Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 13 - Kurmanji Încîl


Nexweşiyên çerman

1 Xudan ji Harûn û Mûsa re got:

2 “Heke di çermê mirovekî de werim, qalik an dexmek hebe ku dikare nexweşiya çerman be, wê wî bibin ba Harûnê Kahin an kurên wî yên kahin.

3 Wê kahin li nexweşiya çerman binêre. Heke di dera nexweş de, mû spî bûbin û nexweşî kûr bûbe, ev nexweşiya çerman e. Kahinê ku lê binêre wê wî qirêj bihesibîne.

4 Heke dexma çerm spî be, kûr nebûbe û mûyên li ser spî nebûbin, wê kahin kesê nexweş heft rojan li dereke girtî bihêle.

5 Wê kahin di roja heftan de li kesê nexweş binêre. Heke li gorî wî nexweşî sekinî be û li ser çerm belav nebûbe, wê kahin heft rojên din jî wî li dereke girtî bihêle.

6 Di roja heftan de wê careke din lê binêre. Heke nexweşî kêm bûbe û li ser çerm belav nebûbe, wê kesê nexweş paqij bihesibîne. Ev tenê qalik e. Wê nexweş kincên xwe bişo û paqij bê hesibandin.

7 Lê heke piştî ku ew ji bo paqijbûnê xwe nîşanî kahin dide, qalik li ser çermê wî belav bibe, wê dîsa here ba kahin.

8 Gava kahin binêre qalik li ser çerm belav bûye, wê wî qirêj bihesibîne. Ew bi nexweşiya çerman ketiye.

9 “Heke kesek bi nexweşiya çerman bikeve, wê wî bibin ba kahin.

10 Wê kahin lê binêre. Heke li ser çerm wermeke spî hebe, mûyên li ser spî bûbin û li dera werimî çerm sor bûbe,

11 ev nexweşiyeke çerman a mayînde ye. Wê kahin wî kesî qirêj bihesibîne lê li dera girtî nede hiştin. Çimkî ew êdî qirêj e.

12 “Heke bi qasî ku kahin dibîne nexweşiya çerman ji serî heta binî tevahiya bedenê rapêçaye,

13 wê kahin lê binêre û wî kesê ku nexweşî li tevahiya bedena wî belav bûye paqij bihesibîne. Çimkî êdî nexweşî spî bûye û paqij e.

14 Lê heke çermê wî sor bûbe, ew qirêj e.

15 Wê kahin li çermê sor binêre û nexweş qirêj bihesibîne. Çermê sor qirêj tê hesibandin û ev nexweşiya çerman e.

16 Heke çermê sor biguhere û spî bibe, wê nexweş careke din here ba kahin.

17 Wê kahin li nexweş binêre, heke nexweşî spî bûbe, wê kahin kesê nexweş paqij bihesibîne. Ew paqij e.

18 “Heke kunêra li ser çerm baş bûbe

19 lê paşê di cihê kunêrê de wermeke spî yan dexmeke sorikî-spî derkeve, wê ew nîşanî kahin bide.

20 Wê kahin lê binêre. Heke birîna xuyayî kûr bûbe û mûyên li ser birînê spî bûbin, wê ew kes qirêj bê hesibandin. Ev nexweşiyeke çerman e ku di kunêrê de derketiye.

21 Lê gava kahin lê binêre, di nexweşiyê de mûyê spî tuneye, ew kûr nebûye û kêm bûye, wê kesê nexweş heft rojan li dereke girtî bihêle.

22 Heke nexweşî li çerm belav bûbe, wê kahin wî qirêj bihesibîne. Ev nexweşî ye.

23 Lê heke dexim sekinî be û belav nebûbe, ev qalikê kunêrê ye. Wê kahin wî paqij bihesibîne.

24 “Heke di çerm de şewat hebe û di vê derê de dexmeke sorikî-spî yan jî spî hebe,

25 wê kahin lê binêre. Heke mûyên ser dexmê spî û kûr bûbin, di wê şewatê de nexweşiya çerman heye. Wê kahin wî qirêj bihesibîne, çimkî ew bi nexweşiya çerman ketiye.

26 Lê heke kahin lê binêre û mûyên ser dexmê, spî û kûr nebûbe û kêm bûbe, wê kahin kesê nexweş heft rojan li dereke girtî bihêle.

27 Roja heftan wê kahin careke din wî bibîne. Heke dexim belav bûbe, wê wî qirêj bihesibîne. Ew nexweşiya çerman e.

28 Heke dexim li ser çerm sekinîbe, belav nebûbe û kêm bûbe, ev wermeke ji ber şewatê ye. Wê kahin wî paqij bihesibîne, çimkî ev qalikê şewatê ye.

29 “Heke di serî yan di erçena jin an mêrekî de nexweşî hebe,

30 wê kahin li nexweşiyê binêre. Heke kûr bûbe û mûyên li ser zer û zirav bûbin, wê kahin kesê nexweş qirêj bihesibîne. Ew gurî ye û ev nexweşiyeke çerman a serî yan erçenê ye.

31 Gava kahin li nexweşiya gurîtiyê binêre, heke kûr nebûbe û mûyên reş li ser tunebe, wê nexweş heft rojan li dereke girtî bihêle.

32 Wê di roja heftan de careke din li nexweşiyê binêre. Heke gurîtî li ser çerm belav nebûbe, mûyê zer li ser tunebe û kûr nebûbe,

33 wê nexweş porê xwe kur bike lê dest nede cihên gurî. Wê kahin wî heft rojên din li dereke girtî bihêle.

34 Kahin di roja heftan de wê careke din li cihê gurîbûyî binêre. Heke gurîtî li çerm belav nebûbe û kûr nebûbe, wê kahin kesê nexweş paqij bihesibîne. Wê nexweş kincên xwe bişo û paqij bê hesibandin.

35 Lê piştî ew paqij hat dîtin, gurîtî li çerm belav bibe,

36 wê kahin dîsa lê binêre. Heke gurîtî belav bûbe, wê kahin li mûyekî zer negere. Nexweş qirêj e.

37 Lê heke li ber çavê kahin gurîtî sekinîbe û mûyê reş di ser de derketibe, wî çaxî nexweşî nemaye. Ew paqij e. Wê kahin wî paqij bihesibîne.

38 “Heke di çermê mêrekî an jinekê de dexmên spî hebin,

39 wê kahin lê binêre. Heke dexmên li ser çerm spîçolkî bin, ew tenê dexmên sor in û di çerm de derketine. Ew kes paqij e.

40 “Heke porê zilamekî weşiyabe, ev kes serût e û ew paqij e.

41 Heke pêşiya serê wî weşiyabe, eniya wî vebûye. Ew paqij e.

42 Lê heke di rûtiya serê wî yan eniya wî de dexmên sorikî-spî derketibin, ev nexweşiya çerman e.

43 Wê kahin lê binêre. Heke werma nexweşiya li ser serê wî yê rût an li ser eniya wî ya rût sorikî-spî be û bişibe nexweşiya çerman,

44 naxwe ew bi nexweşiya çerman ketiye. Ew qirêj e. Wê kahin wî qirêj bihesibîne. Nexweşî li serê wî ketiye.

45 “Kesê bi vê nexweşiyê ketiye, wê herdem bi kincên qetiyayî bigere û porê wî hatibe xwarê. Wê devê xwe binixême û bêje: ‘Qirêj, ez qirêj im!’

46 Di hemû rojên ku nexweşî pê re ye de, wê qirêj bê hesibandin. Ew qirêj e, wê bi tena serê xwe, li derveyî artêşgehê bimîne.


Li ser nexweşiyên kûfikê

47 “Heke di kincekî de kûfik bê dîtin; di kincekî hirî yan kitan de,

48 di tayê qumaşê hirî yan tayê qumaşê kitan de yan jî di çerm an tiştekî ku ji çerm hatiye çêkirin de

49 û ev kûfika ku di qumêş, çerm an tiştê ji çerm hatiye çêkirin de keskayî yan sorikî bê dîtin, ev nexweşiya kûfikê ye û divê nîşanî kahin bidin.

50 Wê kahin lê binêre û heft rojan li dereke girtî bihêle.

51 Wê roja heftan careke din lê binêre. Heke kûfika di kinc, qumêş, çerm an tiştê çermîn de –karekî çerm çi be jî– belav bûbe, ev kûfikeke bêderman e. Wê qirêj bê hesibandin.

52 Kinc û qumaşên hirî, kitan û hemû tiştên çermîn ku tê de kûfik bê dîtin, wê ji aliyê kahin ve bên şewitandin. Çimkî ev kûfikeke bêderman e. Wê bê şewitandin.

53 “Heke kahin bibîne ev kûfika di kinc, qumêş an tiştekî çermîn de ye belav nebe,

54 wê emir bike ku ew tişta bi kûfik were şûştin û heft rojên din di dereke girtî de bê hiştin.

55 Tiştê bi kûfik, piştî ku hatin şûştin, wê kahin careke din lê binêre. Tevî ku kûfik nebûbe jî, heke rengê wî neguherîbe, wê qirêj bê hesibandin. Hûnê bişewitînin, çimkî yan ji hundir ve yan jî, ji derve ve kûfikê lê xistiye.

56 “Piştî tiştê bi kûfik hat şûştin, heke kahin li dera kûfikê lê xistiye binêre û bibîne kûfik kêm bûye, wê dera kûfikî ya di kinc, qumêş an çerm de biqetîne.

57 Heke di kinc, qumêş an tiştê çermîn de dîsa kûfik bê dîtin, wî çaxî kûfik belav dibe û hûnê wî tiştî bişewitînin.

58 Heke kûfik ji kinc, qumêş an tiştê çermîn ê ku hatiye şûştin derbas bûbe, wê dîsa bê şûştin û paqij bê hesibandin.”

59 Rê û rêbazên paqijî û qirêjiya li ser kinc û qumaşên hirî û kitan û hemû tiştên çermîn ên bi kûfik ev in.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan