wî û ji bo gel pêşkêş bike û ji bo xwe û gel kefaretê bide.

25 Wê bezê pêşkêşiya paqijiyê li ser gorîgehê bişewitîne.

26 “Zilamê ku nêriyê ji bo Ezazel berdaye çolê, wê kincên xwe û bedena xwe bi avê bişo. Paşê dikare bikeve artêşgehê.

27 Wê conega û nêriyê ku wekî pêşkêşiya paqijiyê hatine pêşkêşkirin û xwîna wan ji bo kefaretdayînê anîne Cihê Herî Pîroz, derxin derveyî artêşgehê. Li wir wê rêx, eyar, goştên wan bê şewitandin.

28 Kesê ku ev şewitandin, wê kincên xwe û bedena xwe bişo û piştre dikare bikeve artêşgehê.

29 “Wê ev ji bo we qanûneke herheyî be. Hûnê di roja dehê meha heftan de, dev ji nefsa xwe berdin û wê tu kes Îsraêlî û xerîbên di nav xwe de nexebitîne.

30 Çimkî wê rojê, ji bo paqijbûna we, wê kefaret bê dayîn. Hûnê li hizûra Xudan ji hemû gunehên xwe paqij bibin.

31 Ew roj, ji bo we Roja Septê ya bêhnvedanê ye. Hûnê dev ji nefsa xwe berdin. Ev qanûneke herheyî ye.

32 Di nifşên bê de, wê kahinê ku hatiye kifşkirin û di cihê bavê xwe de hatiye tayînkirin vê kefaretê bide. Wê kincên pîroz ên kitan li xwe bike.

33 Wê ji bo Cihê Herî Pîroz, pêşiya Konê Hevdîtinê û gorîgehê kefaretê bide. Wê ji bo kahinan û tevahiya civakê kefaretê bide.

34 Wê ev ji bo we bibe qanûneke herheyî. Salê carekê, ji bo tevahiya gunehên gelê Îsraêl kefaret bê dayîn.” Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, Harûn wiha kir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan