Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 15 - Kurmanji Încîl


Herikînên bedenî

1 Xudan ji Mûsa û Harûn re got:

2 “Ji gelê Îsraêl re bêjin: ‘Heke ji mûziya zilamekî herikîn bê, ew qirêj e.

3 Herikîn berdewam bike yan jî kêm bibe, ew zilam qirêj dibe. Qirêjiyên ku herikîn dibe sedem, ev in:

4 Her dera zilamê ku herikîn jê tê, lê radize û lê rûdine, wê qirêj bê hesibandin.

5 Wê her kesê ku xwe bi nivîna wî bike kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.

6 Wê her kesê li dera ku ew lê rûniştiye rûne kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.

7 Wê her kesê ku xwe bi bedena zilamê ku herikîn jê tê bike kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.

8 Heke kesê ku herikîn jê tê tifî kesekî paqij bike, wê ew kes kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.

9 Her cilê kesê ku herikîn jê tê li ser siwar bûye, wê qirêj bê hesibandin.

10 Her kesê ku xwe bi tiştekî ku ew zilam li ser rûniştiye bike, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin. Her kesê ku van tiştan hilgire, wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.

11 Gava zilamê herikîn jê tê destê xwe neşûştî, her kesê ku xwe pê bike, wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.

12 Heke zilamê herikîn jê tê xwe bi dîzikê bike, wê ew dîzîk bê şikandin û hemû taximên darîn a ku ew pê bûye jî wê bi avê bê şûştin.

13 “‘Gava herikîna zilamê ku herikîn jê tê bisekine, ji bo paqijbûnê wê heft rojan bisekine. Piştre wê kincên xwe bişo, di ava kaniyê de serê xwe bişo û wê paqij bê hesibandin.

14 Wê di roja heştan de ji bo xwe du qumrî yan du kevokan hilde, were ber deriyê Konê Hevdîtinê û li hizûra Xudan wan bide kahin.

15 Wê kahin yekê ji wan wekî pêşkêşiya paqijiyê û ya din jî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin li hizûra Xudan ji bo herikîna wî kefaretê bide.

16 “‘Heke menî ji zilamekî biherike, wê hemû bedena xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.

17 Her tiştên ji kinc an çermîn ê ku menî pê bûye, wê bi avê bê şûştin û heta êvarê qirêj bê hesibandin.

18 Heke zilamek bi jinekê re razê û nêzîkî wê bibe, wê herdu jî xwe bi avê bişon û heta êvarê qirêj bên hesibandin.

19 “‘Heke jinek bi potan bikeve û xwîn ji bedena wê biherike, wê heft rojan qirêj bimîne û her kesê ku xwe pê bike, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.

20 Di rojên ku ew bi potan ketiye de, her tiştê jinik lê radize û lê rûdine wê qirêj bê hesibandin.

21 Wê her kesê ku xwe bi nivîna jinikê bike, kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.

22 Her kesê ku xwe bi tiştekî ku jinik li ser rûniştiye bike, wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.

23 Her kesê ku xwe bi tiştekî ku ew jinik li ser rûne –nivîn an jî tiştekî din– wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.

24 Heke zilamek pê jinê re razê û nepaqijiya wê bi zilêm bikeve, wê heft rojan qirêj bimîne û her nivîna ku ew li ser radize jî qirêj bê hesibandin.

25 “‘Heke jinek, ji xeynî dema bi potan ketinê, demeke dirêj xwîn jê bê yan xwîn jêhatina wê piştî rojên bi potan ketiye jî bajo, heta dema xwîn jê tê, wekî rojên ku bi potan ketiye, wê qirêj bê hesibandin.

26 Di hemû rojên ku xwîn jê tê de, wekî rojên ku bi potan ketiye, wê her nivîna ku li ser radize û her dera ku li ser rûdine qirêj bê hesibandin.

27 Her kesê ku xwe bi wan bike, wê qirêj bê hesibandin. Wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bimîne.

28 “‘Lê gava xwînjêhatina wê bisekine, wê jinik heft rojan bisekine û piştre paqij bê hesibandin.

29 Wê di roja heştan de ji bo xwe du qumrî yan du kevokan hilde, bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê û bide kahin.

30 Wê kahin yekê ji wan wekî pêşkêşiya paqijiyê û ya din jî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin li hizûra Xudan, ji bo qirêjiya xwînjêhatina wê kefaretê bide.

31 “‘Hûnê gelê Îsraêl ji qirêjiyên wan dûr bixin ku ew bi qirêjiya xwe meskenê min a di nav wan de ye qirêj nekin û nemirin.’”

32 Rê û rêbaza her kesê ku herikîn jê tê ev in. Zilamê menî jê hatiye,

33 jina bi potan ketiye û zilamê ku bi jina qirêj re razaye wê qirêj bên hesibandin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan