Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lavijên Şînê 2 - Kurmanji Încîl


Lavija duyemîn a şînê: Cezayê Orşelîmê א alef
אalef

1 Reb ji hêrsa xwe çawa Siyona keç bi ewrê reş nixamt! Bedewiya gelê Îsraêl ji ezmanan avêt erdê, Di roja hêrsa xwe de pêgeha xwe bi bîr neanî.


ב bêt
בbêt

2 Reb hemû warên Aqûb daqurtandin Û li ber wan neket. Wî kelehên keça Cihûdayê bi xezeba xwe hilweşandin. Wî hem padîşahiyê hem jî serekên wê Daxistin jêr û kirêt kirin.


ג gîmel
גgîmel

3 Wî bi hêrsa xwe ya dijwar, Hêza gelê Îsraêl ji binî ve birî. Li pêş dijmin destê xwe yê rastê ji ser wan rakir. Wekî pêta êgir ku derdora xwe dadiqurtîne, Wî Aqûb şewitand.


ד dalet
דdalet

4 Wî wekî dijmin kevanê xwe tikand, Wekî neyar destê xwe yê rastê rakir. Wî her tişta li ber çav hêja ye, kuşt. Xezeba xwe wekî êgir bi ser konê Siyona keç ve rijand.


ה hê
הhê

5 Reb bû dijmin û Îsraêl daqurtand, Wî hemû qesrên wê daqurtandin, kelehên wê hilweşandin. Wî şîn û girîna keça Cihûdayê zêde kir.


ו waw
וwaw

6 Wî malika xwe wekî malika bexçeyê rakir, Wî meskenê xwe rakir. Xudan li Siyonê cejn û Sept dan jibîrkirin. Bi xezeba xwe ya dijwar, Padîşah û kahin red kirin.


ז zayin
זzayin

7 Reb gorîgeha xwe red kir, Wî Pîrozgeha xwe terikand. Wî dîwarên qesrên Orşelîmê da destê dijmin, Dijmin jî wekî roja cejnê li Mala Xudan şa bû.


ח xet
חxet

8 Xudan niyet kir ku sûrên Siyona keç wêran bike, Ji bo hilweşandinê wî werîs tikand û dev jê berneda. Wî kir ku sûrên hundir û derve şînê bikin, Herdu bi hev re çilmisîn.


ט tet
טtet

9 Dergehên bajêr ketin erdê, Wî zirze şikandin û avêtin. Padîşah û serekên wê, li nav miletan in. Şerîet êdî tuneye, Ji Xudan, dîtinî nayên pêxemberên wan.


י yod
יyod

10 Rîspiyên Siyona keç bi bêdengî li erdê rûniştine. Wan xwelî li serê xwe kir û çûx girê da. Keçên xama yên Orşelîmê serê xwe tewand erdê.


כ kaf
כkaf

11 Ji barandina hêsiran, çav li min neman, Dilê min xwîn digirî. Ji ber şikestina gelê min ê delal, Kezeba min bû xwîn û herikî. Li kuçeyên bajêr zarok û berşîr xayîs dibin.


ל lamed
לlamed

12 Gava li kuçeyên bajêr wekî birîndaran xayîs dibin, Di hembêzên dayikên xwe de li ber mirinê ne. Ji dayikên xwe re dibêjin: “Ka nan û şerab li ku ye?”


מ mem
מmem

13 Ez ji bo te çi bêjim? Ya Orşelîma keç, ez dirûvê te bi çi bixim? Siyona keça xama, ez te bişibînim çi ku teselî bikim? Şikestina te wekî deryaya bêserî ye, Ma kî dikare şifayê bide te?


נ nûn
נnûn

14 Pêxemberên te dîtiniyên pûç û derewîn li ser te dîtin. Wan sûcên te dernexistin meydanê Ku tu vegerî firehiya berê. Erê wan peyamên pûç û xapînok li ser te dîtin.


ס samex
סsamex

15 Hemû kesên ku di rê de derbas dibin, Ji te re bi tinazan destên xwe li hev dixin. Ji Orşelîma keç re serê xwe dihejînin û difîkînin. Dibêjin: “Ma ji vî bajarî re hat gotin: ‘Ev bi her awayî bedew e! Şahiya hemû dinyayê!’”


פ pê
פpê

16 Hemû dijminên te li dijî te devê xwe vedikin, Difîkînin û diranên xwe diqirçînin. Dibêjin: “Me ew daqurtand! Roja em li bendê bûn ev e! Me ew roj dît!”


ע eyîn
עeyîn

17 Xudan pîlana xwe pêk anî, Gotina di rojên berê de emir kiribû, anî cih. Wî hilweşand û ew li ber neket. Wî dijminê te li ber te da şakirin. Û hêza neyarên te zêde kir.


צ sadê
צsadê

18 Ji dil li Reb bike hewar, Ya dîwarê Siyona keç! Bila bi şev û roj hêsirên te wekî lehiyê bibarin. Bêhna xwe venede, bila bîbika çavê te rihetiyê nebîne.


ק qof
קqof

19 Rabe! Di destpêka nobetên şevê de biqîre! Li ber Reb dilê xwe wekî avê birijîne! Destên xwe, ji bo canên zarokên xwe hilde, Ew li ser her kuçeyê ji birçîbûnê xayîs dibin.


ר reş
רreş

20 Ya Xudan bibîne! Baş binêre, ka te ev anî serê kê! Ma bila jin berê xwe, zarokên hembêza xwe bixwin? Ma bila kahin û pêxember li Pîrozgeha Reb bên kuştin?


ש sîn/şîn
שsîn/şîn

21 Kal û ciwan li kuçeyan, li ser erdê vedizelin, Keç û xortên min bi şûr ketin. Te di roja hêrsa xwe de ew kuştin, Te serjê kirin û li ber wan neketî.


ת taw
תtaw

22 Wekî ji bo roja cejnê, Te ji her alî ve gazî tirs û sawên min kir. Di roja hêrsa Xudan de tu kes nefilitî û sax nema. Zarokên ku min anîn dinyayê û mezin kirin, Dijminên min ew telef kirin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan