Lêwiyî 11 - Kurmanji ÎncîlGoştên tên xwarin û nayên xwarin ( Dubarekirina Şerîetê 14:3-21 ) 1 Xudan ji Mûsa û Harûn re got: 2 “Ji gelê Îsraêl re bêjin: ‘Ji hemû heywanên li ser erdê, heywanên ku hûn dikarin bixwin ev in: 3 Her heywanên ku dikayên û simên wan ên rastîn ango simên qelaştî hene. 4 Lê di nav yên ku dikayên û simqelaştî ne de, heywanên ku hûnê goştê wan nexwin ev in: Deve dikayê lê simên wê neqelaştî ne, ev ji bo we qirêj e. 5 Kurîbeşk dikayê lê simên wê neqelaştî ye, ji bo we qirêj e. 6 Kîvroşk dikayê lê simên wê neqelaştî ye, ji bo we qirêj e. 7 Simên berêz qelaştî û terikandî ye lê nakayê, ji bo we qirêj e. 8 Hûnê goştê van heywanan nexwin, xwe bi termê wan jî nekin. Ev ji bo we qirêj in. 9 “‘Ji hemû heywanên nav avê, hûnê bi tenê heywanên biperik û bipûlik bixwin, çi di çêm de, çi jî di deryayan de dijîn. 10 Hemû jîndarên ku di çem û deryayan de dijîn –hem ên ku di koman de dijîn hem jî yên din– lê bêperik û bêpûlik in, ji bo we kirêt in 11 û ji bo we wê kirêt bibin. Hûnê goştê wan nexwin û wê mirarên wan jî, ji bo we kirêt bên hesibandin. 12 Hemû jîndarên di avan de dijîn û bêperik û bêpûlik in, ji bo we kirêt in. 13 “‘Hûnê van çivîkan kirêt bihesibînin. Wê ev neyên xwarin, ew kirêt in: Eylo, teyrê bereta, sîsarkê reş, 14 baz û her cureyên başokan, 15 hemû cureyên qijakan, 16 bûm, kundê kor, qaqlîbaz, her cureyên şahbazan, 17 bûmê biçûk, masîgir, bûmê mezin, 18 bûmê bixwêlî, bûmê beriyê, sîsark, 19 legleg, her cureyên masîxuran, niqor û şevşevok. 20 “‘Her cure kêzikên biperik ên li ser çar lingên xwe diçin ji bo we kirêt in. 21 Ji kêzikên biperik ên li ser çar lingên xwe diçin, hûn dikarin goştê hinekan ji wan ên ku ji bo xwe hil bavêjin, lingên xwe dixebitînin bixwin. 22 Ji nav wan, hûn dikarin van heywanan bixwin. Hûn dikarin hemû cureyên kuliyan; kuliyê biçûk, circirk, circirkê tebaxê bixwin. 23 Lê hemû kêzikên çarling û biperik ên din ji bo we kirêt in. 24 “‘Tiştên ku wê we qirêj bikin ev in. Her kesê ku xwe bi termê van heywanan bike, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin. 25 Her kesê ku termê wan hilgire, wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin. 26 Her heywanê ku simê wî terikandî lê neqelaştî ne û nakayê, ji bo we qirêj e. 27 Ji nav heywanên ku bi çar piyan rêve diçin, her heywanê ku bi ser lepên xwe rêve diçe ji bo we qirêj e. Her kesê ku bi termê wan bûye, wê heta êvarê qirêj bimîne. 28 Her kesê ku termê wan hilgire, wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bimîne. Ev heywan ji bo we qirêj in. 29 “‘Ji heywanên ku li ser rûyê erdê dişêlin ev ji bo we qirêj in: Koremişk, mişk û hemû cureyên gumgumokan; 30 maregisk, mazîzerk, erbeq, homeq û bukalemûn. 31 Ev heywanên ku bi erdê ve dişêlin ji bo we qirêj in û her kesê ku xwe bi termê wan bike wê heta êvarê qirêj bimîne. 32 Her tiştê ku bi termê van bikeve, wê qirêj bibe –hemû taximên darîn, kinc, çerm û çûx, her tiştê ku kar pê tê kirin– wê wan bixin nav avê û wê heta êvarê qirêj bimîne. Piştre wê paqij bibe. 33 Heke yekî ji van bikeve dîzikê, hemû tiştê tê de ye wê qirêj bibe û hûnê dîzikê bişikênin. 34 Hemû xwarina avî ya ji vê dîzikê û hemû vexwarina ji vê dîzikê wê qirêj bibe. 35 Termê ji van bikeve ser çi, wê wan qirêj bike. Heke termê wan bikeve ser tenûrê yan jî ser ocaxê, wê bên hilweşandin. Ew ji bo we qirêj in û wê qirêj bimînin. 36 Kanî û sarinca ku av tê de civiya ye paqij e. Lê yê ku bi termê wan bibe wê qirêj bibe. 37 Heke termê yekî ji van bikeve ser tovê tê reşandin, tov paqij e. 38 Lê tov di nav avê de be û termê wan bikeve ser, tov ji bo we qirêj e. 39 “‘Ji heywanên ku goştê wan tê xwarin yek bimire, kesê ku bi laşê wan bibe heta êvarê qirêj dimîne. 40 Kesê ku ji termê wan bixwe, wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bimîne. Kesê ku term hilgire wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bimîne. 41 “‘Heywanên biçûk ên li ser rûyê erdê kirêt in û wê neyên xwarin. 42 Heywanên li ser zikê xwe dişêlin, an jî li ser çar lingên xwe yan zêdetir lingan diçin, hûnê yekê ji wan jî nexwin, çimkî kirêt in. 43 Hûn bi yekê ji wan jî xwe qirêj û kirêt nekin û nekevin rewşeke qirêj. 44 Çimkî Xwedayê we Xudan ez im. Xwe pîroz bikin û pîroz bibin. Çimkî ez pîroz im. Xwe bi tu heywanekî biçûk ên li ser rûyê erdê qirêj nekin. 45 Çimkî ji bo ez bibim Xwedayê we, Xudanê ku hûn ji welatê Misrê deranî ez im. Pîroz bin, çimkî ez pîroz im. 46 “‘Rê û rêbazên heywan, çivîk û hemû jîndarên ku di avan de dilivin û bi erdê ve dişêlin ev in 47 ku hûn ji yên qirêj û yên paqij û ji heywanê tê xwarin û nayê xwarin veqetînin.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey