Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 8 - Kurmanji Încîl


Êrîşa Padîşahê Aşûrê

1 Xudan ji min re got: “Tu lewheyekî mezin hilde û li ser bi nivîseke hêsan, ‘Yê Mahêr-Şalal-Haş-Baz e’ binivîse.

2 Ji bo vê jî bila Ûriyayê Kahin û Zekeriyayê kurê Yeverêkya ku dilsoz in bibin şahidên min.”

3 Ez çûm ba jina xwe ya pêxember, ew bi zaro ma û kurekî anî. Xudan ji min re got: “Tu navê wî ‘Mahêr-Şalal-Haş-Baz’ deyne.

4 Çimkî hê ku zarok hînî gotina: ‘Dayê, bavo’ nebûye, wê Padîşahê Aşûrê dewlemendiya Şamê û talanê Sameryayê ji xwe re bibe.”

5 Xudan careke din ji min re got:

6 “Ji bo ku vî gelî avên Şîloahê yên bi aramî diherikin red kirin û bi kurê Resîn û Remalya şa dibin,

7 ez Reb, ezê ava Çemê Feratê ya hêzdar, tevî hemû rûmeta wî, Padîşahê Aşûrê bi ser wan de bişînim. Wê bibe lehî û hemû coyê avê û keviyên wan di bin avê de bihêle.

8 Wê av Cihûdayê di bin xwe de bihêle û di ser re bavêje. Wê heta qirikê bilind bibe, bi pêlên xwe yên berfireh seranserê welatê wî bigire, ya Îmmanûêl!”

9 Gelno, helak bibin û bişikên! Kesên li welatên dûr, guhdar bin. Bila herkes tevdîra şer bike, lê hûnê bişikên. Belê, bila herkes tevdîra şer bike, lê hûnê bişikên.

10 Hûn çiqas şêwra xwe bikin jî wê vala be. Heta dixwazin biaxivin, lê wê nebe. Çimkî Xwedê bi me re ye.


Hişyariya Xwedê

11 Gava destê wî bi hêzdarî li ser min bû, Xudan ji min re wiha got. Wî ez hişyar kirim ku ez di riya vî gelî de nemeşim û got:

12 “Her tiştê ku ev gel jê re dibêje fen û fût e, Hûn nebêjin fen û fût e. Ji ya ku ew jê ditirsin netirsin Û jê nebizdin.

13 “Tenê Xudanê Karîndar pîroz bikin. Ji wî bitirsin, bila xofa we ew be.

14 Wê bibe Pîrozgeh, Lê wê ji bo herdu malên Îsraêl, Bibe kevirekî terpilînê û latekî likumandinê. Ji bo şêniyên Orşelîmê, Wê bibe xefik û dafik.

15 Wê ji nav wan gelek kes biterpilin, Wê bikevin û bişikên. Wê bikevin dafikê û bên girtin.”

16 Di nav şagirtên min de, Şahidiyê biparêze, Hînkirinê mor bike!

17 Ezê li benda Xudan bimînim ku rûyê xwe ji Mala Aqûb veşartiye. Ezê hêviya xwe pê ve girê bidim.

18 Ez û zarokên ku Xudan dane min, ji aliyê Xudanê Karîndar ê ku li Çiyayê Siyonê rûdine, nîşan û îşaretên li welatê Îsraêl in.

19 Heke hinek ji we re bêjin: “Bi sêrbaz û ruhan bişêwirin ku dikin pistepist û mirînî,” ji wan re bêjin: “Ma hewce nake ku miletek ji Xwedayê xwe şîreta bixwaze? Mirov qet ji bo zindiyan bi miriyan dişêwire?”

20 Vegerin şerîet û şahidiya Xudan! Kesên li gorî van nebêjin, wê li wan nebe şeveq.

21 Wê birçî û neçar li nava welêt bigerin. Gava birçî bimînin wê hêrs bibin û naletê li Xwedê û padîşahên xwe bînin. Wê li jor

22 û li jêr binêrin. Wê ji taristan, tengasî û tarîtiya diltengiyê pêve tiştekî nebînin. Wê ber bi taristana kûr ve bêne ajotin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan