یعقوب 4 - Kurmanji ÎncîlDostaniya Bi Dinyayê Re 1 Şer û pevçûnên di nav we de ji ku derê ne? Ma ev ne ji xwestekên we yên ku di endamên bedena we de şer dikin, tên? 2 Çavê we li tiştekî ye, lê hûn bi dest naxin. Hûn dikujin û çavnebariyê dikin, lê hûn nikarin bigihîjin armanca xwe. Hûn şer û pevçûnê dikin. Hûn bi dest naxin, çimkî hûn ji Xwedê naxwazin. 3 Hûn dixwazin û nastînin, çimkî hûn bi niyeta xerab dixwazin, da ku hûn ji bo kêfên xwe bimezêxin. 4 Hey zînakarno! Ma hûn nizanin ku dostaniya bi dinyayê re, dijminahiya bi Xwedê re ye? Loma kî ku bixwaze bibe dostê dinyayê, xwe dike dijminê Xwedê. 5 Ma hûn guman dikin ku Nivîsara Pîroz badîhewa dibêje: «Xwedê bi hesûdî ruhê ku daye me dixwaze». 6 Lê keremeke hê mezintir dide. Loma dibêje: «Xwedê li hember pozbilindan disekine, Lê keremê li nefsbiçûkan dike.» 7 Loma bi ya Xwedê bikin. Li hember Îblîs bisekinin, wê ji we bireve. 8 Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe. Gunehkarno, destên xwe paqij bikin. Dudilîno, dilê xwe safî bikin. 9 Bi keder bin, şînê bigirin û bigirîn. Bila kenê we bibe şîn, şahiya we jî bibe melûlî. 10 Xwe li ber Xudan nizim bikin, ewê we bilind bike. Hevdû Dadbar Nekin 11 Birayên min, ketma hev nekin. Yê ku ketma birayê xwe dike û wî dadbar dike, ew ketma Şerîetê dike û Şerîetê dadbar dike. Eger tu Şerîetê dadbar bikî, tu ne ew î ku Şerîetê pêk tîne, lê belê tu li ser Şerîetê dadger î. 12 Yê ku Şerîet daniye û dîwanê dike, tenê yek e. Yê ku dikare xilas bike û helak bike ew e. Îcar tu kî yî ku tu cîranê xwe dadbar dikî? Pesindana Sibê 13 De werin, hûn ên ku dibêjin: «Îro an sibê emê herin filan an bêvan bajarî, emê li wir salekê derbas bikin, kirrîn û firotinê bikin û peran qezenc bikin». 14 Lê hûn nizanin ku sibê jî wê çi çêbe. Jiyana we çi ye? Hûn hilmek in ku ji bo demeke kurt xuya dibe û di pey de winda dibe. 15 Di cihê vê de, divê hûn weha bêjin: «Xwedê hez bike, emê bijîn û vî karî an wî karî bikin.» 16 Lê hûn bi vî halê xwe, bi quretî pesnê xwe didin. Her pesindana weha xerab e. 17 Loma yê ku bi ya qenc dizane û nake, jê re guneh e. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey