Lavijên Şînê 3 - Kurmanji ÎncîlLavija sêyemîn a şînê: Ceza û hêvî א alef אalef 1 Ew mirovê ku ji ber xezeba gopalê Xudan Êş û elem kişand, ez im. 2 Wî ez ajotim û ne di ronahiyê de, Lê di tariyê de meşandim. 3 Tevahiya rojê, dîsa dîsa Bi dijwarî li dijî min destê xwe radike. ב bêt בbêt 4 Wî çerm û goştê min helandin, Wî hestiyên min şikandin. 5 Wî li dijî min dîwar çêkir Û der û dora min bi êş û tengasiyê pêça. 6 Wekî miriyên dema berê, Wî ez li taristanê dam rûniştandin. ג gîmel גgîmel 7 Wî li dora min dîwar danî, Ez nikarim derkevim derve, Wî zincîrên min giran kirin. 8 Tevî ku diqîrim û dikim hewar, Ew derî li ber duaya min digire. 9 Wî bi kevirên necirandî riya min birî, Riyên min xwarovîçko kirin. ד dalet דdalet 10 Ew ji bo min wekî hirçekî di kozikê de ye, Mîna şêrekî xwe veşartî ye. 11 Wî ez ji rê averê kirim, Wî ez perçe û wêran kirim. 12 Wî kevanê xwe tikand Û ji bo tîr ez kirim nîşan. ה hê הhê 13 Wî tîrên tîrdanka xwe Di gurçikên min de avêtin. 14 Ez li ber gelê xwe bûm pêkenok, Tevahiya rojê bûm kilama devê wan. 15 Wî ez bi giyayê tehl têr kirim, Wî ava zirîçkê bi min da vexwarin. ו waw וwaw 16 Wî diranên min bi kevirokan şikandin, Wî ez nizim kirim nav xweliyê. 17 Wî canê min ji aştiyê dûr xist, Min qencî ji bîr kir. 18 Loma ez dibêjim: “Dermanê min nema, Hêviya min a ji Xudan tuneye.” ז zayin זzayin 19 Tengasî û bêmaliya min Bi êş û giyayê zirîçkê tê bîra min! 20 Canê min hergav li ser difikire Û di hundirê min de dihele. 21 Lê ez vê yekê tînim bîra xwe Loma ez hêvîdar im. ח xet חxet 22 Dilovaniya Xudan bêdawî ye, Rehma wî qet naqede. 23 Ew her sibe nû ye, Dilsoziya te mezin e. 24 Canê min dibêje: “Para min Xudan e, Loma ez pê hêvîdar im.” ט tet טtet 25 Xudan ji bo hêvîdarên xwe Ji canên lê digerin re qenc e. 26 Mayîna bêdengî ya li benda rizgariya Xudan, qenc e. 27 Erê, ji bo mirov qenc e Ku di xortaniya xwe de nîr hilgirtin. י yod יyod 28 Bila ew bi tena serê xwe rûne û bêdeng be, Çimkî Xudan ev nîr danî ser. 29 Bila bêyî ku hêvî bibire, Bi nefsbiçûkî bi devê xwe axê maç bike. 30 Bila rûçikê xwe bide kesê lê dixe Û bi riswatiyê têr bibe. כ kaf כkaf 31 Çimkî Reb mirovekî her û her red nake. 32 Tevî ku ew aciz jî dike, Li gorî zêdebûna dilovaniya xwe, Wê dîsa were rehmê. 33 Çimkî ew bi dilxwazî Ew mirovekî aciz û eziyet nake. ל lamed לlamed 34 Gava hemû girtiyên welêt Di bin lingan de diperçiqînin, 35 Çaxê li hizûra Xwedayê Herî Berz Mafên mirovahiyê dixwin, 36 Dema dozan şaş dikin, Ma Reb tiştekî nabîne? מ mem מmem 37 Heta Reb emir neke, Kî tiştekî dibêje û pêk tîne? 38 Ma gotina devê Xwedayê Herî Berz Hem qencî hem xerabî nayîne? 39 Gelo mirovê zindî Dikare ji cezayê gunehê xwe gazinan bike? נ nûn נnûn 40 Em li riyên xwe bikolin û biceribînin, Em li Xudan vegerin. 41 Ji Xwedayê li ezmanan re Em dil û destên xwe vekin. 42 Me guneh û serhildan kir Û te em êdî nebexişandin. ס samex סsamex 43 Te hêrs li xwe kir, Tu ketî pey me, Te bêrehm kuştin. 44 Te xwe bi ewran nixamt Ku duayek tê re derbas nebe. 45 Te em di nav miletan de kirin pîs û zibil. פ pê פpê 46 Hemû dijmin li dijî me devê xwe vekir. 47 Saw û çal, wêranbûn û şikestin hatin ser me. 48 Ji ber şikestina gelê min ê delal, Hêsir ji çavê min dibarin. ע eyîn עeyîn 49 Bêyî bêhnvedan, bêyî rawestan, Hêsir ji çavê min tên, 50 Heta ku Xudan li jêr binêre, Heta ku ji ezmanan bibîne. 51 Ji ber rewşa hemû keçên bajarê min, Jana çavê min avêt canê min. צ sadê צsadê 52 Kesên bêsedem bûne dijminên min, Wekî teyrekî ez nêçîr kirim. 53 Wan ez sax avêtim bîrê Û kevir avêtin ser min. 54 Av bi ser min de ket, Min got: “Ez helak bûm!” ק qof קqof 55 Ji binê bîrê min gazî navê te kir: “Ya Xudan!” 56 Te dengê min bihîst: “Axîn û hewara min piştguh neke!” 57 Roja min gazî te kir, tu nêzîk bûyî, Te got: “Netirse!” ר reş רreş 58 Ya Reb! Te parastina doza min kir, Te canê min rizgar kir. 59 Ya Xudan! Te neheqiya ku wan li min kir dît, Mafê min biparêze. 60 Te hemû tola wan a li dijî min, Hemû fen û fûtên wan ên li dijî min dîtin. ש sîn/şîn שsîn/şîn 61 Ya Xudan! Te riswatiya wan, Hemû fen û fûtên wan ên li dijî min bihîstin. 62 Pistepista ser lêvên dijberên min, Tevahiya rojê li dijî min derdikeve. 63 Binêre! Gava rabûn û rûniştin, Ez kilama devê wan im. ת taw תtaw 64 Ya Xudan! Li gorî karê destê wan bergîdana wan bide. 65 Dilhişkiyê bide wan, naleta te li wan be. 66 Bi hêrs bide pey wan Û ji binê ezmanan tune bike, ya Xudan! |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey