یعقوب 5 - Kurmanji ÎncîlŞîret û Hişyarî 1 Îcar dewlemendno, niha werin û li ser rebeniya xwe ya ku wê bê serê we bigirîn û bikin qîrîn. 2 Dewlemendiya we riziyaye û bizûzkan cilên we xwariye. 3 Zêr û zîvên we zengarî bûne. Zengara wan wê li hemberî we şahidiyê bike û wek êgir goştê we bixwe. Di rojên dawîn de we xezîne civandin. 4 Va ye, heqê wan karkerên ku zeviyên we dirûtine û we bi hîle ji wan standiye, diqîre. Hawar hawara paleyan gihîştiye guhê Xudanê Ordiyan. 5 We li dinyayê xwe da kêf û şahiyê û we dilê xwe ji bo roja şerjêkirinê qelew kir. 6 We yê rast ê ku li ber we ranabe, sûcdar derxist û kuşt. Sebra di Êşê de 7 Loma birano, heta hatina Xudan sebir bikin. Binêrin, cotkar li benda berê erdê yê hêja dimîne û ji bo vê yekê sebir dike heta barana biharê û ya payîzê li ser dibare. 8 Hûn jî sebir bikin. Dilê xwe xurt bigirin, çimkî hatina Xudan nêzîk e. 9 Birano, gazinan ji hev nekin, da ku hûn neyên dîwankirin. Va ye, dadger li ber derî rawestayî ye! 10 Birano, pêxemberên ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin. 11 Binêrin, em wan ên ku tengahî ragirtine, bextewar hesab dikin. We ragirtina Eyûb bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir. Çimkî Xudan gelek dilovan û tije rehm e. 12 Îcar birayên min, berî her tiştî, sond nexwin. Ne bi erdê, ne bi ezmên û ne jî bi tiştekî din sond bixwin. Bila erêya we «Erê» û naya we «Na» be, da ku hûn neyên dîwankirin. Duaya Baweriyê 13 Eger di nav we de yek êşê dikişîne, bila dua bike. Eger yek dilşa ye, bila lavijeyan bêje. 14 Eger di nav we de yek nexweş e, bila ew gazî rihspiyên civînê bike û ew li ser wî dua bikin û bi navê Xudan rûn li wî bidin. 15 Duaya ku bi bawerî tê kirin wê yê nexweş qenc bike û Xudan wê wî rake. Û eger wî guneh kiribe, wê lê bê bihûrtin. 16 Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn sax bibin. Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e. 17 Êlyas jî mirovekî wek me bû. Ji bo ku baran nebare bi kelegermî dua kir û li ser rûyê erdê sê sal û şeş mehan baran nebarî. 18 Piştre wî dîsa dua kir; ezmên baran da û erdê jî berê xwe da. 19 Birayên min, eger yek ji we ji rastiyê averê bibe û yekî din careke din wî li rastiyê bizivirîne, 20 bila bizane, yê ku gunehkar ji riya wî ya averê bizivirîne, wê canekî ji mirinê xilas bike û gelek gunehan binixumîne. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey