Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 12 - Kurmanji Încîl


Jinên zarok tînin

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Heke jinek bi zaro bimîne û kurekî bîne, wê wekî rojên ku bi potan ketiye, heft rojan qirêj bê hesibandin.

3 Di roja heştan de wê lawik bê sinetkirin.

4 Ji bo ku jinik ji xwînê paqij bibe, wê sî û sê rojan bisekine. Heta rojên paqijbûna wê temam dibin, wê destê xwe bi tiştekî pîroz neke û neçe Pîrozgehê.

5 Heke keçek bîne, wekî rojên ku bi potan dikeve, wê du hefte qirêj bê hesibandin. Ji bo ku jin ji xwînê paqij bibe, divê şêst û şeş roj derbas bibe.

6 “‘Gava rojên paqijbûna ji bo kur an keçekê temam bûn, wê wekî qurbana şewitandinê berxekî yeksalî û wekî pêşkêşiya paqijiyê jî kevok an qumriyekê bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê û bide kahin.

7 Wê kahin pêşkêşiyên wê li hizûra Xudan pêşkêş bike û ji bo jinikê kefaretê bide. Bi vî awayî wê jinik ji xwînê paqij bibe. Ev e rê û rêbaza jina ku zarokên kurîn an keçîn tîne.

8 “‘Heke hêza wê têra dayîna berxekî neke, wê du kevok an du qumriyan bîne ku yekê wekî qurbana şewitandinê û yekê jî wekî pêşkêşiya paqijiyê be. Wê kahin wan ji bo jinikê kefaretê bide û wê ew paqij bibe.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan