Îşaya 64 - Kurmanji Încîl1 Xwezî te ezmanan biqelaşta û tu berjêrî xwarê bibûyayî, Xwezî çiya li ber hizûra te bileriziyana! 2 Wekî deviya êgir pê ketiye, Wekî ava êgir dikelîne, Navê xwe bi neyarên xwe bide zanîn! Bila milet li ber hizûra te bihejin! 3 Gava te karên tirsehêz kirin ku em ne li bendê bûn, Gava tu berjêr bûyî, çiya li ber hizûra te lerizîn. 4 Ji demên berê ve tu kesî nebihîst, Tu kesî guh neda Û tu çav ji xeynî te Xwedayekî nedît Ku ji bo kesên li benda wî dixebite. 5 Tu têyî ba kesên bi şahî rastiyê dikin, Kesên di riyên te de te bi bîr tînin. Lê gava me demeke dirêj Li dijî wan riyan guneh kir, tu hêrs bûyî. Ma emê çawa rizgar bin? 6 Çimkî em hemû bûn wekî kesê qirêj, Hemû karên me yên rast wekî kincên qirêj in. Em mîna pelekî diçilmisin, Neheqiyên me, wekî bayê me hildidin û dibin. 7 Kesê gazî navê te dike, Kesê hişyar ku xwe li te digire, tuneye. Çimkî te rûyê xwe ji me veşart Û ji ber neheqiyên me, te em helandin. 8 Lê ya Xudan, tu bavê me yî. Em gil in, tu cerçêkerê me yî, Em hemû karê destê te ne. 9 Ya Xudan, zêde hêrs nebe, Neheqiyê her û her bi bîr neyîne. Em lava dikin li me binêre, Em hemû gelê te ne. 10 Bajarên te yên pîroz bûn berî. Siyon bû berî, Orşelîm wêraneyek e. 11 Mala me ya pîroz û berz, Ya ku bav û kalên me tê de pesnê te didan Bi êgir şewitî. Her dera me ya xweşik, bû wêrane. 12 Ya Xudan, ma bi vî awayî tê hê jî xwe ragirî? Tê bêdeng bimînî û bi zêdebarî me ceza bikî? |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey