Îşaya 6 - Kurmanji ÎncîlXwedê gazî Îşaya dike 1 Di sala mirina Ûzziyayê Padîşah de, min dît ku Reb li ser textekî berz û bilind rûniştibû. Daw û delingê xiftanê wî Perestgeh tije dikir. 2 Li raserê wî Seraf disekinîn. Şeş baskên her yekî ji wan hebûn. Bi diduyan rûyê xwe dinixamtin, bi diduyan lingên xwe dinixamtin û bi diduyan difiriyan. 3 Yekî gazî yê din dikir û digot: “Pîroz e, pîroz e, pîroz e Xudanê Karîndar. Rûmeta wî tevahiya dinyayê dadigire.” 4 Ji dengê Serafan zirze û şêmîkên deriyan hejiyan û mal bi dûyê tije bû. 5 Min got: “Wey li min! Ez helak bûm. Çimkî ez zilamekî lêvqirêj im û di nav miletekî lêvqirêj de rûdinim. Lê çavê min Padîşah, Xudanê Karîndar dît.” 6 Ji Serafan yek ber bi min ve firiya û di destê wî de sotikeke êgir hebû. Wî ew bi maşikê ji ser gorîgehê hildabû. 7 Wî ew bi devê min ve danî û got: “Va ye, ev agir li lêvên te ket. Loma sûcê te hat rakirin û gunehê te hat bexişandin.” 8 Piştre min dengê Reb bihîst. Wî digot: “Ez kê bişînim? Wê kî ji bo me here?” Min got: “Ez li vir im, min bişîne.” 9 Wî got: “Rabe here û ji vî gelî re bêje: “‘Çiqas bibihîzin jî fêm nekin, Çiqas bibînin jî tênegihîjin. 10 Dilê vî gelî hişk bike, Guhê wan giran bike Û çavê wan bigire Ku bi çavê xwe nebînin, Bi guhê xwe nebihîzin Û bi dilê xwe fêm nekin. Li min venegerin û şifayê nebînin.’” 11 Min pirsî û got: “Heta kengê ya Reb?” Wî got: “Heta bajar wêran û bêkes bimînin Û xanî bêmirov bimînin. Heta ax bi tevahî bibe wêran. 12 Wê Xudan mirovan bavêje derên dûr, Deverên welêt ên vikîvala wê zêde bin. 13 Li welêt dehyeka mirovan jî bimîne, Wê dîsa bê şewitandin. Wekî darberû û darmaziyan, gava qelibîn, Wê tenê qurmê wan bimîne. Ziriyeta pîroz wê wekî wî qurmî be.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey