Îşaya 7 - Kurmanji ÎncîlNîşana Îmmanûêl 1 Di rojên Ahazê kurê Yotamê kurê Ûzziyayê Padîşahê Cihûdayê de, Resînê Padîşahê Aramê û Peqahê kurê Remalyayê Padîşahê Îsraêlê rabûn ku êrîşî Orşelîmê bikin. Lê tevdîra şer jî nekirin. 2 Gava Mala Dawid bihîst Aramê bi Efrayîmê re yekîtî çêkiriye, dilê Ahaz û gelê wî wekî darên daristanên ber bayê lerizî. 3 Di vê navberê de Xudan ji Îşaya re got: “Ji bo pêşwaziya Ahaz, tu û Şêar-Yaşûvê kurê xwe rabin herin ser riya Zeviya Kincşûştinê, dawiya coyê Hewza Jorîn. 4 Jê re bêje: ‘Hay ji xwe hebe, aram be û ji van herdu perçeyên êzingên nîvşewitî, ji hêrsa dijwar a Resînê Padîşahê Aramê û kurê Remalya netirse. Bila dilê te wêrek be. 5 Madem Aram, Efrayîm û kurê Remalya li dijî te şêwra xerabiyê dikin û dibêjin: 6 Em êrîşî Cihûdayê bikin. Wan bibizdînin, welêt bi dest bixin, xwe û kurê Tavêl li ser wê bikin padîşah.’ 7 “Reb Xudan wiha dibêje: ‘Wê ev kar nebe û neçe serî. 8 Çimkî Şam paytexta Aramê, Resîn jî serekê wê ye. Wê Efrayîm jî di nav şêst û pênc salan de bişikê û ji miletbûnê derkeve. 9 Paytexta Efrayîmê Samerya ye û kurê Remalya serekê wê ye. Heke tu bawer nekî, tê di ewlehiyê de nebî.’” 10 Xudan careke din ji Ahaz re got: 11 “Tu ji Xwedayê xwe Xudan ji bo xwe nîşanekê bixwaze. Dibe ku wekî diyarê miriyan kûr û wekî ezmanan bilind be.” 12 Lê Ahaz got: “Ez naxwazim, ez Xudan naceribînim.” 13 Îşaya got: “Ya Mala Dawid, niha bibihîzin! We mirov aciz kirin ne bes bû, îcar hûn dixwazin Xwedayê min jî aciz bikin? 14 Loma wê Reb bi xwe nîşanekê bide we. Va ye, wê keç bi zaro bimîne û kurekî bîne. Wê navê wî bike Îmmanûêl. 15 Gava kurik qencî û xerabiyê ji hev derxe, wê nivişk û hingivê bixwe. 16 Lê gava qencî û xerabiyê ji hev dernexe, wê axa herdu padîşahên tu ji wan gelekî ditirsî vikîvala bibe. 17 “Wê Xudan rojên wisa bîne serê te, serê gelê te û serê mala bavê te ku ji roja Efrayîm ji Cihûdayê veqetiyaye û heta niha, tiştekî wiha nehatiye dîtin. Padîşahê Aşûrê wê bir ser we de bê. 18 “Wê rojê wê Xudan bi fîkîn gazî mêşên çavkaniyên çemên Misrê û mozên axa Aşûrê bike. 19 Wê hemû bên û di geliyên kûr de, di qelîştokên zinaran de, di nav hemû devî û diriyan de û li hemû mêrgan bicih bibin. 20 “Wê rojê wê Reb, bi gûzana ji aliyê din ê Çemê Feratê hatiye kirêkirin ku Padîşahê Aşûrê bixwe ye, rih, por û mûyên we kur bike. 21 Wê rojê ji qatiya mirovan, zilamê ku bi tenê çêlekeke ciwan û coteke pêz jî xweyî dike, 22 wê bi saya şîrê zêde yê ku distîne, wê nivişk bixwe. Her kesê li welêt sax maye, wê nivişk û hingivê bixwe. 23 “Wê rojê, wê her rezê ku tê de hezar mêw hene û bihayê wan hezar zîv e, wê bi devî û diriyan tije bibe. 24 Wê mirov bi tîr û kevanan werin wê derê. Çimkî wê tevahiya welêt devî û dirî be. 25 Girên ku berê dihatin tevrikirin û çandin, wê ji tirsa devî û diriyan kes neçê. Wê bibin dera ku dewar lê digerin û di bin lingên pêz de diperçiqin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey