Îşaya 65 - Kurmanji ÎncîlDadbarî û rizgarî 1 “Min kir ku kesên li min nedipirsiyan, Li min geriyan. Ji aliyê kesên ku li min nedigeriyan ve, Ez hatim dîtin. Ji miletekî ku bi navê min nayê gazîkirin re Min got: ‘Va me ez, va me ez.’ 2 Min tevahiya rojê destê xwe ji gelekî serhildêr re dirêj kir Ku di riya neqenc de dimeşe Û dide pey fikrên xwe. 3 Ev gel li ber çavê min, hergav min hêrs dike. Li bexçeyan qurbanan serjê dike, Li ser kelpîçan bixûrê dişewitîne, 4 Li goristanan rûdinin Û li derên veşartî şevê diborînin. Ew goştê berêz dixwin, Di firaxên wan de şorba goştê heram heye. 5 Ew dibêjin: ‘Nêzîkî xwe bike. Nêzîkî min nebe, çimkî ez ji te pîroztir im.’ Ev yek di pozê min de dû ye, Agirê ku tevahiya rojê dişewite. 6 “Va ye, li pêş min nivîsandî ye, Ezê bêdeng nebim, lê ezê cezayê wan bidim, Ezê bergîdana wan bînim serê wan!” 7 Xudan dibêje: “Ezê neheqiyên we Û neheqiyên bav û kalên we bidim we. Çimkî wan li serê çiyayan bixûr pêxistin Û li ser giran tinazê xwe bi min kirin. Loma ezê karên ku kirine bînim serê wan.” 8 Xudan wiha dibêje: “Gava gûşiyê tirî bi av e, dibêjin: ‘Wî xera nekin, çimkî bereket tê de ye.’ Ezê jî, ji bo xulamên xwe wisa bikim, Ezê wan tevan xera nekim. 9 Ezê ji Aqûb ziriyetekê Û ji çiyayên xwe re ji Cihûdayê wêrisekî derxim. Kesên min hilbijartin wê wir mîras bistînin Û xulamên min li wê derê rûnin. 10 Ji bo gelê min ê li min digere, Wê Şaron ji bo pezê wan bibe mêrg, Deşta Exorê ji bo dewarên wan bibe mexel. 11 “Lê hûn kesên ku dev ji Xudan berdane, Çiyayê min ê pîroz ji bîr kirine, Ji pûtê Siûdê re sifre danîne, Ji pûtê Qismetê re şeraba tevlihev dagirtine, 12 Ezê jî we bikim qismetê şûran, Hûnê hemû ji bo serjêkirinê xwar bibin. Çimkî gava min gazî we kir, we bersiv neda, Gava min got, we guhê xwe neda. We tiştê di çavê min de xerab e kir Û ya ku bi dilê min ne xweş e hilbijart.” 13 Loma Reb Xudan wiha dibêje: “Va ye, wê xulamên min bixwin, Lê hûnê birçî bimînin. Wê xulamên min vexwin, Lê hûnê tî bimînin. Va ye, wê xulamên min şa bin, Lê hûnê şermezar bibin. 14 Va ye, wê xulamên min ji kêfan biqîrin, Lê hûnê bi dilşewat bikin hewar Û ji ruhşikestîbûna xwe bikin zarîn. 15 Hûnê navê xwe bihêlin kesên min hilbijartin Ku wekî naletê bi kar bînin. Wê Reb Xudan bike ku hûn bimirin, Lê navekî din li xulamên xwe deyne. 16 Her kesê ku li welêt bereket bixwaze, Wê ji Xwedayê dilsoz bixwaze. Her kesê ku li welêt sond bixwe, Wê li ser Xwedayê dilsoz sond bixwe. Çimkî tengasiyên berê hatin jibîrkirin Û bi tevahî ji ber çavê min hatin veşartin. Erd û Ezmanê Nû 17 “Çimkî, va ye, ez ezmanekî nû Û erdekî nû diafirînim. Wê tiştên berê neyên bibîranîn û neyên ser hişan. 18 Lê bi ya ku ez diafirînim şa û her û her dilgeş bibin. Çimkî va ye ez wekî dilgeşî Orşelîmê Û wekî şahî gelê wê diafirînim. 19 Ezê bi Orşelîmê dilgeş bim, Ezê bi gelê xwe şa bim. Wê êdî ne dengê girî, ne jî dengê hewarê li wir neyê bihîstin. 20 Wê êdî li wê derê zarokekî ku bi tenê çend rojan dijî nebe, Wê pîrekî ku rojên xwe tije nekiriye tunebe. Erê, kesê sed salî bimire, wê xort bê hesibandin, Kesê ku sed salan nejî, wê naletî bê hesibandin. 21 Wê malan ava bikin û lê rûnin, Wê rezan deynin û fêkiyê wan bixwin. 22 Wê kesên din li malên ku wan ava kirine rûnenin, Wê kesên din ji rezên ku wan daniye nexwin. Çimkî wê rojên gelê min wekî rojên darê bin, Kesên min hilbijartin, wê bi tevahî kêfa karên destê xwe bikin. 23 Wê beredayî keda xwe nedin Û ji bo felaketê zarokan neyînin. Çimkî hem ew hem ziriyeta wan, Wê bibin şaxên ku Xudan bereket kiriye. 24 Beriya ew gazî min bikin, Ezê bersiva wan bidim, Gava ew hê diaxivin, ezê bibihîzim. 25 Wê mî û gur bi hev re biçêrin. Wê şêr wekî dewêr kayê bixwe Û xwarina mar ax be. Wê li çiyayê min ê pîroz kesek xera û helak neke” dibêje Xudan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey