Îşaya 62 - Kurmanji ÎncîlNavê nû yê Siyonê 1 Heta rûspîtiya wê wekî biriqîna rojê Û rizgarbûna wê wekî xetîreyeke pêxistî derkeve, Ezê ji bo xatirê Siyonê bêdeng nemînin, Ji bo xatirê Orşelîmê rihet nebim. 2 Wê milet rûspîtiya te Û hemû padîşah rûmeta te bibînin. Tê bi navekî nû bêyî gazîkirin Ku bi devê Xudan li te hatiye kirin. 3 Tê di destê Xudan de bibî taca xweş, Di destê Xwedayê te de bibî tacegula padîşahiyê. 4 Wê êdî ji bo te: “Hatiye berdan” neyê gotin, Êdî wê ji bo welatê te: “Wêrane” neyê gotin. Wê ji bo te: “Dilê min jê xweş e” Û ji bo welatê te: “Zewicî” bê gotin. Çimkî dilê Xudan ji te xweş dibe Û wê welatê te bizewice. 5 Çawa ku xortek bi keçekê re dizewice, Wê kurên te jî wisa bi te re bizewicin. Çawa ku zava bi bûkê şa dibe, Wê Xwedayê te jî wisa bi te şa be. 6 Ya Orşelîm, min nobedar danîn ser dîwarên te! Wê hemû şev û rojan qet dengê xwe nebirin. Ya kesên ku Xudan bi bîr tînin Ku ew bêhna xwe venedin! 7 Ya kesên ku heta ew Orşelîmê qewîn bike Û pesnê wê belav bike ser hemû dinyayê, Rihetiyê nedin wî! 8 Xudan bi destê xwe yê rastê Û bi zendê xwe yê hêzdar sond xwar: “Ezê dexlê te, ji bo ku bibe xwarin êdî nedim dijminên te, Wê xerîb şeraba te ya nû êdî venexwin Ku te di ber de ked daye. 9 Lê kesên ku berhev kir Wê bixwin û pesnê Xudan bidin. Kesên ku bicivînin Wê di hewşên min ên pîroz de vexwin.” 10 Derbas bin, di dergehan re derbas bin! Riya gel vekin! Ava bikin, riya mezin ava bikin! Kevirên wê hildin û bavêjin, Ji bo gelan alekê biçikînin. 11 Va ye, Xudan ev yek heta binê dinyayê da bihîstin: “Ji Siyona keç re bêjin: ‘Va ye, rizgariya te tê! Va ye, heqê wî pê re Û heqdestê wî li pêş wî ye!’” 12 Wê ji bo wan bê gotin: “Gelê pîroz Û kesên Xudan ew rizgar kirine.” Wê ji bo te bê gotin: “Bajarê tê xwestin û nehatiye berdan.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey