Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lêwiyî 10 - Kurmanji Încîl


Mirina Nadav û Avîhû

1 Nadav û Avîhû yên kurên Harûn bixûrdankên xwe hildan, agir xistin hundirê wan û bixûr danîn ser. Wan li hizûra Xudan agirekî xerîb ku wî li wan emir nekiriye pêşkêş kir.

2 Agirek ji hizûra Xudan rabû û ew daqurtandin. Ew li hizûra Xudan mirin.

3 Mûsa ji Harûn re got: “Xudan gotibû: “‘Bi saya kesên ku nêzîkî min dikin, Ezê pîroziya xwe nîşan bidim. Li ber çavê tevahiya gel, Ezê birûmet bim.’” Harûn bêdeng ma.

4 Mûsa gazî Mîşaêl û Êlsafan ên kurên Ûzziyêlê apê Harûn kir û got: “Werin, birayên xwe ji ber Pîrozgehê hildin û derxin derveyî artêşgehê.”

5 Ew hatin û wekî Mûsa got bi mîntanên li ser wan ew deranîn derveyî artêşgehê.

6 Mûsa ji Harûn û ji kurên wî Êlezar û Îtamar re got: “Porên xwe neyînin xwarê, kincên xwe jî neçirînin. Yan na hûnê jî bimirin û wê Xudan li tevahiya civakê hêrs bibe. Lê bila mirovên we û tevahiya Mala Îsraêl, ji bo agirê Xudan bigirîn.

7 Ji deriyê Konê Hevdîtinê veneqetin, an na hûnê bimirin. Çimkî rûnê kifşkirina Xudan li ser we ye.” Wan bi ya Mûsa kirin.

8 Xudan ji Harûn re got:

9 “Gava hûn ketin Konê Hevdîtinê, divê tu û kurên te mey û şerabê venexwin, an na hûnê bimirin. Wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.

10 Divê hûn tiştên pîroz û gelemperî, tiştên qirêj û paqij ji hev veqetînin.

11 Divê hûn hemû qanûnên ku Xudan bi riya Mûsa ji gelê Îsraêl re got hînî wan bikin.”

12 Mûsa ji Harûn û kurên wî yên saxmayî Êlezar û Îtamar re got: “Ji pêşkêşiyên şewitandinê yên ji bo Xudan, pêşkêşiya dexlê ya mayî hilînin û wî bêhevîrtirş li ber gorîgehê bixwin. Çimkî gelekî pîroz e.

13 Hûnê wî li dereke pîroz bixwin, çimkî ev para te û kurên te ku ji pêşkêşiyên şewitandinê ya ji bo Xudan e. Çimkî wisa li min hatiye emirkirin.

14 Singê pêşkêşiya raberkirinê û hêta raberkirî, tu û kur û keçên xwe dikarin li dereke paqij bixwin. Çimkî ev, ji qurbanên aştiyê yên ku gelê Îsraêl pêşkêş dike para te û kurên te ye.

15 Singê hejandinê û hêta ku hat pêşkêşkirin bi bezê pêşkêşiyên şewitandinê re bînin û wekî pêşkêşiyên hejandinê li hizûra Xudan bihejînin. Çawa ku Xudan emir kiriye, wê ev her û her para te û kurên te bin.”

16 Mûsa li ser nêriyê pêşkêşiya paqijiyê pirs kir, çimkî ew hatibû şewitandin. Ew li Harûn û kurên wî yên saxmayî Êlezar û Îtamar hêrs bû û got:

17 “We çima pêşkêşiya paqijiyê li dereke pîroz nexwar? Ew gelekî pîroz e. Ji bo ku hûn sûcên civakê rakin û li hizûra wî ji bo wan kefaretê bidin, Xudan ew dabû we.

18 Va ye, xwîna nêrî nehatiye hundirê pîrozgehê. Wekî min emir kir, divê hûn esse li dera pîroz bixwin.”

19 Harûn ji Mûsa re got: “Va ye, wan îro pêşkêşiya xwe ya paqijiyê û qurbana şewitandinê pêşkêşî Xudan kirin û ev tişt jî hatin serê min. Heke min îro ji pêşkêşiya paqijiyê bixwara, gelo wê li çavê Xudan xweş bihata?”

20 Gava Mûsa ev bihîst, razî bû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan