Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îşaya 61 - Kurmanji Încîl


Sala razîbûna Xudan

1 Ruhê Reb Xudan li ser min e, Çimkî Xudan ez kifş kirim. Wî ez şandim ku mizgîniyê bidim bindestan, Birîna dilşikestiyan bipêçim, Azadiyê ji êsîran re Û vebûna zîndanê ji girtiyan re diyar bikim,

2 Sala razîbûna Xudan Û roja tolstandina Xwedayê me diyar bikim, Hemû şîndaran teselî bikim,

3 Alîkariya şîndarên Siyonê bikim Di şûna xweliyê de, tacê deynim serê wan, Di şûna şînê de, rûnê şahiyê bidim wan Û di şûna ruhgiraniyê de, cilê pesindanê bidim wan. Wê ji wan re darberûyên rastiyê bê gotin, Şaxên ku Xudan danîne Ku berziya wî nîşan bidin.

4 Wê xirbeyên qedîm ava bikin, Wêraneyên salên berê dîsa çêkin. Wê bajarên ku xera bûne, Wêraneyên nifş bi nifş mane nû bikin.

5 Wê xerîb bisekinin û pezê we biçêrînin, Wê kurên xerîban bibin cotkar û rezvanên we.

6 Wê ji we re kahinên Xudan bê gotin, Wê ji we re xizmetkarên Xwedayê me bêjin. Hûnê serweta miletan bixwin Û bi dewlemendiya wan hûnê pesnê xwe bidin.

7 Wê li şûna şerma we, para we du qat be, Li şûna riswakirinê, hûnê li ser para xwe ji kêfan biqîrin. Loma hûnê li welatê xwe bibin xweyî du qat mîras Û wê şahiya we her û her be.

8 “Çimkî ez Xudan, ez ji edaletê hez dikim Û ji xerabî û neheqiyê nefret dikim. Ezê bi dilsozî heqdestê wan bidim, Ezê bi wan re peymaneke herheyî çêkim.

9 Wê ziriyeta wan di nav miletan de, Şaxên wan di nav gelan de bên zanîn. Hemû kesên wan bibînin, Wê bizanin ku ew ji wê ziriyetê ne Ku Xudan ew pîroz û bereket kiriye.”

10 Ezê bi Xudan gelek dilgeş bim, Wê canê min bi Xwedayê min şa be. Çimkî çawa ku zava tacegulê dide serê xwe Û bûk bi zînetên xwe tê xemilandin, Wî cilên rizgariyê li min kirin, Bi xiftanê rastiyê ez nixamtim.

11 Çawa ax şaxên xwe dide Û bexçe tovê lê hatiye reşandin dertîne, Wê Reb Xudan jî li ber hemû miletan, Rastî û pesindanê wisa derîne.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan