Lêwiyî 14 - Kurmanji ÎncîlPaqijbûna nexweşiyên çerman 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Rê û rêbazên roja paqijbûna kesê nexweşiya çerman, ev in: Wê kesê nexweş bînin ba kahin. 3 Wê kahin wî derxe derveyî artêşgehê û lê binêre. Heke nexweşî baş bûbe, 4 wê kahin emir bike ku ji bo kesê tê paqijkirin du çivîkên paqij ên sax, dara sedrê, tayê sor û giyayê cehtirê bînin. 5 Wê kahin emir bike ku yek ji çivîkan, di dîzikekê de, li ser ava kaniyê bê serjêkirin. 6 Wê çivîka sax, dara sedrê, tayê sor û giyayê cehtirê li xwîna çivîka li ser ava kaniyê hatiye serjêkirin bixe. 7 Wê xwînê heft caran bireşîne ser kesê ku ji nexweşiya çerman tê paqijkirin û wî paqij bihesibîne. Wê çivîka sax jî berde çolê. 8 Kesê tê paqijkirin wê kincên xwe bişo, hemû mûyên xwe kur bike û serê xwe bişo. Wê bi vî awayî paqij bê hesibandin. Êdî ew dikare bikeve artêşgehê lê wê heft rojan li derveyî kon bimîne. 9 Wê di roja heftan de hemû por û mûyên xwe kûr bike. Wê porê xwe, rihê xwe, birûyên xwe û hemû mûyên di bedena xwe de kur bike. Wê kincên xwe bişo. Piştî bedena xwe bi avê şûşt, wê paqij bê hesibandin. 10 “Wê di roja heştan de, du berxên nêr ên bêqisûr, berxeke mê ya bêqisûr a yeksalî, pêşkêşiya dexlê ji dehan sisêya efaya arvanê hûrê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û logek zeyt bîne. 11 Kahinê karê paqijiyê dike wê kesê ku wê paqij be û tevahiya van tiştan li hizûra Xudan, li ber deriyê Konê Hevdîtinê bide sekinandin. 12 Wê kahin berxekî hilde û wekî pêşkêşiya berdêlê berx û logek zeyt pêşkêş bike û wan wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan bihejîne. 13 Wê berx li Pîrozgehê, li dera ku pêşkêşiya paqijiyê û qurbana şewitandinê tê serjêkirin, serjê bike. Çimkî wekî pêşkêşiya paqijiyê, pêşkêşiya berdêlê jî ya kahin e. Ew gelekî pîroz e. 14 Wê kahin hinek xwîna pêşkêşiya berdêlê hilde, li nermika guhê rastê û tiliyên mezin ên destê rastê û lingê wî yê rastê yên kesê tê paqijkirin bide. 15 Wê kahin hinekî ji loga zeytê hilde û birijîne çenga destê xwe yê çepê. 16 Wê tiliya destê xwe yê rastê di zeyta di destê wî ya çepê de ye bike û ber bi hizûra Xudan heft caran bireşîne. 17 Wê kahin ji rûnê di destê wî de maye, bi ser nermika guhê rastê û tiliyên mezin ên destê rastê û lingê wî yê rastê yên kesê tê paqijkirin de û bi ser xwîna pêşkêşiya berdêlê de bireşîne. 18 Wê zeyta di kefa destê wî de maye di serê kesê tê paqijkirin de bide. Wê li hizûra Xudan wî paqij bike ji bo wî kefaretê bide. 19 Ji bo kefareta vî kesî, wê kahin pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş bike. Paşê wê qurbana şewitandinê serjê bike. 20 Wê kahin qurbana şewitandinê û pêşkêşiya dexlê li gorîgehê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin ji bo wî kefaretê bide û wê paqij bibe. 21 “Heke ew kes belengaz be û hêza wî têra dayîna wê neke, ji bo kefareta xwe wê wekî pêşkêşiya berdêlê ya hejandinê berxekî û wekî pêşkêşiya dexlê, ji dehyeka efaya arvanê hûr a ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û logek zeyt bîne. 22 Li gorî hêza wî wê du qumrî yan du têjikên kevokan jî bîne. Wê yek bibe pêşkêşiya paqijiyê, ya din jî bibe qurbana şewitandinê. 23 Ji bo paqijbûna xwe wê di roja heştan de van hemûyan bîne hizûra Xudan û li ber deriyê Konê Hevdîtinê bide kahin. 24 Wê kahin berxê pêşkêşiya berdêlê û logek zeyt hilde û wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan bihejîne. 25 Wê kahin berxê pêşkêşiya berdêlê serjê bike, ji xwîna wî hilde û bi ser nermika guhê rastê û tiliyên mezin ên destê rastê û lingê wî yê rastê yên kesê tê paqijkirin de bireşîne. 26 Wê hinek zeyt birijîne destê xwe yê çepê. 27 Wê tiliya destê xwe yê rastê di zeyta di destê wî yê çepê de ye bike û heft caran li hizûra Xudan bireşîne. 28 Wê kahin ji zeyta di destê wî de maye, bi ser nermika guhê rastê û tiliyên mezin ên destê rastê û lingê wî yê rastê yên kesê tê paqijkirin de û bi ser cihê xwîna pêşkêşiya berdêlê de bireşîne. 29 Wê zeyta di kefa destê wî de maye li serê kesê ku tê paqijkirin bixe û bi vî awayî li hizûra Xudan ji bo wî kefaretê bide. 30 Li gorî hêza wî, wê ji qumriyan an kevokan bîne. 31 Wê yek wekî pêşkêşiya paqijiyê, ya din jî wekî qurbana şewitandinê, bi pêşkêşiya dexlê re pêşkêş bike. Wê kahin bi van ji bo zilamê tê paqijkirin li hizûra Xudan kefaretê bide.” 32 Rê û rêbazên paqijiya kesê nexweşiya çerman û hêza wî kêm e, ev in. Rizgariya ji kûfikê 33 Xudan ji Mûsa û Harûn re got: 34 “Gava hûn herin welatê Kenanê yê ku ezê bi milkî bidim we, heke ez nexweşiya kûfikê bixim maleke li welatê we, 35 wê xweyê malê were ba kahin û bêje: ‘Min li mala xwe tiştekî wekî nexweşiyê dît.’ 36 Hê beriya ku here li nexweşiyê binêre, wê kahin emir bike ku her tiştê di malê de derxin derve. Yan na, wê hemû tiştên li malê qirêj bên hesibandin. Paşê wê here li malê binêre. 37 Wê li nexweşiyê binêre. Heke nexweşî wekî dexmên kesk û sor li dîwarên malê be û di dîwêr de kûrbûyî xuya bike, 38 wê kahin ji malê derkeve û heft rojan malê girtî bihêle. 39 Wê roja heftan careke din were û lê binêre. Heke nexweşî li dîwaran belav bûbe, 40 wê kahin emir bike ku kevirên bi nexweşî ji dîwêr bikişînin û bavêjin dereke qirêj a derveyî bajêr. 41 Wê mal ji hundir ve seredor bide terişandin û xerca ku bi terişandinê derxistine bavêjin dereke qirêjî ya derveyî bajêr. 42 Wê kevirên din bînin bixin cihê wan keviran û xerceke din bînin û pê malê biseyînin. 43 “Heke piştî ku ew keviran derxin, malê bikolin û ji nû ve biseyînin, nexweşî careke din li malê derkeve, 44 wê kahin here lê binêre. Heke nexweşî li malê belav bûbe, ew nexweşiya kûfikê ya bêderman e û qirêj e. 45 Wê mal bê hilweşandin û kevir, kêran û hemû xerca wê bibin derveyî bajêr û bavêjin dereke qirêj. 46 Her kesê di dema mal hatiye girtin de bikeve malê, wê ew kes heta êvarê qirêj bê hesibandin. 47 Wê her kesê li malê razê yan xwarinê bixwe kincên xwe bişo. 48 “Heke kahin were, lê binêre û piştî ku mal hat seyandin, kûfik belav nebûbe, wê malê paqij bihesibîne. Wî çaxî nexweşiya kûfikê derbas bûye. 49 Ji bo paqijbûna malê, wê du çivîk, dara sedrê, tayê sor û giyayê cehtirê hilde. 50 Wê çivîkekê di dîzikekê de, li ber ava kaniyê serjê bike. 51 Wê dara sedrê, tayê sor, giyayê cehtirê û çivîka sax di xwîna çivîka hatiye serjêkirin û li nav avê bixe û heft caran bi ser malê de bireşîne. 52 Bi vî awayî wê kahin bi xwîna çivîkê, avê, çivîka sax, dara sedrê, giyayê cehtirê û tayê sor malê paqij bike. 53 Wê çivîka sax berde çolê, derveyî bajêr. Bi vî awayî wê ji bo malê kefaretê bide û wê mal paqij bibe.” 54 Rê û rêbazên her cure nexweşiyên çerman, gurîtî, 55 kûfika kincan û malan, 56 werim, qalikavêtin û dexman ev in. 57 Rê û rêbazên van nexweşiyan ev in. Bi van rê û rêbazan qirêjî û paqijî tên zanîn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey